doza ray u ramane

birdoz

Sunday
Sep 05th


Cîvat Aborî û Feylesofî

Komele û Computer derîyên cîhaneke taze vedikin

e-Posta Yazdır PDF

Di cîhana îroyîn de xweparasatina înasan ji hêla nasname, çand û têkiliyên cîvakê ve zor û zehmet e. Çuyîn hatina însanan di navbera erdnigariyên curbecur, ji ber pêdîvîya kardîtîn û xebatê cîh guhartin an jî  terikandina welêt, dîsa radeya perwerde û pêlazîmîya wê  a têkildariyê jî hertim rengê çand, nasname, raman û dîtina kesan diguhurîne.

Lê ev guherîn jî di nav xwe de mijara guftugo û gotubêjane. Ji ber ku hinek guhertin hinek encamên baş derdixin pêş, lê hinek jî encamên ne wekî dilê mîrovan derdixin pêş. Em bêjin mîrovekî  zanîngeh û unîverîste xwendiye, beşdarî kar û  xebatên cîhêreng bûbe û gel û cîvata xwe re jî  bi dostanî û hevalbendiyê bimeşîne mînakeke baş  li ber çavan radixe. An jî wek piraniya cîvata me kesekî  ku neçûbe zanîngehê li tênê xwendinê hînbûye, ancax çuye û gelek welatan geriyaye, her welatekî hinek dost, heval û hogirên wî pêk hatibin, ji hêla kar, xebat û aborî ve xwedî ceribandinên cuda cuda be, wekî  din ji pirsgirekên cîhanê re eleqedar be, ji bo vê jî  hinek rojname, kovar û pirtukan bixwîne, an jî beşdarî  komele, partî, rêxistin, civîn û cîvatan bibe wê  wextê ew jî têdigihêje û dikemile. Ev jî mînakeke erênî ye. Lê hinek mîrov hene di destpêka jîyana xwe de heya dawîya emrê xwe tenê karekî dikin, tenê  li cîhekî jiyana xwe derbasdikin, tenê hinek însanan re têkildarin, wekî din tu beşdarî kar û barê  mîrovan, cîhanê nabin. Ev jî mînakeke ne baş e. Ev kesên han ne kêrî xwe, malbata xwe û ne jî kerê  mîrovahiyê tên. Mixabin hejmara van însanan jî zêdetir. Wekê em bejin mîrovekî 30 sale hatiye Ewropayê û  tenê di fabrîkeyekê de dest karekî kiriye û  xencî vê jî tu tiştek nekirî ye. An dikanek an jî îmbîsek vekiribe û hemu jîyana xwe li dorûberê  vî karî meşandibe, ev însanan mixabin ne tenê cîvatê, kêrî xwe, zarên xwe û malbata xwe jî nayênê. Ji ber ku jîyan diguhure, pêdivî diguhirin, mîrov, cîvat, pêlazîmî, teknolojî diguhirin. Dîsa însan xwe jî diguhure, kalbûn, pîrbûn, mezinbûna zarokan, daxwaziyên wan gelek pirsgirekan tîne pêşberî însanan. Ê hê hêla mejî ve heke ew kes wekî hîss û kesanîya gund ve jîyana xwe didomîne tu nagihêje encamekî û êdî ji bo xwe jî, ji bo heval û hogiran jî dibe serêşî, kul û keder. Tengasîyeke din jî girêdayî rewşa nifşên nu ye. Ew jî li welatên ku lê hatine dine re têkildarin. Ji ber ve yekê di navbera zarokan, keç û xortan û dê û bavan herdem tengasî, hevnekirin û guftugo hene. ji ber ku her yek girêdayî  çandeke dinê ye. û herkes jî di rewşa xwe de israr dike. Encax heke em hinekî hewlbidin êdî rewş evqasî jî ne xerabe. Heke em xwe hinekî hinî van gotinên hanê ku wekî jîyana pirçandî, pirzimanî û pirerdnîgarî bikin, wê wextê gelek tengasiyên meyê jî wê çareser bibin. Wekî em gotina pirçandî binirxinîn. Kesekî ku hem çanda kurd, hem çanda tirk, hem çanda ewropî nasbike êdî dikare cuda cuda însanan, jîyanan, pirsgirekan bi hevre dahurîne û bigîhêjîne encame rasterê û serketî. Êdî ji bo vê yekê pirzimanî jî şert e. Wekî zaravayên kurdî yanî kurmancî û zazakî (kirdkî) zimanê ewropî, zimanê tirkî çiqasî baş bê zanîn têkilî danîn, şopandina agahî, mijar û pirsgirekên gelan, çandan, cîvatan baştir dikarin serederî bikin. Dîsa bi van ve girêdayî pirerdnîgarî jî hinceteke giringe. Kesekî welatê xwe, tirkiyeyê, ewropayê û deverên cîhanê din jî geriyabe dikare gelek tengasiyan di serê xwe de çareser bike û cîvatê re jî têkildariya xwe xurt bike. Belê lê dîyare ku ev gotinan zêde zehmetiyê didin ber mîrovan û tu kes di nav van şert û mercên aborî de nikare tiştekî bike. Lê mîrovên me, ji bo vê yekê jî çareserîyek dîtine. Wekî avakirina komeleyan bi navê dernek an jî Vereîn, bûye çareyeke hêja. Organîzasyonên wan, mîhrîcan û festîvalên wan, çalakî û lidarxistina programên wan gelek pirsgirekên kesanî û şexsî bi hêsanî çareser dike. Dîsa malperên (hompage) herêmî jî roleke giring dîlîzîn. Her gundek, bajarek, navçeyek xwedî malperekê ye. heya bigre kes jî xwedî ne. Bi saya van malpêran herkes dibe xwedîyê agahîyên herêmên xwe, însanin xwe, wêneyên xwe. Disa dikarin daxwaziyên xwe jî pêşkêş pikin. Êdî her kî li ku be bila bibe heke di mala wî de computer hebe dikare li welatê xwe, dostên xwe haydar bibe. Kê bibe endamê komelekê an jî çalakiyên komeleyan bişopîne dikare bi dil rihetî beşdarî organîzasyona bibe û dost, heval, hogir, pismam û lêzimên xwe bibîne û dilgermî ji wan re têkildar bibe. Di encamê de computureke bi înternetê girêdeyî û kêmanî ji têkildariyeke bi komeleyêkê re gelek deriyan vedike

 

Lı ser diroka Hîyerarşiyê çend gotın

e-Posta Yazdır PDF
Rengê Hîyerarşiyê

Herkes qala desthilatdari û hîyerarşiyê  dike. Him encamên wê û him jî hincetên wê  jî di nav têkiliyên mîrovan de tê guftugo kirin. Ji ber vê yekê jî ray û ramana çareseriyê jî  îlla di van têkiliyan ve tê girêdan. Bi ya min ev xwe serê xwe tengasiyeke û riya çareseriyê li ber me ranaxe. Divê berê hertiştî mijar mîrov be jî hewceye war, cîh, dem û destgehên cuda bêne avakirin, ku ev rê nedin vê pergalê.

