Di vê meha em tê de ne tiştekî ji we bipirsim. Gelo hun navê “Mekke û Medîneyê” li ku hatiye. Dizanin an na?”
Ez îddîa dikim hun nizanin an jî kêmî we dizane. Le ezê bi kurtayi vê hikayetê ji we re bibejim. “Li gorî saloxa salixdanan wexta ji terefê xwedayê Rebilalemîn bavê me Adem û Dîya me Hewa hezretlerî hatne li ser ruyê erdê û însaniyetê jî destpêkir. Adem pêxember wek mêraniya xwe çav berî Hewayê daye û dixwaze pê re be. Lê ji ber ku teze hatiye riyê erdê û nenasê der û dor e, Hewa hinekî fikaran dike û naxwaze têkili tiştekî bibe. Encax Adem zorê didê ku pê re be. Ji vê yekê Hewa hezretlerî îtîraz dike û bi hêrs û qehrekê ji Adem pêxember re dibê je “meke Adem meke,” lê Adem tu gudariya wê nake û bi navê xwedê selewatê tîne bi ya xwe “dike”.
Belê li wê derê Hewa ducanî dimîne û piştî neh meh û deh rojan jî zarên wan bi hewalcêwî û wekî qîz û kurekî çêdibin. Êdî navê vî warî jî dibe “Meke”.
Piştre Adem pêxember û Hewa hezretlerî wextekî derdikevin seyranê. Heyanî cîhekî diçin û demek dibihûre Adem dîsa har dibe û dor li Hewayê dizivire û xwe dihavêje ser wê. Hewa pêkê pê nayne û xwe teslîmî Adem dike. Lê li bala wê dikşîne ku hemû ajal û sewal û heywan û nebat û hebûn wan temaşe dikin. Ji ber vê Hewa hezretlerî bi şermana dibeje lolo Ademo ser gêj û qaf saro hemûyan “me dîne” (li gor hin gotinên gotiyan Hevayê gotiye “me dîtîne” li piştre bilêvkirina peyvê guheri ye). Lê Adem dîsa gura wê nekiriye û dilê xwe rihet kiriye.
Dîsa li ser daxwaziya xwedayê dilovan piştî neh meh deh rojan hevalcêwîyê wan wekî qîz û kur hitine dinê. Navê wê herêmê jî bûye “Medîne”
Belê hikayeta me ev e. Lê encam çiye û gelo min çima bi vê hikayetê dest nivîsa xwe kir?
Belê bavo û birano, xuşk û xwebilyano, ez dixwazim bala we bikşînîm li ser du mijaran. Yek, wekî bala we jî kişandibe, navê “meke û medîne”yê kurdî ye! Li gorî vê jî kurdî koka hemû zimanan bûye!
Lê çawa! We dit tu hun ji tışteki nızanın. Tenê ez dızanım. Lêêê....
Didu, ez baş zanim niha hun henek û qerfokên xwe ji van gotinên min dikin, lê ez bêjim, heyanî wexteke nêzîk jî ev hekayata şêx û meleyan ji feqîyên medreseyan re an jî cemaetên roja inîyê dihatin nimêjê re bi şêwazeke cîddî wek bersîva pêkhatina însanîyetê û gelek pirsgirekên felsefî û zanistî pêşkêş dikirin. Wellehi ev gotına mın ne henek e û rast e... Hım icar ev têz ne aidi mın e. Jı ber ku çavakaniyên hım nıviski hım ji zindi hene.
İro hê bawermendê vê têzê jî hene û ne hewceye navê wan û navê pirtuka wan bibêjim lê sîyasetmedarên me ne, navdarin û navdarên meşhur in jî. Ewqas bese...
Em werin riyê dinê û encameke dine ji vî aliyê vê meseleyê bigrin.
Hun jî baş dizanin malmîrata guherîna jîyana însanîyetê roj bi roj me jî hildide bin bandora xwe. Mixabin em jî, hizkî bi dil hizkî bê dil, beşdarî vê jîyana malkambax bune û wekî niçikekî çerxê heybire bi vê pergalê re dizivirin û diçin. Gelek caran hişê me hin tiştan nayne ku em riya rast bidin li ber xwe û kare xwe nola merivê kurê merivan bikin. Edî serê me buye dew ji ber tevlîhevîya mijarên sîyasî, felsefî, aborî û hin tiştên dinê ve diçeliqe.
