Jiyaneke bênasname gengaz be jî, dê di şert û şirûtê jiyanê de ev ne daxwazeke di cih de be. Di rewşeke wiha de ne “ez” dikare bibe tiştek ne jî “em”. Wê çaxê dê di vê wateyê de ez ango em’eke ku bi binkeftinê were rexnekirin jî li holê nemîne. Ji ber hindê nasname bi awayekî, parçeyek jênager ê jiyana mirov e.
Kovara demsalî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Kovara Zend bi naverokên têr û tijî yên der barê zimên de kêfxweşiyekê dide mirov ku bikaribe mirov bi nivîsên akademîk pirs û pirsgirêkên zimanê kurdî hîn bibe û li bersivan bigere. Di hejmara Zivistanê ya 2008’an de bi sernavê “Gotûbêjên li ser nasnameyê û pêşniyazeke nû” nivîsa Ehmed Pelda hatiye weşandin. Ehmed Pelda xwestiye mijara nasnameyê têxe rojeva nivîskar û xwendekarên kurd: “Heyanî nasnameya sereke û şaxên wê neyên çareserkirin, tu carî ji kesî re nikare rû bi rû be. Ji bo çareseriyê divê ji neteweyan re serxwebûn, ji gelan re serbestî, ji kesan re azadî hebe û pergal li gorî vê bê sazkirin.” Pelda di pêkhatina nasnameyê de rola nijad û ziman, rola ol û bîrdoziyê û rewşa kesîtiyê nirxandiye û ji bo çareseriyê pêşniyar araste kirine: “Kes, kom, civat û neteweyên li derveyî nijadkujiyê mane jî bi asîmîlasyonê re rû bi rû mane. Ziman, çand û hişmendiya van neteweyan bi riya perwerdehî, pergal û têkiliyan tê tunekirin. Di vir de armanca nijada serdest û asîmîlasyonîst ew e ku hemû reng û cudatiyan di nava xwe de bihelîne û her kesî bike parçeyekî nijada serdest. Dirûşmeya yek dewlet, yek netewe, yek al, yek ax bi vê armancê tê bilêvkirin.”
Mirov dema ku bala xwe dide berhemên li ser nasnameyê, çêtir tê digihîje ku ev mijar bi serê xwe kana aloziyan e û dixwaze yekser li ravekirinan bigere. Yek ji nivîskar û ramangerê pirhêl Amin Maalouf bi berhemekê serê xwe bi vê mijarê re êşandiye û pirsgirêkên serdema me bi gelek hêlan aşkera kiriye. Maalouf di destpêka pirtûka xwe Nasnameyên Mirinokî de wiha gotiye: “Jiyana min a nivîskariyê hînî min kir ku ez xwe ji bêjeyan biparêzim. Yên herî aşkera xuya dikin gelek caran ên herî bêbext in. Ji van qaşo dostan yek jê jî ‘nasname’ ye. Em giş dibêjin qey ev tê çi wateyê û ew fisek fisek berevajiyê wê bibêje jî, em baweriya xwe ya bi wê didomînin.” Ger bêjeya ‘nasname’yê ew qasî bêbext e û dema ev bêje were bilêvkirin, divê em bi guman li meseleyê binihêrin, wê çaxê divêtiyek bi ravekirina vê têgehê heye.
Ehmed Pelda hekariya ol û bîrdoziyê ya li ser nasnameyê wiha destnîşan kiriye: “Her netewe, çand, civat, pergal û war li gorî raya xwe her ol û ramanê şîrove dike û di jiyana xwe de bi cih dike. Di encamê de cure û celebên destpêkê şax vedidin û ev jî dibe hîmê werçerxana raman, ekol, dîtin, şîrove, guftugo, hêvî û daxwazên nû. Mezheb, terîqet cemaat, kom û komik an jî ekol li ser van şaxan bilind dibin.” Berevajî Pelda, Maalouf li ser bandora mirov a li ser ol û bîrdoziyan sekiniye. Ji ber ku kesên ramanên olî û bîrdozî di civakê de didin bicihkirin, mirov bixwe ne. Û bi vî awayî jî, kes ji ber sê egeran bi yên din re ji hêla sincî ve rû bi rû dimîne. Yek, ji ber hevpariya heman nasnameyê; du, ji ber cihêrengiya nediyar a di ser nasnameya xwe re; sê, ji ber hêrsa li dijî xusûsiyetên birik ên rewşa mirovatiyê.