Ev pergala em lê ne bi hezaran sale duv girtiye, kemilî ye û dax riya helwest û deruniya me xistiye.  Ji bo vê xelasbûnê divê em qalibê xwe derkevin ku bi rastî jî ne hêsa ye. Lewre ev mijar jî tenê ne girêdayî têkiliyên înasananin. Belê aktor însanin. Lê têkiliyê wan jî bi xwezayê re hene. Yîsa derveyî taybetîyên fîzîkî û hişmendî taybetiyên hestiyarî û gîyanî jî hene. Kakilê hebuna xweza û gîyanê kiryarên fîzîkî û hişmendî dorpêç dikin. Bi riya hîşmendî û bi lêkolîn û pêşnumayên zanistî xwe bi avakirina teknolojîyê ve dide der. Hiş û berhema hiş wekî teknolojî zorê didine pergala xwezayê û gîyana mîrovahiyê. Dîroka însaniyetê heya niha bi vê şerê hemberî xwezayê meşiya ye. Lê ne gengaze ku ser keve. Herçiqasî hin tişt hatibin zeft kirin jî rewşa hawirdor a berbiçav, rewşa têkçuyîna sinc û sêncê dide xuyakirin ku însaniyet ketiye xetereyê.

Ger, xwarin, xwekirin û hwd bune hinceta xwenîşandayîn  û qurekirin ê. Evîndarîyê cîyê xwe daye zayendiyê  û jîyana pornografîk. Dostayî û hevalbendîyê  ciyê xwe ji parvekirina kar re hîştiye.
Sazumaniya zanyariya endezyarî, aborî, matematîkî, derunî û hişmendî li ser vê pêwistiyê  duv girtine. Xebatên zanyarî ji bo tatmîna van hîs û  berjewendiyan hewil dide. Lê ev tewş e. Tewş e ku him zerar û zîyanê dide xwezayê û buneweriya mîrovahî û gelemperî hemu zîndiyan him jî  têkiliyên mîrovan bi navê rêxistinbûyînê di nav pergaleke hîyerarşîk de dirêse. Êdî kes, şexsîyet winda dibe. hîskirina xwe xwedî derketinê, têgihiştina kakilê bunewerîya kesanîya xwe zehmet e. Êdî kes li gorî pîvanan dikeve nav nikulên  çerxê. Pîşe, huner, dîploma, qarîyer û nîşaneyên kiryaran jî ji bo di nav çerxê de cîh girtina asteke bi navê başî, qencî û rindiyê hatiye xuyandin tê bikaranîn. Êdî xwe navkirin, xwe naskirin bi van navgînan ve darî çavan dibe. Kesên digihêjin vê merhaleyê, wek xelat di pêla hîyerarşiya lê ne parîyekî navdar dibin, xwarinên xweşik dixwin, maleke xemilandî dest dixin, jineke xweşik digirin, ku jin jî dîyariya herî xweşik ya pergala mêranî yê ye. Bi gotineke din ziktêri, quretî û pornografî dibe rengê dîyari yê. Ev tiştê bujeyî ne, li ber çavan in destxistina wan jî li gorî pergaleke hatiye ristan e. Kê hinekî hewil bide û li gorî pergalê bimeşe li gorî zerengî, ked û çapa xwe û hinek têkiliyên der û dor dikare tiştekî dest bixe.
Lê pirsgirek girîng an jî bingehîn li ber me çikya ye û tucarî jî naguhere. Hemu feylesof, zana hişmendên pey rastiyê ketine, li gorî dem, derfet û rewşa xwe dipirsin. Wek hemu pirsiyaran ez jî dipirsim; “Ma asta mîrovahiyê, kesaniyê, şexsiyetê ev e? Encama gîhîştîn, kamîlbûyîn û têrbûyînê ev e?
Gîyan, derunî, mêjî, huner, evîn ...
Na a. Ez tu napejirînîm. Li gorî min, divê  ev têgihanan nebin xizmetkarê ziktêriyê, xwe qurekirinê, serdestiyê  û pornografiyê. Ev têgihên han bi koka xwe gerdunî ne, tevbinî ne û bi riya xweziyê zîl dane. Her kîjan şarîstanî li ser van re derbas bûne û gelek caran rengek danê û heya bigre hincaran herimandine jî lê  tu carî lênehanîne û binîve qut nekirine.
Belê şaristaniyan ev têgihanan xistine rêzê, li gorî berjewendiyên xwe pîvanek, diruvek danê. Încx pêk nehanîne ku dîl bigrin. Loma jî tu yek jî ser neketiye. Loma jî hê şaristanî, pergal, rê û rêbazên hişmendî zorê didine kirinên xwe, nebe temîr dikin, hin tiştan jê dibin an jî pê ve dikin. di encamê  de guherînan pêk tînîn jî, lê pêkê pê naynin.
Raçevkin li ku têkçûyînek hebe, afiranîyek hebe hemu jî girêdayî kiryarên têgihên wek gîyan, derunî, mêjî, huner û evînê ne. Ji ber ku ev derveyî hesabên beşên zanyarîyê yên ku xwe ji hiş digirin in. Ji ber ku ev derveyî qalibê hiyerariyê yê cemidî  ne.
Belê hîyerarşî tiştekî cemidî  ye. Pergaleke diruvê wê rû û rîçalê  wê dîyar e. Merhaleyên wê hene. Bi riya zagonê diruv diyar bûye. Rêbir e. Korezaniyê, serî tewandinê, çarçoveya peywîran dide ber endaman. Kesên derkevin derveyî pergalê  bi navê bersuciyê, dînîtiyê, nexweşiyê, anarşîzmê, terorêzmê  têne binavkirin. Û ji wan re sezakirina gîyanî, fîzîkî  rewa tê dîtin.
 