Lê wekî tê zanîn edî di vê şaristaniya îroyîn de, di rewşeke weha de danişmendî tiştekî pêwîst e ku em hinekî kela serê xwe bitemijînîn û hêla psîkolojîk ve piçekî rihet bibin. Ev welatên pêşketî ji bo van tengasîyan hinek metod avakirine. Em bejin ji bo her mijarekê beşeke zanistî heye û zanayên vê ji li gorî pêşketina xwe heya profesoriyê jî nav û nîşanan hildigirin.
Lê hê ev pergala me saz nebûye û em bersucê vê yekê jî diwletên neyar û dijmin wek hincet nîşan didin. Her weha hinek zana û pisporên me tu hewecedariye avakirina van tiştan jî nabinîn û şaristaniya me ye girêdayî erf û edetan diparêzin. Bi rastî li gorî dem û derfetan hinek guherînan pêk tînîn. Daku vala jî nesekinîn û li gorî kan û îmkanên me zana û pisporên me jî rê û rêbazan diafirînîn.
Heke hun ji min pibipirsin ku, ev kîne?, ezê derhal ji we re bibêjim ev bi tecrûbe û zana û karîne û kiryarên xwe ve digihêne hezaran sal berê. Bi hebûna qewmê Kurd ve heya niha xwedî cîhekî hêjane.
Belê ez Qala Rîspîyên me dikim....
Nizanim ji ber qafqalindiya wan e, an ji ber kêmasî û neçariya me ye, belkî jî ji ber nemuş û huner û zanîn û karîna wan e, hê hene û ya ku tê xuyanê wê hê jî hebin.
Ji we jî tê xweyanê ez ji rîspîyên me bêzarim. Gava rispiyên netewên din bi navê navdar wek “obdusman” tên binavkirin ku kesên xwedîyên zanîn û tecrûbeyên hêja ne. Dîsa di rêveberiya dewletê, karên şirketên mezin an jî xebatên zanistî û cîvakê ên payebilind de cîh girtine, bi awayekî sîstematîk û rêk û pêk di dema pirsgirekên netewî, sîyasî, an jî gelşeyên cîvakî de danişmendiyê, navbeynkariyê û karê hevhanin û hevpêymaniyê dikin. Ji ber vê yekê ji di nav gel de xwediyê qedr û qiymeteke giranbiha ne.
Lê çarçevo û kiryara rispiyên me çawa ye ez wekî çend mînakan li ber çavên we raxim û biryarê jî ji we re bihêlim. Heka mafê bêzari û nerazibûna mın heye an na!
Wek mînak ji yekî re gotine “em bendî mezintayi û rêliberxistina te ne” wî jî gotiye “hay hay li ser seran li ser çevan. Ji min qebûl e.” û pişt re daxwazi rêz kirine.
Gotiye “ji min re buroyek lazim e,” danê
Gotiye “ji min re sekreterek lazim e,” keçeke pir ziman zane û her tiştê xebatên buroyê li dest tê dane ber xizmeta wî.
Gotiye “ji min re computer û hacetên teknîk lazim in,” danê
Gotiye “ji min re avahiyên ku ez lê bimînîm lazim e,” denê
Gotiye “ji bo mesrefa mal, buro û sekreterê û pêlazimiyên mine taybet jî pere lazim in” û rêk û pêk pere jî ketiye hesabê wî.
Welhasil kelam her daxwaziya wî hatiye cîh
Û bi coş û hêyecanê herkes bendî gotin û fikr û raman û pêşniyar û rêliberxistinên vî rehber û rispîyên mezin bune. Roj pey rojan, meh pey mehan lê tu deng derneketiye.
Rojekî çend kes zîyareta wî dikin. Dikin li firofehşî dibin. Hevrûyî gilî û gazincên vî Rispîyên me tên. Dibêjin “heyran derdê te çiye, heman bêje em bînîn cîh”.
Rispî dibêje “ez tenê me têkiliyên mi tunene ji min re têkiliyan darxinîn. Dîsa ji min re pozîsyanekê peyda bikin ku mevkî û meqama min bila hebe. Gava ez derkevim pêşberî însanan bê nav û nîşan bim nabe,” ev daxwaz jî tê cîh. Jê re sazî û dem dezgehekî bi tevî endaman, xebatkaran tê avakirin û rispîyê me bi navê başakanîyekê tê binavkirin.
