wîjdan, îrfan û îman...
Ev hersê peyvên erebî êdî bûne perçeyekî jîyana me û zimanê me. Kûrd, Fars, Tirk û hemû herêmên îslamê van peyvan bikartînîn.
Ev hersê peyv:
Wîjdan, îrfan û îman...
xwedî sêhr û wateyên girîng in. Gava deng vedîdin, zingîniyê didin dilê min. Barekî kiran divê.. divê ku însan bikaribe ji bin vî barî rabe.
bi rastî barê min barekî xweseriya min e û berpirsîyar jî ez im. Zîyana wê nagihêje herkesî û bi sînor e.
Lê ew bêbavên bêîman, bêwijdan u bêîrfan re emê çi bibêjin. Çaxê kû hemû çarenûsa me, roja me, hêvî û bendewariyên me girêdayî çend gotinên devê wan bin, êdî wê wextê mirin jî dibe para me.
ne tenê windahî, binçavî, girtin û sirgûniya mine xweser û ên wek min, hezaran gûndên şewîtî, mîlyonan sîrgûn, milyonan bênav û nenasîya netewa me bûye benîşt devê van.
Na êdî wîjdana min, îrfana min, îmana min vê nahewîne.
êdî ez, em, netewa min naxwaze rê bide çend gotinên devê we. an jî wekî gotina we "kirmizi çizgiyên" tû carî li hemberî vîna me, daxwazî û hêviyên me