Rudan û duvgirtin
Koka wê dur u kur e. Her çiqasî agahîyên mîsoger ji bo vê navbeynkariyê ninbîn jî çîrok, efsane û mijarên mîtolojîk daneyan didin li ber destê  me. Ya ku tê xuyanê, gava mîrovahiyê dest ji zagonên xwezayê berda û biryar li ser jîyana xwe da guherînan jî destpêkir. Edê xwest bibe xwediyê rêgeza xwe, biryara hilberîn, berxwarin û starbûnê ew bide. Êdî  berê xwe dan hev û bi hev re mijul bûn.
Ji bo vê jî divê hinekan ji hinekan re serî bitewanda, hinekan erk bixista destê xwe û  biryar bida, ên din jî ev biryaran bihanîna cîh. Lê di nav zagonên xwezayê de di dema komarkirina xwrinê tiştekî  weha nîn bû. Vêca rewş cuda bû û tengezarî  pêk dihatin. Mijara Habîl Qabîl mînakeke balkêş e. Ji bo hevnekirina bikaranîn erkê, parvekirina hebunê, zordarî diqewime û  encam bi kuştinê xwe dide der. Rastî an jî çîrokî  be lê ji bo destpêka hîyerarşiyê, hilberînê û  şaristaniyê diyardeyeke balkêş e.
Lê  hêla cîvatê ve despêkirina cotkariyê, ji hêla pergalsaziyê ve dewletbuyîna Sumer û Misiriyan, ji bo runiştandina hiquqî nivîsandina zagonên Hamurabî, ji bo meşruîyetê feylesofîya yewnanî û şaristaniya helenîstîk gavên girîngin. Lê Roma di vê hêlê de lutkeyek e. hejî bandora binesaziya Romayê ji bo şaristaniya îroyîn jî derbasdibe. Ji ber ku sazî û destgeh, zagon û rêxistin di vê demê de gîhîştine asteke berbiçav. Êdî fenomena Roma; têgeheke, cîhanî ye û di hişmendiya şaristaniyê de xaleke bi dirûvê xwe ve kemiliye. Bi pêşketina teknolojî û avakirina Endustrîyê rengê binesaziya Romayê tenê modernîze buye. Lê xweditîya milk, sazumankariya burokrasiyê, rêxistina leşkeriyê, pêkhanîna avakari, avdanî û danustendina pere û mêl, vekirina bazara serbest û vekiri ji bo aburiyê di dema romayê de gîhîştiye erkê xwe. (bnr. Toynbee)
Hiyerarşi jî bi saya serê vê pergalê  di hiş û xunavên mîrovan de cîh girtî ye. Ji bo avakirina zagonan, guftugokirin û bicîh anîn di senatoyan de pêk hatiye. Wekî din hinceta serîhildanên bêhesab jî  xizmeta kemilandina sazumankariya polîtîka û leşkeriyê  buye hincet.  Herçiqas bi serîhildana Spartakus ve navdar be jî berî wî jî piştî wî jî serîhildanên bê hejmar pêk hatine. Lê tu yekî zor lê nehanî ye.
Ya balkêş ewe ku tiştên ku hinek guherîn di vê pergala cemîdî de cîh hanîne jî kiryarên ne hişanin. Hîs, evîn û bawerîyê pergal sincirandiye û guherîn pêk hanîne. Têkiliya kleopatra û sezar ruyê  têkiliyên dewletan û rengê dîplomasiyê guhartiye. Buyerên ku di nav Pers û Romayê ru didan, di nav Misirî  û Romayîyan neqewîmîn 
 