Û dîsa herkes bendewarê rispîyê me ye û hê jî herkes hêvîdar e.
Bi rastî jî ji rojan ji rojekê nivîsekê bi riya sekreterê xwe belav dike û herkes bi meraq radihêje nivisê û dibêjin “heka çi fikr û ramanên hêja hene ku riya me vekin.” Bi kurtayi di nivîsêde weha tê gotin “ez felankes im. Felan cîhî bêvan tiştî dixwim û vedixwim. Bi felankes û bêfankesê re radibim û rudinêm. Xwediyê van meqam û mevkiyên han im. Ji ber vê yekê gotinên min hêja ne.... û... min êş û tengasî tespît kiriye. Guhê xwe bidin min. ez dibêjim: ‘cîvata me, gelê me nezan e, cahil e, bê serî û berî ye, bê rê û rêber e’ ... û ...”
Belê ne hewceye ez dırêjbıkım û bı kurtayi bıbêjım wekî vê gelek gotinan rêz dike. Lê kesên ku vê nivîsê dixwînîn matmayî dimînîn, destê wan sar dibe, têbêyî ava kelîyayî li ser wan kirine û xwe şaş dikin ku dê niha çibikin.
Piştî demekê biryar didin û rispîyên me zîyaret dikin. Jê re dibêjin kû “birêzê me, hêjayê me evan gotinen te em jî zanin. Jixwe bo çareserîya vê me hun xistin taca serê xwe”.
Rispîyê me diqehire û bi lerz dibersîvîne “lolo lawikno gotinê min ne wek gotinên we ne. Hun çawa min û xwe ruberî hev dikin. Ez xwedî eşîr im. Nizanim dîroka malbata xwe ye çend sedsalan dizanim. Nav û navdariya kal û bavên min bê hed û hêsab e.”
Kef dêv dikeve û dewam dike “Hun qedr û qîmeta min nizan in. Ez xwedî meqam bûm, ez zengîn bûm, nav û dengê min hebû, heval û hogirê min bê hesab bûn. Min gişt ji bo we hîştîn. Min hemû fedakarî kirin. Lê niha hûn hatine ji min re çi dibêjin. Çi hedê we heye, hun ji kê bawer dikin. Di nav we de kesekî bibe hinkufê min nîne ku ez pê re bibim heval. Ez tenê mame. Di nav we de xitîmî me” û herwekî vê rêz dike.
Ziyaretkarek jê vedigere û bersîvê didê û dibêje: “birêzê min, sertacê min hurmeta me ji gotinên we re hene. lê di van şert û mercan de bi van gotin û kirinên we em nagihêjin tu encamekê.” Û pıştre bı durûdırêj qala mıjara meke û medineyê dıkû dıbêje “Meselyên îroyîn êdî bı hıkayetên meke û medîneyê nameşin. Ji ber wê êdî em nikarin bi we re bimeşîn.”
Li ser vê gotinê bi hêrs û qehrê rispîyê me diteqe û zur dibe û hindûrê çavê zîyaretkarê ku axivî dinihêre û jê re dibêje ku “Tu xwedî potansîyela îxanetê yî.”
Belê li ser vê gotinê êdî hev diqetin û hev dikevin. Ev şerê wan gelekî dimeşe.
Lê ne hewceye ez li ser vê bisekinim. Encax yak ku min bihîst, piştî demeke din rispîyê me ji xwe re dîsa cîvatek dîtiye û ji wan re ketiye danûstendinê. Li gorî gotina gotîyan herwext wekî nostaljîyekî qala serpêhatîyê xwe dike û pesnê xwe dide. Dibêje ku: “ciyê ku ez hatim kesî tiştek nizanibû. Buro, sekreter, hacet, mevkî, meqam hemu gişt min avakirin. Min ji wan re kir.” Û berdewam dike “heke hun jî destekê bidin mın ez dikarim wana ji we re jî saz bikim.”
Lêêêê we dît...
Belê belê ev rispîyên me gelek in. Lê êdî werin ez zêde serê we nehêşinîm û lîsteya wan jî pêşkêş nekim ku gelekî dirêj e. ez zanim nihava gelek nav hatin ber lêva we jî. Na na bilêv nekin. Em herin avek sar li ser de vexwin û wê baştir be. Ji bîr nekin... aveke sar.






