em çiqasî ji xwe dûrketine.
Internet, tv, rojname, cîvat, cemaat, rêxistin, komel, serok, rêveber....
Her yek ji van têgihan me ji me dûrdixin. Gava em têkili wan dibin, derd û kûlên xwe ên rojane ji bîr dikin. Li gorî hewcedariya her têgihê karekî dimeşînîn.
çend deqîqeyan xwe ji van dûrbixin û hinekî bifikirin. Gelo em bi xwe çi dikin. dewsa van navgînan em jiyana xwe bi çi alavan tije bikin ku, kêrî me bê.
Asta pîşeya me, hûnera me, têkiliyên me, hevaltî û rêbertiya me xwedî çi pîvanê ye?
Qezenca me, debara me, derfetên ku em pêşkêşî zar, jin, mal heval û hogiran bikin çi ye? em hişê xwe çiqasî didin vê, an jî kedê jê re dirêjînîn.
niha ve dibihêm kû ez jî van hacetan bikartînîm, kû xwedî asteke ne kêm jî me. Wekî din jî xwe ji pirsgirekên cîvatê, teknîkê ji dûrxistin jî ne dirûst e. Tenê xwe bi malbatê ve girêdan jî hewceyê rexneyê ye.
lê ya girîng ewe ku divê em bi cîhekî destpêbikin û kapê xwe têxin destê xwe. an li mal destpêbikin û binemala xwe sazbikin. kû wê gavê mimkûne bi awayekî berbiçav destbihavêjine pirsgirekên gelemperî jî. an jî raste rast beşdarî van pirsgirekan bibin û rewşa hevaltî, dostanî, abûrî û malbatî jî li gorî vê sazbikin.
hela li dor xwe û xwe binihêrin. me herserê jîyanê nedaye hev. loma jî tevlîhevî û bêkêrî em hildane qepeceya xwe.
em carê dîsa ji xwe binihêrin.