Li hember Hîyerarşiyê  Serîhildanên Olî û encam
Wekî din pêkhatina mijara Îsayê mesîh tiştekî balkêş e. Bandor û hêza zagon û hîyerarşîya Romîyan  ewqas xurte ku kesên li derveyê pergalê bin bi çarmixê têne sezakirin. Serîhildaneke bi hiş û mantiqan êdî ne mimkune. Ji ber kû ev alavan di destê pergalê de ne û tu carî jî ne gengaze kes tawa wê bibe. Încax tiştên derveyî hiş û aqilan dikevin dewrê ku êdî alternatîfa îlahî bi nav dibe. Lê serketina wê zor û zehmet e. kêmahî 300 salî dikşîne. Bandora wê jî girane ku gava dibe hêzeke bi reng û ruçik û diruvê xwe raste rast nîşan dide, kela pergalê radibe û şewitandina Romayê bi biryara Neronê sezar xwe dide der.
Lê dîsa jî têk naçe herçiqasî  hebuna ola xaçperestî bê ecibandin jî tu tiştek binîve naguhire. Xaçperest tenê bi dêrê ve tên dorpêçkirin, girêdayî zagona heyî dibin ku koka sekulerîzmê (laîsîzmê) ji wê demê tê. Xeynî vê ol dikeve bin xizmeta pergala Romîyan û êdî kêmasiya zagonên ku bi mantiq nayên şîrovekirin bi têgihên îlahî ve tên destek kirin.
Herçiqasî piştî têkçuna milê  Romayê yê Ewropî, Xaçperest bun xwedî hêz jî  dîsa tawa zagonan û hîyerarşiyê nebirin. Heya bigre xwe hîyerarşîyeke şîdandî avakirin û serkarî xistin destê xwe, piştî şoreşa Fransiz û pêkhatina sekulerîzmê  hêza wan e îlahî jî sînor bû. 
Serî rakirina Hezretî Mihemmed pêkhatina pergala Îslamî jî tu nebu çare. Ew gelên derveyî  sinorên Împaratoriya Roma (wê demî Bîzans –milê  Romayê a Rojhilat) û Pers dijiyan hercar jî dihatin pelçiqandin. Destxistina hêza bazirganî, aborî û avakirina pegaleke nu di van mercan de ne mimkun bû. Hz Mihemmed di piratîkê  de ev dîtîbû. Lê bêzarî jî hebû, hejmara kes, kom, eşîr û cîvatên bêzar her diçu zêde dibû. Kê  derfet bixistana destê  xwe berê xwe didane derveyî sinorên van rêveberiyan. Herêma çolistana mekkeyê ji hêla erdnîgarî ve durî hêza wan bu û şêniyên ji bo pêdiviyên aborî, ramanî û jîyaneke din digeriyan xwe ji vî alî digirtin. Loma jî ji Mekkeyê jîyana bazirganî, edebî, fikrî xurt bû. Karwanên bazirganê Hindî, farisî, Kurd, ereb, reşik, kiptî, yewnanî, romî li vî warî kêm ne dibûn. Heryekî rengê alavekî, malekî, çandekî, baweriyekî û derunîyekî pêşkêş dikir. Li aliyê din, desthilatdariya sîyasî û pêkhanîna hêza zagonan lawaz bû û destê eşîran de bu. Tu rengê hîyerarşîyeke hişk û cemidî nedihate xuyanê. Loma jî li gorî şert û mercan pêdiviya guherînê hêsa dibû. Di van mercan de serbestiyek darî çavan bû.
Încax di vê çavkaniyê de afirandina pergaleke alternatîf gengaz bû. Ji ber vê yekê ye di navbeyna 10 salan da ola îslamî li herêmê bu serdest. Loma cihêrengiya beşdarên tevgera Îslamê ji zêde bûn. Habeşî, ereb, kurd, faris, hindî, romî, cihu ketin ber bayê ola îslamê û ev ji xwe re wek riya îbadetê jibartin. Dîsa bi saya serê vê cihêrengîyê di nav cîvatan de belav bû. Herkesên ku ji mebesta abûrî, çandinî û bazarî dihate vê herêmê û guherîn didîtin di dema vegerîna herêma xwe, bi zimanê xwe ev şîrove dikirin. Loma asta meraqdarî, pirsîn, guftugokirin zêde dibû û bi vê re jî pejirandin ola Îslamê hêsa dibû. Herkesê ku ev ol belav dikir pirsgirekên herêma xwe, bêçaretîya ola heyî baş dizanibû. Kêmasiyê heyî û rexnegiriyê wê jî nasdikirin û bi hêsanî baweriya xweye alternatîf wek çare pêşkêş dikirin. Tiştekî Balkêş e tu ol û bîrdozîyek, tevgerek di dîrokê de evqas bi lez û di nav evqas çand û bawerî û cîvatên cuda de belav nebuye. Şaristaniya hindî, çînî, persî, romî û reşikên afrîkî tu carî nedişibiyan hev û ji hev jî agahdar nînbûn. Tenê giliyeke van e hevkar bi saya belavbuyîna Îslamê pêk hat.
Lê pergala islamiyetê ku di destpêkê  de durî jîyaneke hîyerarşîk pêk hat, wek mînakên hergav xwe ji vê dîyardeyê, hişmendiyê, pergalsaziya rudayî  xelas nekir. Ev pergala ku di demeke kurt de pêk hat, hê binehsaziya xwe jî bi rêk û pêk runeniştandibû. Her çiqasî  di navbeyna 23 salan de hukmê Quran’a pîroz temam be jî, di hêla piratîk de cihê xwe negirt û pêk hatina çand û  pergala islamî sedansalan kişand û bi mebesta mezheban, ekolan, şaxan ji gelekî veguherîya. 
Tenê ne hêla dînî an jî felsefî, ji hêla polîtîk, aborî û sazumankariya dewletê  ve jî mînakên balkêş û berbiçav vê rastiyê  li ber me radixin.
Ji bo şîrovekirina vê mijarê raçevkirina bisilmanbuyîna Ebu Sufyan gaveke balkeş e. Berî islamîyetê  zengînek, serleşkerek û serdestekî Qureyşî yê  mekkeyê bû. Bi belavbuna Îslamiyetê ve berî herkesî  wî erîşî Mihemmedê qureyşî kir. Şerên herî  mezîn wî li hemberî Hz Mihemmed û hêzên wî  darxist. Gava ku hêzên Îslamî hatin Mekkeya bin serweriya wî, êdî hemu hebûnên wî destdiçun. Lê di vê heyamê de bu misilman û di vê qonaxê  de jî encama rewşa wî  ev e. Berî islamê zengîn, rêber, serleşker û serdest cîvatê, pazarê û sîyasetê ew bû. Bi hatina hêzên îslamî û bi misilmayîn bûna wî ve tu rewşa wî de tiştek neguherî. Bi avayekî divê bê gotin ku, “ew hikmê mezin xwedayî, quranî û pêxemberanî tu guherîneke serûbînî nehanî.” Heya bigre dubendîtî, tengasî, êş û azarên dilnexweş derketin. Ew çandên cuda di nav hev de nekelijîn û bi riya mezheban di bin baskê navê islamiyetê ji hev durketin. Bi taybetî jî ev cudatî di dema Muavîye ku, kurê Ebu Sufyan’e raste rast encam da û gîhîşte fermîyetê. Li hemberî Hz Elî him bi hileyî û him bi şerkarî derket û desthilatdarî xiste destê xwe. Hz Elî ku, her çiqasî bi eslê xwe ereb be jî, ji aliyê her cîvatê ve dihate hezkirin û ji bo xatirê xwedê û ometa Îslamê bêpertav herkes diparast, dîsa li hemberî ereban têkçû û hate kuştin. Îslamîyet di nav Sunnî û Şiayan de bu dû perçe. Û ev her perçe jî dîsa nav xwe de bune dal û terîqet û mezhebên dinêna.