Malbat, kes, xelekên sûc, xwebûnên olî, komikên herêmî, parçebûnên nijadî, wekhevî û cihêbûnên zayendî û nêzîktedayînên etnîkî dibe sedem ku bi tomerî bandorê li ser nasnameyên mirov bike. Ancax, dewlet navenda fermî ya çalakiya kolektîf a xwedî hişmendî ye ku bi riya saziyên xwe berê mirov dide yek ji wan ango hin ji wan nasnameyan. Dewlet ku bi hemû dezgeh û saziyên xwe rêjeyeke bilind a mirovan di nava nasnameyên diyarkirî de hefs dike, bi jiyana kapîtalîstî ku li hemû qul û qulaseyên cîhanê siyaseta xwe diyar dike, roj bi roj mirovên ku bi gelek hêlan dişibin hev diyarî me dikin. Amin Maalouf bi awayekî îronîk vê pirsgirêkê wiha şîrove dike: “Ger îro em cihêrengiyên xwe bi hêrseke mezin derdixin pêş, sedem ew e ku em roj bi roj kêmtir dibin xwediyên cihêrengiyan. Çinku ligel pevçûnên me, ligel dijminantiyên me yên salên bihurî, roj bi roj em cihêrengiyên xwe kêmtir dikin û wekokiyên xwe hinekî din zêdetir dikin… Di demeke nêz de em ê ber bi cîhaneke bêreng de herin ku dê zimanek lê were axaftin, dê ji olekê were bawerkirin, dê her kes li pêşberî televizyonê heman sandvîçan bixwe û li heman rêzefîlmên Amerîkanî temaşe bike.”
Maalouf di destnîşankirinên xwe de mafdar e. Çinku serencamên van tiştan di roja îro de li ber çav in û mirov ne sêhezar saliya xwe ya berê, sê sal beriya xwe nema bi bîr tîne û ji kakilê xwe bi dûr dikeve. Weke Marc Bloch gotiye jî, “Mirov ji bavên xwe wêdetir, zarokên demên xwe ne.” Wê çaxê dê mirov nasnameyên diyarkirî yên di dema xwe de bipejirînin û ji paşxaneyeke qedîm bêpar bimînin. Ez ê nivîsê bi gotina Ehmed Pelda biqedînim: “Gotina, ez misilman in, ez elewî me, ez kurd im, welatparêz im, sosyalîst im û hwd, di heman katê de xetekê dikişîne navbera te û hinekan û dikare li ber têkiliyan bibe asteng. Li dewsa van, heke em bipirsin, tu kî yî? An jî, ez kî me? Heke weke bersiv bibêjin, ez felankes im, felan karî dikim, xwediyê vî pîşeyî me… wê wextê mirov dê bi mirovan re rû bi rû bimînin. Taybetmendiyên kes dê derkevin pêş, kesekî xwe çawa afirandibe, kesekî jiyana xwe çawa nîgar kiribe dê li gorî wî têkildarî hebûnê bibe. Belê ev li ser navê kesekî, însanekî azadî ye, serbestî ye, xwexwetî ye. Li gorî min asteke pêşketî ye. Û em dikarin vê wekî nasnameya kesane bi kar bînin.”
* * *
DERWAZEYÊ ÇAVKANIYAN
- Zend, Zivistan 2008, Ehmed Pelda, Rûpel: 55-62
- Nasnameyên Mirinokî (Ölümcül Kimlikler), Amin Maalouf, YKY
- Nasname û Cihêrengî (Kimlik ve Farklılık), William E. Connolly, Ayrıntı.
Ev Nivis Jı Azadıyawelat hatıye gırtın.






