doza ray u ramane

birdoz

Tuesday
Sep 07th


Pesindayina tunetîyê heya ku!

e-Posta Yazdır PDF

Ji bo rêxistinên rêk û  pêk divê em hevruyî hinek rastiyan bîn. Herke rêxistinek nikaribe kedkar, rêveber û xebatkarên xwe ziktêrî bike ewê çawa ser pîyan bisekine? Tenê pirsgirek ziktêrî  jî nîn e. Divê xebatkarê rêxistinekî bilî  ziktêrîyê bikaribe pêdivîyên xwe ye çandî û  cîvatî jî bîne cîh. Di vê pêvajoya însanîyetê  de divê biçe sînemayê, şanoyê an jî cureyekî  hunerê re têkildarbe. Dawîya heftê du an jî du roj nîv, salê jî mehekî biçe betlaneyê. Li gorî  pêdivî, baldarî û hunera xwe danustendina pirtuk, amur û alavan bike û bi rêk û pêk bimeşîne.

Dîsa li gorî temenê xwe pedivî û dilxwazîya xwe kinc û rihela bikire. Ê hewceye ku her kes xwe serê  xwe malekî jî kirê bike, lê bimîne û  pergala xwe li gorî dilê xwe û mahremîyata xwe ava bike.

Belê  ez zanim niha hinek we yê bibêjin heyran tu henekan me dikî? An jî "kanê ew rojan! Tu jî hin tiştan davêjî  ber dilê me û me dixi bendewarê xewn û xeyalan" lê ez niha vê jî dibihêm "Tewlo tewlo, malşewîtî  çi dinyayê difikire. Di nav xewn û xeyalên xwe ye kûçûk burjuvayî de soberîyê dike. Ne bese îca berme dixe."

Tê  bîra min dema bi her avayî giraniya şer bû ez jî  xebatkarekî NÇM'ya îzmîrê bûm. Alîyekî neyar hemû riya êş, azar, şkence û astengî dabû  berme. Êdî kesî ber xwe nedidît. Lê alîyekî  ve jî tunetîyê riya me birîbû. Me nikaribû xwarina xebatkarên saziyê peyda bikira. An jî hin caran dest me ne dihat em biçin çalakiyan. Me nikaribû tu pêdivîyeke hevalekî  ya kesanî bihaniya cîh û ew dilşah bikira. Li ser vê yekê hin nexweşîyan destpêkir. Yek van jî verem bû. Di wê pêvajoyê de tiştekî bala min kişand. Erişên neyaran tawa me nedibir. Li ber şikence û tahdeyê wan hevgirtina me hebû. Tirs û xofa me nikaribû hêvî, bawerî û hevgirtina me têk bibe. Lê hevalên me bi awayekî din ji sazîyê dur diketin. Mebesta neçarî û hejariya tunetîyê sênca me dişkênand. Serê me ditewand ku me nikaribû hunera xwe pêşbibira, hêvîyên dilê xwe planên hişê xwe bihaniya cîh û pêşkêş gel, heval, hogir an jî derûdorên hunerî û çandiyê bikira.

Gava kesekî têderxista nikare hêvî û armancên mebesta hatina xwe ye vê saziyê êdî biryarek dida an dev jî sazîyê berdida an jî çarenusa xwe razî  dibû û berdewam dikir. Ji çuyî re gotineke me tune ye. Lê mayî wekî karbidestekî lê nanoziko û bêhêvî bû. Bi nanoziko dixebtî hêla hiş, raman, hestiyaran teng dibû. Xencî çend gotinên sereke û slogan êdî tiştek di rih û can de nedima.

Bi vî awayî ez zanim ku hezaran însan bi hêvîyan hat sazîyan û lê li ber neçarî, hejarî û tunetiyê  şikest û çu. Neyaran jî pêwîstîya aborî tê  derxistibû û ji ber vê yekê hemu rê û  dirbên gavhavêtinên me yê aborî dibirî. Ma kuştina hin karsaz û kardêran belasebeb e? Destdayîna li ser alav û  amurên me tenê karê hişmendiya neyarîyê bû?

Ez niha neteweyeke din bînim bîra we. Cihu. Neteweke belavela û  hemû wêrtasî û kambaxîyê însaniyêta çardorê  wan alîyabû. Tenê tiştekî bi pîyan man. Bazirganî  û aborî. Bi pereyan di nav netewan de bi cîh û war bûn. Sazî û rêxistin avakirin. Li gorî hal û  helwesta netewan sazîyên xwa domandin, kêm zêde hevkarî û  piştgirîya xwe domandin. Ne dikaribûn sîyasetê bikin ne jî  rêxistinên netewî avabikin. Lê giraniya xwe dan rêxistinên aborî, çandî û zanyarî ku û îro tê  zanîn ku gelek zana, feylesof û zengînên cîhanê yahudî  ne. Disa êdî lobîyên wan, rêxistin û çandiya wan serederîya rêveberîya cîhanê dike. Li herdeverên cîhanê sazî  û dezgehê wan mal û milkên wan hene û di encamê  de dewletek jî avakirin. Ji min dewlet qet ne pewêst e ya pêwîst ewe ku bune hêz û hemû amur û alavên hêzê, bend û nifteya bikaranîna hêzê xistine destê xwe.

Belê, dîrokê binêrin tûnetîya me an hebûna wan? Gelo dilê  xwe dihavêjine kê? Kîjanê ji kê re çi anî ye?

 

 

 

 

 

Eko-stratejik girdap ve öküzün hikayesi

Kürtlerin yaşadığı coğrafya tüm dünya güçlerini tarih boyu ilgilendiren bir öneme sahiptir. Son olarak Roj TV, KNK, daha önce yerel siyasetçiler ve belediyeler ve genel olarak Kürtlere tüm yönelimin temelinde bölgenin ekonomik ve stratejik boyutu belirleyidir. 

Kürtleri temsilen ortaya çıkan bütün aktörler kendi çağının en güçlü devlet veya siyasi yapılarıyla karşı karşıya kalmışlardır. Çünkü burası; ilk üretimin, ilk mübadelenin ve ilk ticaretin başladığı coğrafya veya kesişim noktasıdır. Ü...

Devamını oku...

Kürtler;kriminal ekonominin işçileri

Henüz teori üreten bir toplum değiliz. Yaşamın boyutlarını kurgulayabilen, bu kurgulara gö...

Haydi artık kabuğumuzu kıralım!

'Devlet bu yıl et ithalatına izin vermeseydi, elimizdeki ticari hayvanların piyasası iyi o...

Kriz çanları tekrar hareketlendi

Peşpeşe gelen 'kriz' haberleri küresel krizin yeniden 'canlandığı' konusu gündeme getirdi....

Kapılar tamamen kapalı

Bütçe açığı, ortak para birimi euroyu kullanan 16 ülke için öngörülen yüzde 3 düzeyinin ...

 

Belkî ....

Kürdistan’da Ekonominin Tarihsel Gelişimine Giriş

More:

Tutarlı argümanlar gerçeğe toslarsa

More:

Bulletin most read