Em dîsa vegerin Ebu Sufyan û bersêva vê  pirsê bigerin. “Çima rewşa wî neguherî? Çima bi her awayî ew serdest ma?”
Îslamiyet belav dibû, pêl bi pêl, reng bi reng însan, dikişiyan vê navendî. Rebenan, neçaran, bêbawerîyan, bawermedên endamê olên din, an jî kesên li ber zilmê, tunetiyê, nerindiyê direviyan, an jî kesên heqîqetê digeriyan, hebûna xwedê digeriyan, mîzgînîya Hz. Mhemmed dîbîhîstîn xwe ji vî warî digirtin.
Di vir de tengasiyeke pratîk derdikeve holê: pêşengî, rêxistin, rêvebirin, avasazî, xwedî kirin, perwerdekirin, û  hwd. hewceyî rêvebera nin. Li vir pewîstîya Ebu Sufyan dîyar dibe. Zanîn û kirinên wî, ên berê, niha wê  bi alîkariya hestiyariya bawermendiya Îslamiyetê wê zêdetir bi bandorbûyana ku, wisa jî bû. Her çiqasî piştî  mirina Hz. Mihemed mezintî û rêveberiya Hz Ebubekîr hebe jî têrê nekir. Her çiqasî Hz Omer cudatî, rengînî  û hejariya nav cîvata Îslamî dît û ji bo vê  xwest darê Edaletê xurt bike, her çiqasî ji bo vê  tunetiyê û navbeynkariyê Hz Osman di dema xelîfetiya xwe de rê û rêbazên aborî sazkirin û xwest bi riya cîvandina ayetên Quranê jî pergaleke sazumankar avake jî, tu hêza yekî negihîşte asta avakariya hiyerarşiya Ebu Sufyan û kurê wî Muavîye.
Wan zanibû ku navbeynkarî, hevrikî, hêrsdarî, kelrabûn hêza binesaziya hiyerarşiyê ye. Loma di nav mislimanan de parvekirina kar û xizmetan li gorî pêşk û tore û hunerê belav nekirin. Pêşî rê dane ereban û ew li der û dorê xwe topkirin. Rengê xarîcîyan diha wê gavê derket holê. Xelîfetiya Hz Elî nehate pejirandin û bi vî awayî bi bawermendîya İslamê  bi serdestiya ereban berê xwe dan dewleteke hemberê dewletên farisan, Romîyan û ên din. Ev bawerî bu dermanê  vê tunetîya wan. Hz Elî û kesên endamê Ehlî  Beyt, ku merîmalê Pêxember bûn, wekî mînaka Hz Hesen û Hz Huseyn hatin qetilkirin. Pêşî milê faris û  kiptîyan hate şikênandin. Ku xwedî dîrok, çand û pergaleke xurt bun. Û pişt re berê xwe dan Romaya Rojhilat ku payitext Stenbol bû. 
Desthilatdariya ku saz bu, hiyerarşiya ku ava bû, hê ji hêla hişmendî, ramyarî pergalsazî ve xav bû. Civandina hedîsên pêxember, tefsîrkirina quranê ji bo meşruîyeta pergalê hate bikaranîn. Têrê nekir. Bi taybetî  jî di dema Abasîyan de wergerandina berhemên şarîstanîya helenîstîk, bikaranîna mantiq, feylesofî û beşên zanînê  yên cure bi cure hin caran, wekî mînak di dema şîrovekarên Mutezîleyan de bu hinceta bi binîve rakirina hukmê Quranê  jî. 
Êdî dewletên islamî, guftugoyên cure bi cure jî wek çandeke ku bi navî Îslamiyetê li riyê erdê avabû. Lê her kîjan alî dibe bila bibe hiyerarşî li vir jî kelijî. Gelek mînakên berê Îslamê jî lê ne. Zagonên Hamurabî ji bo çandiniyê wek tovekî hate raçandin. Li Romayê kemilî û bu kaniya debara burokrasî û leşkeriyê. Li welatê Îslamî bi navê has, zeamet û tîmar ji bo seroke dewletê, rêveberan, leşkeran û gel hate parvekirin ku xwe serê xwe ji bo aburî û bi hevre girtina rêveberiya burokratîk hîmekî girîngbû. Bi dema qapîtalîzmê para hevkar ya koman, burokratan hate birîn û wekî din hemu rû  û rîçalê xwe ji îro jî bi navê milkiyetî arîzî berdewam e. Li dewletên sosyalîst jî para milkiyeta arîzî hate birîn û bi binavê milkiyeta hevkar di bin îmtîyaza burokratan de ji bo wan hate serbestkirin, ku piştî têkçuna sovyetê wan burokratan ew xistin milkê arîzî û di carê de bune zengînên cîhanê.
Li ser pergala hîmê hîyerarşiyê para aktorên serdest jî gîhîşte ewlehiyê. Ji bo vê jî  mantiqek, hişek û pergalek saz bû. Perwerde kete xizmeta pergalê  û meşruyeta wê parast. Mamosteyên wê jî, bi nuansê  xwe ve wek mele, şêx, pîr, seyîd hatin binavkirin û bi zekatê  û bi bac û bi destmizê hatin parastin. Hiyerarşiya burokrat û leşkerîyê bi rutbeyan, rêveberên dewletê  bi sultaniyetê hate avakirin. Dîsa eşîr û rêveberiya wê jî hate parastin û bi xwe şerê di navbera wan de rêveberiya dewletê jî diyar dike. Nizamul Milkê  Faris ku wezîrê Selçuqyên bi koka xwe Tirkbûn re xebitî  û binesaziya zagonên Îslamî rêkûpêk kir. Di demê de Sultan Tirk bin jî rêveberî û burokrasî di dest Farisan de ma. Gel jî Asurî, Ermenî, kurd û faris û Tirk bûn. Pozîsyona cîvatê jî dîyar bû bû.
Divê balbêkişandin li ser têgihên wek mele, şêx, pîr, terîqet an jî eşîrê ku ev berî îslamê  jî hebûn. Hemu rêza hîyerarşiyê, sembolên wê, erkê  bawermendiyê bi islamiyetê re gîhîşte asteke hevkar, di rengê sazî û destgehên mikemmel de, ên wê  demê, hate hunandin.
Lê îro ev gîhîştîye asteke balkeş  û herî xurt e û bêpîvan e. Wek mînak li Erebistana Suudî ku rêveberê wê xwe bi pergala pêxember ve girêdidin û wahabî binavdikin him şêx in, him mele ne, him serokeşîr în, him serleşker in, him serok dewletin, him jî  zengînê dewletê an jî cîhanê ne. Tebaya wan, gelê li vî welatî wekî karker li deverên din hatine û dixebitin, erebên vî welatî jî ji xebatê ji xwe re qar digirin maaşekî ku li gorî zengînîya vî dewletî kêm e digirin û karê burokratîk ve mijul dibun.
Mafê jinê jî tu carî di nav cîvatê de nîn e û hewceyî guftugokirnê nîn e.
Bi pêşketina hejmara şêniyê welêt bêkarî, xîzanî ru dide. Êdî rexne zêde dibin. Dilêşê  tê ziman. Rudanên cîhanê li vir jî destnişaniyan dide der. Encax ew jî xwe diguherînîn û ligelî  sermayeya cîhanê dibin. Êdî Melîk Erebistanê piraniya hebuna welêt wekî milkê arizî bikartînîn û  dahatuya wê ya pêtrolê jî welatên rojavayê  bikartînîn. Çarparan parekî li welatê xwe bikartînîn.
 
