Herçiqas di rewşa îroyîn de Kurd hêla aborî ve belavela bûne jî di dîrokê de xwedîyê dewlemendîyên mezin in. Gava ku min li Kurdistanê lêkolîn pêk dihanî ez hevruyî gelek tiştên balkêş bûm. Min fahm kir ku ez di van şert û mercan de tena serê xwe û rê û rêbazên aborî ve nikarim serkevim. Divê bi awayekî sazumanî di navbeyna demeke dirêj de xebatên lêkolînî li ser beşên aborî, cîvakî, antropolojîkî û dîrokî bên kirin. Û bi teşeyekî zanyarî, ramyarî, rebazî bi tevbinî nirx û hebûnên Kûrd û Kurdistanê bêne hunandin.
Ez bawerim ku ji bo çareserîya tengasî û pirsgirekên îroyîn tecrûbe û mînakên balkêş yê têkevin destan. Hema em dikarin bibêjin di rewşa îroyîn de ji bo karsazên Kurd, pirsgirek henin. Ji bo yekîtîya wan gelo çi pêdivî heye û çî yê pêk bê? Rexistin û sazîyeke çawa yê saz be? Gelo kal bavê me çawa dikirin? Dema rewşa aborîya Kurdan têkuz bû çi dikirin çawa dikirin? Em bikaribin ji wan sudê wergirinîn?
Ez dixwazim bi vê nivîsê tenê çend mînakan pêşkêşî we bikim û hin tiştan li ber çavê we raxim. Ez bawerîm ku ev rê û rêbazên berê eger bi awayekî zanyarî bê nirxandin ji îro jî ê rê nîşanî me bide. Tenê bila em wateya wê fahm bikin û amûrên îro ve wê pergalê bikar binin. Hêvîdarim, wê demê karsazên Kûrd him yê bikaribin yekîtîya xwe bi pêş bibin him jî di nav bîyanîyan de hêla qayîşkaşana (rekabet) aborîya navneteweyî ve serbikevin
Colî, hevkarî, pîgarî, palute, zibaretî, şikatî, qibaleyî hwd. hinek cureyên hilberînên bi tevayî pêk tên in. Eger ev cûre zimanê bîyanîyan ve bên nivîsandin tengasî darî cavan dibin. Wek van têgihan wergerînîn Trikî bi tenê “îmece” derdikeve pêşberî me. Eger em bêhtir lê bikolîn, dikarin ji colîyê re bibêjin “hîssedarlik”; Ji hevkarîyê re bibêjin, “kollektîv”; ji zibaretîyê re bibêjin “îmece.” Lê ya yekem, ev peyv heman wateya didin, ku yek bîr erebî, yek bi Tirkî û ya din jî bi Îngîlîzî ye. A duyem, ji xêynî vê taybetîyê ev têgih di pergala kapîtalîst de têne bikaranîn. Lê têgihên Kurdî di pergala êlî (eşirî) de têne bikaranîn. A sêyem, ev têgihên biyanî peyvên meta û lihevguherandinê ne. Lê, di têgihên kurdî yên hevkar de meta û lihevguherandin tune ye. Tenê hilberîn û parvekirin heye. İncax xuya dibe ku cureyên vê hilberîn û parvekirinê zêde ne. Ji ber van sedeman bi taybetî di hêla lêkolînên cîvaknasî de ziman pêwîst e. Eger li ser ziman, cîvak, çand, aborîya neteweyekê lêkolîn pêk bên, hewce ye zimanê wê neteweyî bê bikaranîn.
