Di cîhana îroyîn de xweparasatina înasan ji hêla nasname, çand û têkiliyên cîvakê ve zor û zehmet e. Çuyîn hatina însanan di navbera erdnigariyên curbecur, ji ber pêdîvîya kardîtîn û xebatê cîh guhartin an jî terikandina welêt, dîsa radeya perwerde û pêlazîmîya wê a têkildariyê jî hertim rengê çand, nasname, raman û dîtina kesan diguhurîne.
Lê ev guherîn jî di nav xwe de mijara guftugo û gotubêjane. Ji ber ku hinek guhertin hinek encamên baş derdixin pêş, lê hinek jî encamên ne wekî dilê mîrovan derdixin pêş. Em bêjin mîrovekî zanîngeh û unîverîste xwendiye, beşdarî kar û xebatên cîhêreng bûbe û gel û cîvata xwe re jî bi dostanî û hevalbendiyê bimeşîne mînakeke baş li ber çavan radixe. An jî wek piraniya cîvata me kesekî ku neçûbe zanîngehê li tênê xwendinê hînbûye, ancax çuye û gelek welatan geriyaye, her welatekî hinek dost, heval û hogirên wî pêk hatibin, ji hêla kar, xebat û aborî ve xwedî ceribandinên cuda cuda be, wekî din ji pirsgirekên cîhanê re eleqedar be, ji bo vê jî hinek rojname, kovar û pirtukan bixwîne, an jî beşdarî komele, partî, rêxistin, civîn û cîvatan bibe wê wextê ew jî têdigihêje û dikemile. Ev jî mînakeke erênî ye. Lê hinek mîrov hene di destpêka jîyana xwe de heya dawîya emrê xwe tenê karekî dikin, tenê li cîhekî jiyana xwe derbasdikin, tenê hinek însanan re têkildarin, wekî din tu beşdarî kar û barê mîrovan, cîhanê nabin. Ev jî mînakeke ne baş e. Ev kesên han ne kêrî xwe, malbata xwe û ne jî kerê mîrovahiyê tên. Mixabin hejmara van însanan jî zêdetir. Wekê em bejin mîrovekî 30 sale hatiye Ewropayê û tenê di fabrîkeyekê de dest karekî kiriye û xencî vê jî tu tiştek nekirî ye. An dikanek an jî îmbîsek vekiribe û hemu jîyana xwe li dorûberê vî karî meşandibe, ev însanan mixabin ne tenê cîvatê, kêrî xwe, zarên xwe û malbata xwe jî nayênê. Ji ber ku jîyan diguhure, pêdivî diguhirin, mîrov, cîvat, pêlazîmî, teknolojî diguhirin. Dîsa însan xwe jî diguhure, kalbûn, pîrbûn, mezinbûna zarokan, daxwaziyên wan gelek pirsgirekan tîne pêşberî însanan. Ê hê hêla mejî ve heke ew kes wekî hîss û kesanîya gund ve jîyana xwe didomîne tu nagihêje encamekî û êdî ji bo xwe jî, ji bo heval û hogiran jî dibe serêşî, kul û keder. Tengasîyeke din jî girêdayî rewşa nifşên nu ye. Ew jî li welatên ku lê hatine dine re têkildarin. Ji ber ve yekê di navbera zarokan, keç û xortan û dê û bavan herdem tengasî, hevnekirin û guftugo hene. ji ber ku her yek girêdayî çandeke dinê ye. û herkes jî di rewşa xwe de israr dike. Encax heke em hinekî hewlbidin êdî rewş evqasî jî ne xerabe. Heke em xwe hinekî hinî van gotinên hanê ku wekî jîyana pirçandî, pirzimanî û pirerdnîgarî bikin, wê wextê gelek tengasiyên meyê jî wê çareser bibin. Wekî em gotina pirçandî binirxinîn. Kesekî ku hem çanda kurd, hem çanda tirk, hem çanda ewropî nasbike êdî dikare cuda cuda însanan, jîyanan, pirsgirekan bi hevre dahurîne û bigîhêjîne encame rasterê û serketî. Êdî ji bo vê yekê pirzimanî jî şert e. Wekî zaravayên kurdî yanî kurmancî û zazakî (kirdkî) zimanê ewropî, zimanê tirkî çiqasî baş bê zanîn têkilî danîn, şopandina agahî, mijar û pirsgirekên gelan, çandan, cîvatan baştir dikarin serederî bikin. Dîsa bi van ve girêdayî pirerdnîgarî jî hinceteke giringe. Kesekî welatê xwe, tirkiyeyê, ewropayê û deverên cîhanê din jî geriyabe dikare gelek tengasiyan di serê xwe de çareser bike û cîvatê re jî têkildariya xwe xurt bike. Belê lê dîyare ku ev gotinan zêde zehmetiyê didin ber mîrovan û tu kes di nav van şert û mercên aborî de nikare tiştekî bike. Lê mîrovên me, ji bo vê yekê jî çareserîyek dîtine. Wekî avakirina komeleyan bi navê dernek an jî Vereîn, bûye çareyeke hêja. Organîzasyonên wan, mîhrîcan û festîvalên wan, çalakî û lidarxistina programên wan gelek pirsgirekên kesanî û şexsî bi hêsanî çareser dike. Dîsa malperên (hompage) herêmî jî roleke giring dîlîzîn. Her gundek, bajarek, navçeyek xwedî malperekê ye. heya bigre kes jî xwedî ne. Bi saya van malpêran herkes dibe xwedîyê agahîyên herêmên xwe, însanin xwe, wêneyên xwe. Disa dikarin daxwaziyên xwe jî pêşkêş pikin. Êdî her kî li ku be bila bibe heke di mala wî de computer hebe dikare li welatê xwe, dostên xwe haydar bibe. Kê bibe endamê komelekê an jî çalakiyên komeleyan bişopîne dikare bi dil rihetî beşdarî organîzasyona bibe û dost, heval, hogir, pismam û lêzimên xwe bibîne û dilgermî ji wan re têkildar bibe. Di encamê de computureke bi înternetê girêdeyî û kêmanî ji têkildariyeke bi komeleyêkê re gelek deriyan vedike