Hişmendî û Modernîzm
Di hêla hîyerarşîyê de, di hêla pergala hişmendî de cîvata endustrîyal gîhîştîye asteke bilind. Şerên giran di nav mezhebê wê de pêk hatine. Sosyalîzm, kapîtalîzm, Nasyonalîzm di sedsala bîstemîn de bune hinceta mirina nêzî 100 mîlyon mîrovî. Heryek jî di nav xwe de wek ekolan û taybetîyan perçe buye û dijminahî ji hev re avakirine.
Lê îro, di destpêka sedsala 21emîn de, bi pergala globalîzme ve hîyerarşîyeke em lê dijîn heye. Em dikarin vê di navbeyna çend beşan de bînîn ziman.
 
Zordestîya li ser Pênaberan
Pêşengên vê rewşê herçiqasî îddîa dikin û dibêjin netewperezî, nijadperezî li holê  rabuye jî, derewa herî girîng dike. İro dewletên pêşketî  pênaberan li gorî zagonên îmze kirine hilnadin. Li gorî  pêdiviyên xwe hildidin. Dema pêdiviya wan karkerên karê destan wekî paqijiyê, avakariyê, xarinçêkirinê û xizmetkariyê  bike pergal sistkirin û kê hat hildan. Piştî ji vê  hêlê ve têr bûn êdî rê birîn. Heya bigre desthavîtine jîyana arizî û rê nadin zewaca evîndarên dilsax jî. Lê vê gavê dixwazin karkerên kalîfîye wekî zanayên compîturê, endezyariyê, aborîyê û  hwd bigirin. Loma jî rê ji van kesan re vekirine û  heya bigre rêbazên handanî jî bikartînîn. Derfetên xebatê pêk tînîn. Dîsa wekî karta kesk ku li amerikayê  dihate bikaranîn, niha li ewropayê jî di rojevê de ye.
Lê tenê ev jî nîn e. Kes, kom û cîvatên li ewropayê ne, ne xwedan mafê ewropîyan in. Hemu di bin kontorola polîs û hêzên ewlehî de ne. Wekî din bi navê perwerdeyea ziman û pîşe bernameyên asîmîlasyon, întegrasyon, adaptasyonê tên meşandin û  armanc ewe ku kes, kom û cîvatên bîyanî hemu vîna xwe teslîm pergala heyî bikin, taybetiyên xwe bidin alîyekî. Heke ev nebe zagonên heyî tên bikaranîn; dozger, îstîxbarat û  polîs bi ser navê ewlehiyê dikevine dewrê. Ji bo terikandina welêt bertekan dihavêjin û hemu rê û dirbên teslîmîyet û terikandinê nîşan didin.
Di rewşa îroyîn de pênaberên ku qala pêdiviyên olî bikin. Ne tenê bisilman, xaçperest, budîst, êzdî  jî yekser di bin kontrolê de ne. Ne tenê kirinên wan, nîyeta wan jî di bin pirsîyariyê de ye. Lê  ev rû bi rû ye, dur ve an jî nêz ve lê bi dizî  an jî veşarî tê şopandin. Kar, têkili, nivîsên li ser malpêrê, telefonên dost û hevalan, têkiliyên navnetewî  û hwd gişt di bin kontrola hêzên ewlehî de ne.
 
Sazumankariya Zagonan
Zagonên neteweyî û navneteweyî, zagonên ji bo mafê mîrovan an jî pênoberan xwedî wateyeke hîyerarşîk in. Yek li gorî pêdiviya netewa serdest hatine avakirin. Di nav vê netewê de elît an jî bijarte, rêveber, leşker, polîs, sîyasetmedar, zanyarên endamê zanîngehan xwedî îmtîyaz in. Endam an jî rêveberên komelên cîvakî  û li gorî pêdiviya netewî hatine avakirin jî  di rêzê de ne. Mafê jinan û heywanan piştî  vê cîh digre. Di bintara hîyerarşiyê de mafê karker û karmend û pey re  bêkar, pênaber û bîyanîyan tê.
Destura kiryarên her pêlê cuda cuda ye. Seza jî li gorî wê rêz dibe. Wekî mînak bertîlgirtin suceke. Lê bi kefaletê serbestî gengaz e. Încax pîvana kefaletê wisa hatiye dîyarkirin ku, karkerek, xebatkarekî  qezenca xwe li ser milê xwe dimeşîne tu carî nikare bide. Her çiqasî bi gote gotê herkes li hemberî zagonê  wekhev be jî di rastiyê de zengînekî îroyîn re berdela wê têştekî hêsane. Loma ew digihê îmtîyaza serbestiya kirina bertîldayîn û girtinê. 
Dîsa li ser navê parastina mafê mîrovahîyê  sazî û destgehên dewletên pêşketî dixwazin welatên din di bin kontrola xwe de bigrin. Rewşa kurda dîyar e. Çendin salin Mihkemeya mafê mîrovan an jî komeleyên navnetewî  tespîtên li Tirkiyeyê hemberî Kurdan diqewîmîn tespît dikin. Seza didin, lê divê bê pirsîn “di rastiyê  de çi çareser kir? An jî cezayê tirkiyeyê bi peran da çi rê û dirbên polîtîkaya tirkiyeyê guhart?” 
 
Zanîn û teknolojî
Mixabin zanîn û zanyarî jî  îro di bin bayê hîyerarşiyê de ye. Wekî mînak xwendekarekî Misirî bixwaze ku li Almanyayê li ser polîtîkaya pera ya almanyayê doxtoraya xwe binivîsîne. Ji hêla zagonî û mantiqî tiştekî normal e. Mafê  kesî nîn e tiştekî bibêje. Lê di rastiyê  de ev kes tu carî li almanyayê Profesorekî nabîne ku destekariyê hilde û dest bi lêkolînên xwe bike. Ev li Amerîkayê jî, li Japonyayê jî wisa ye. Bendewariya profesor ewe ku ew kes li ser welatê xwe lêkolînan bike û  agahîyan bide wî. Yanî bi vi awayî zanînê, agahiyê  li ba xwe dicivînîn. Ew burs, handan û projeyên navnetewî  jî ji vê armancê dimeşin. Bi vî awayî  agahiya hawirdor diçe navendên welatên pêşketî û di enstîtu û zanîngehên wan de kom dibin. Roj tê ew profesorê  ku van agahiyan dide hev wek rapor, makale an jî pirtuk pêşkêşî  hikumet, sazîyên aborî û ewlehiyê dike. Pişt re bi projeyeke nu, berê xwe dide welatê xwendekarê xweyî  doktorayê semîneran dide, wek aqilmendiya weletên paşdamayî  dike.
Di vê merhaleyê de xwendekar jî  tiştekî nuh hîn nabe. Ji bo payeya doxtoriyê agahiyên welatê xwe pêşkêş dike û dîsa vedigere welatê  xwe.
Hikumeta profesor an jî sermayedarên welatî  wî bi saya van agahiyan têkiliyê xwe ji dewletan re avadikin û serdestiya xwe dimeşînin.
Li Enstutiyên lêkolînê an jî beşên lêkolîn û pêşdebirinê ên şirketan li ser mijarên cure bi cure analîz û xebatan pêk tên. Dermanekî  dibe çareyeke nexweşiyekê, amureke nu tê afirandin bi riya çapemeniyê wek mizginî tê belavkirin. Lê bi riya patentê xeynî wê şirketê an jî wî  dewletê tu kes nikare ne vê dermanî ne jî vî  amurî hilberîne. Divê îllah pere bide û bikire, ku incax ev şans jî ji bo dewletên pêşketî, şîrketên xurt û  kesên zengîn gengaz e.
Amur û derman û hebunên bi bayê  bezê li nav cîvatê de belav dibin jî pergalê  xurt dikin. Hebuna navgînên veguhastin û ragihandinê jî  ji bo vê mînakên berbiçav in. Lê formula Coca Colayê  hê nayê zanîn. Patenta avakirina mîcrosoftê serbest nîn e, an jî nayê kopî kirin. Aspîrîna ku gelek derdan re çareye bêyî kontrola şîrketê an jî dewletê  nayê belav kirin û frotin. Eynî marke ya Mercedesê li welatê xwe Almanyayê cuda ye, li Tirkiyeyê an jî amerîkaya latînî û çînê ne wek hev in. Hemu peykên li ser malên me berê xwe da ne peykên navendî çand, bîrdoz, zagon û rihê pergalê jî dikşinîne mala me. Wekî din bi vê rê, bi saya telefonê an jî van pêykan, di mala me de çi dibe bi vê rê tê şopandin.  
 
Aborî, hinceta hertiştî
Heke wek hercar bê pirsîn “çima ev hîyerarşî?” Ev pirseke bêbersîv an jî pirbersîv e. Lê dikarim vê bêjim ku ji bo bersîva vê divê  encamê bikolin. Wê wextê hebûnên aborî xwe li ber çavê me zîq dikin. Ev gotin bi taybetî jî  ji bo rewşa şaristaniya îroyîn û cîhana rojavayî  rewa ye. Lê gava berfirehî dîrok bê nirxandin diltêrbûn  û tatmîna egoyê bi avayekî bes e. Hacetên vê  jî cuda ne. Bi aliyekî wekî fravunê Misre Qayîşkêşana bi xwede re, bi alîyekî xeynî zengînîya aborî qehremanî  û meqama desthilatdariyê, xizmetkariyeke cîvatî, alîkareyeke nefspiçûkî an jî afirînerîyeke edebî, zanistî  û feylesofî jî dibe hinceta vê diltêrbûyînê. 
Lê iro erkê van hewildanan di nav pergala serdest de hatiye fetisandin. Êdî erkê serketinê  karkirin, qezenc kirin û zengîn bûyîn e. Çavkanî jî  ne pêwîst e. Fabrîka, banke, borsa û erkên wan dîyar in; lê nebe beşdariya çeteyan; firotana tîlyakî, şêlandina xezineya dewletê, bankeyan, şîrketan, rêxistinan an jî kesan; dizîna hemu hebûn û hêjahîyan; ji bo destxistina qezenca hêsani bi riya fuhuşê firotana ferdên malê wek jin, qîz, kur; avakirina partî fîlm û berhemên pornografîk; xwarina her cure bertîlê; xizmetkariya her terîqet, dewlet, îstîxbarat û rêxistinan; avakirina çete, rêxistin, terîqetan û  hwd rewa ye. Sinc, şan, şeref, însanîyetî, merdî, dostanî, evînî, bawermendî jî li gorî vê dîyar dibe. Heke pere hebe hemu têne firotin, an jî tên kirîn. Lê tenê  pîvanek, krîterek heye: divê li gorî zagonê be ku, di rastiyê de zagon van kiryaran qedexe nake lê çarçoveyekê  dîyar dike û kesên derdikevin derveyî çarçoveyê  asteng dike, û divê ji bo rewabûna çavkaniyê gav bên havêtin. Wekî bexşîş dayîn, sazîyeke cîvakî, olî an jî xizmetguzarî, beşdariya organîzasyonên spor û xelatkirinan kesên navdar û herwekî din.
Wê gavê hertişt tê şuştin û  herkes di nav pergalê de ciyê xwe digire. Êdî pergal xwe bi xwe wî kesî diparêze.
Û di vê rewşê de hergav rapor tên pêşkêşkirin, qala parvekirina zengînîyan tê kirin û her sal jî daneyên lîsteyên zengînan tê daliqandin, an jî çarçoveya xetereyên hejariya mîrovên cîhanê tê şîrovekirin. Ne hewceye ev cardin li vir bên rêzkirin.
Lê divê bê zanîn
Yek: Zengînan zengînîya xwe ne ji jîrbuna xwe, ne ji serwextiya xwe, ne jî ji kedkariya xwe girtine.
Didu: Hejar hejariya xwe ne tiraliya xwe digirin, ne bêkêrbuna xwe, ne jî korezanîya xwe digirin. Zagon, dem, destgeh û pergala avakiri hîmê zenginiyê ji zengînan re, himê hejariyê ji hejaran re dihûne.
Ne hewceye hemu pergala qapîtalîzmê ji bo vê îdîayê têxin mijara guftugoyê. Lê tenê  mînakek ji bo hîyerarşîya hindurê netewdewletê û  navneteweyî divê bê pêşkêşkirin.
Em cudatîya di nav hêjahiya pereyên dewletan destnîşan bikin. Heke balê dikşîne di cîhanê de dolar, yen, euro, sterlîn, frank perê herî hêjane û  di qada navnetewî de xwedî bihayê xwe ne. Û nîşana zengînîya dewleta ne. Perê çîn, rus, hîndîyan, tirkiye an jî ereban ne li holê ye. her çiqasî bi qanunan qîmetê peran bê guhartin jî guherbariya wê ye navnetewî rolek giring dilîze. Divê heyamê de li gorî dolar bihayê wan çi dibe bila bibe, ne perê erebên zengîn, ne jî perê tirkan, persan, rusan an jî dewletên latînî derbas nabe. Ji ber ku zengînîya zengînan, hîyerarşî û sazumankariya dewletê, hilberîn û afirandina patent, zanîn, û teknolojîyê destekariyê nade. Yanî herçiqasî melîkên Ereban, serdestê kastên hindîstanê, kurê burokratên payebilind an jî rêveberê mafyaye ên Rusyayê di lîsteya zengînê cîhanê de cîh bigirin jî, zengînîya wan li welatê wan de ne xwedî pergaleke yekta û ristandiye. Loma wan jî pala xwe dane welatên rojavayî yê zengîn û li ser binesaziya wan xwe li ser pîyan digirin.
Em werin pergala li van welatan û têkiliyê  hêjahiyên pereyan. Maaşê karkerekî li almanyayê kêmasî  1300 Euro ye. Heke vê kêmtir be dewlet destekariyê dide. Kesekî vala ye û kar ji destê wî nayê  salê ji dewletê navbeyna 7.000 Euro alikariyê digire. Piraniya van jî pênaber in. Yanî kesekî herî  xîzan wekî pênaberekî Kurd royê 20 Euro digire.
Karkerekî li bakurê Kurdistanê  an jî kurdekî karker li tirkiyeyê bi avayekî  fermî mehê asgarî nêzîkî 230 euroyî  digire ku ev kesan di nav cîvatê de bijarte ne. Wekî rastiyê  heke qezenc ji serê kesan bê belavkirin Li Kurdistanê, ne mehane, incax salane 500 euro ye. Ev jî rojane bin 2 Euro ye.
Bi hêsanî Kurdekî Kurdistanê li gorî pêvana rojane deh qatî zêdetir kêmî Kurdekî  Almanayê pere dest dixe. Lê li vir nayê wê wateyê  ku Kurdê Almanyayê çend qatî zengîntir e. Ev şaşitî  ye. Ji ber ku heke nanek li tirkiyeyê 20 Centî be li Almanyayê  ew nana 2 Euro ye. Wê wextê Kurdê Kurdistanê  10 qatî erzan distîne. Û bi vî awayî berawirî  hev dibe.
Di encamê de herdu Kurd jî di hêla debarê  de nav tengasiyê û tunetiyê de ne, herdu jî  hewceyî alikariyê ne, herdu jî di pileya hiyerarşiyê  de bindest in. Lê zenginiya Almanyayê bi alikariya dewletê  ya rêkûpêk vê telafî dike. Li kurdistanê jî  hemu cîvata malbatê dest dide hev û encax debarê  dike, an jî car caran wek kirinên AKPê vê dawiyê  di dema hilbijartinan da alikariyê ji bo dengan digirin.
Lê heke em di qada navnetewî de herdu Kurdan ruberî hev bikin. Kurdê pênaber dibe xwedî  avantajeke mezin. Wekî sexbêr be û ji 7000 hezaran 500 euroyî bide hev, dikare li Antalyayê bi hêsane di oteleke 5 stêrk de çend rojan wek turîst derbas bike ku ev beranberî  qezenca saleke Kurdê Kurdistanê ye. Heke Kurdê Almanyayê  pîleyekî jor be, yanê bixebite û ji qezenca salane ya 15000 Euro’yî 5000 hezarî bide hev piştî çend salan dikare Tirkiyeyî avahiyekî, an jî dikanekî  bikire û çend kesan jî ji xwe re wek karker bigire.
Cudatiya van herdu Kurdan girêdayî zenginiya dewletên lê dijîne û hîyerarşiya navnetewîy ye. Heke em vê gelemperî bifikirin. Sermayedarekî Amerîkî, Almanî, Fransî an jî Japonî, li çînê, li Hindîstanê, li Amerîkaya Latînî Fabrîkeyan diçikîne. Ji ber ku wir erzan dideçêkirin û li welatê xwe biha difiroşe. (Wekî  mînaka jorîn nanek li kurdistanê bê pijandin lê  li almanayê bê firotan), bi saya serê cudatiya bihayê  malê xav, karkerên erzan û baca kêm di dema hilberînê  de an jî firotana biha di dema berxwarinê de hergav zengîn daha zengîn dike.
 
Serencam
Hîyerarşî êdî buye rengê şaristaniyan. Herçiqasî dijberên vê pergalê hebin jî dîsa di rewşa îroyîn de bêyî wê nikarin tiştekî  rêbixin. Wekî mînakên jorîn serîhildanên pêxemberan ji Îbrahîm heya Musa, İsa, Mihemed, Zerduşt û Manî  yê Rojhilata navîn, anjî Konfîçyus, Buda û Lao Tse yê Asyayî pêka wê nehanîn. Rêveberên cîvakî  an jî polîtîk wek Marx, Lenîn, Che Guevera, Mahatma Gandî, Nelson Mandela, Marîya Teresa, Martîn Luter Kîng her çi gotin jî bi dil an jî bê dil veguherîn û bûn malê pergala heyî.
Lê hê çîrok berdewam e. Hê hêvî  hene. ji ber ku evîn nemiriye, dorbêç bibe jî hê dengê  hunermendin afirîner tê, hê bîhna kesên ku baweriya xwe bi peran naguherin în tê. Hê niqaşên mêjiyên ji bo azadiyê  ramanan li ser bergan rêz dikin têne xuyanê. 
 
Ehmed Pelda

 

 

 

Li Kurdistanê Sazûmankarîya Aborîya Veturi (Klasîk)

e-Posta Yazdır PDF

Herçiqas di rewşa îroyîn de Kurd hêla aborî ve belavela bûne jî di dîrokê de xwedîyê dewlemendîyên mezin in. Gava ku min li Kurdistanê lêkolîn pêk dihanî ez hevruyî gelek tiştên balkêş bûm. Min fahm kir ku ez di van şert û mercan de tena serê xwe û rê û rêbazên aborî ve nikarim serkevim. Divê bi awayekî sazumanî di navbeyna demeke dirêj de xebatên lêkolînî li ser beşên aborî, cîvakî, antropolojîkî û dîrokî bên kirin. Û bi teşeyekî zanyarî, ramyarî, rebazî bi tevbinî nirx û hebûnên Kûrd û Kurdistanê bêne hunandin.

Devamını oku...
 

“Gûftugoyên Li Ser Nasnameyê û Pêşniyareke Nu”

e-Posta Yazdır PDF

Destpêk

Mîrov kîjan taybetiyên xwe ve xwe didin naskirin? Kîjan li ku derê hewce ye? an ji bo xwe dayina naskirinê kîjan nasname ne pêwîst e? Gelo nasnameya cîvata û kesan wek hev e? An jî li ku û ji ber çi hev cuda dibin?

Devamını oku...
 

Eko-stratejik girdap ve öküzün hikayesi

Kürtlerin yaşadığı coğrafya tüm dünya güçlerini tarih boyu ilgilendiren bir öneme sahiptir. Son olarak Roj TV, KNK, daha önce yerel siyasetçiler ve belediyeler ve genel olarak Kürtlere tüm yönelimin temelinde bölgenin ekonomik ve stratejik boyutu belirleyidir. 

Kürtleri temsilen ortaya çıkan bütün aktörler kendi çağının en güçlü devlet veya siyasi yapılarıyla karşı karşıya kalmışlardır. Çünkü burası; ilk üretimin, ilk mübadelenin ve ilk ticaretin başladığı coğrafya veya kesişim noktasıdır. Ü...

Devamını oku...

Kürtler;kriminal ekonominin işçileri

Henüz teori üreten bir toplum değiliz. Yaşamın boyutlarını kurgulayabilen, bu kurgulara gö...

Haydi artık kabuğumuzu kıralım!

'Devlet bu yıl et ithalatına izin vermeseydi, elimizdeki ticari hayvanların piyasası iyi o...

Kriz çanları tekrar hareketlendi

Peşpeşe gelen 'kriz' haberleri küresel krizin yeniden 'canlandığı' konusu gündeme getirdi....

Kapılar tamamen kapalı

Bütçe açığı, ortak para birimi euroyu kullanan 16 ülke için öngörülen yüzde 3 düzeyinin ...

 

Belkî ....

Kürdistan’da Ekonominin Tarihsel Gelişimine Giriş

More:

Tutarlı argümanlar gerçeğe toslarsa

More:

Bulletin most read