Pîgarî:
Yek ji cureyên hevkarîyê ye. Dema karek hebe, ji bo pêkanîna wî karî, çend heb mîrov bi alîkarîya hev kar dikin û didomînîn. Taybetîyên wê:
1. Karê rojane nîn e. Bi mehan tê hesibandin
2. Ji destpêka kar heta qedandina wî berdewam dike.
3. Zêde kes nîn in. Gelemperî du kes in. Lê hejmara kesan diguhere.
4. Di nav wan de danûstandina diravan tune ye.
5. Qezenç çi be di nav xwe de bi nîvekarî parve dikin.
6. Kar li derveyî karê xwe digerin. Lê karê hev jî bi pîgarî dikin.
7. Yên ku karên xwe yên navmalê kiribin, pîgar kêmasî û zêdahîya kar nanêrin. Heta qedandina kar bi hev re dixebitin. Di encamê de parkirina berhema malê, navmalê tune ye.
8. Piranî di nav karkerên bi milê xwe dixebitin de ev tevgera hevbeş heye. Lê di nav sermayedaran de jî pîgarî heye.
Mînak; şivan bi gundiyan re peymanê girêdide. Lê bi serê xwe pêka pêz nayne, ku şivanîyê bidomîne. Ji ber vê ji xwe re hevkarekî peyda (bîter) dike û bi vî awayî dibine pîgarê hevdu.
Dîsa di hêla çandiniyê de yek pîgariyê pêşnîyazî yê din dike, dibêje “em karê filankesê bikin” an jî “îsal em hinek erdê bi awayekî nîvekarî bigrin, lê emê bibin pîgarê hevdu û kar bikin.”
Di hêla çandiniyê de berê xwedîyên zevîyan ji bo peydakirina amûrên (hacetên) çandiniyê jî, dibûne pîgarê hevdu. Ji ber ku kêmasîya amûrên çandiniyê dikişandin. Cotê hinekan hebû, gayê hinekan hebû. Wan alîkarî dida hevdu. Bo nimune; yekî digot, “gayê te heye, cotê min heye. Emê bi dorê bi hev re erdê rakin.” Yanê bibin pîgarê hev.
Col:
Piranî ji bo pergala çêrandina pêz navê col tê bikaranîn. Li gorî vê yekê, eger bira pezê yekî zêde be, ew ji bo xwe şivanekî digire. Lê mesrefa şivên lê giran tê, lewma ji gundiyan re pêşniyar dike ku ew pezê xwe tevî bira wî bikin. Wekî berdêla vê jî berxan ji wan distîne. Bi vî awayî mesrefa xwe kêm dike. Heta bigre jê re çend berx jî dimînîn.
Mînak: Ê ku şivan girtiye xwediyê 300 pezî ye. Bi şivan re ji destpêka biharê heta destpêka payîzê, bi vî awayî, merca xwe dibire:
1. Serê bîst pezî berxek e.
2. Hekê bedel ji 40 berxî zêdetir be, para zêde li şivên dikeve, (lê carina xwediyê peymanê dibêje, bedela te tenê 40 berx in, kêmasî an jî zêdehîya wê hejmarê bila ji min re be. Eger bi vî awayî be zêdehîya 40 berxî çi be ji xwediyê pêz re dimîne.)
Li gorî vê lihevkirinê (anlaşma) xwedîyê bira pêz incax 15 berxî di ber keda şivên de dikare bide (300:20=15). Hewce ye ku ji bo 25 berxan şivan wekî col bigire, ev jî bi kêmasî dike 500 pez (25x20=500). Li gorî vê, colek xwediyê 160 pezî ye û 8 berxan dide. colek xwediyê 100 pezî ye û 5 berxan dide Colekî din xwediyê 180 pezî ye û 9 berxî dide. Colê dawîn jî xwedîyê 200 pezî ye û 10 berxan wekî bedel dide. Bi vî awayî 8+5+9+10=32 berx ji colan tê, 15 heb jî ji xwedîyê pezê ku bi şivan re peyman çêkiribû, dide. Di encamê de dibe (156+32=47) 47 berx, ev bedel e. Li gorî peymanê yan gişt ê li para şivên bikevin an jî 40 heb li para şivên û 7 hebên mayîn jî dê li para xwediyê peymanê bikevin.
Sala ku peyman çêbûye şivan wê biçe ber 940 pezî. Eger şivan xwe pê nikaribe vê bira pêz biçêrîne biryarê dide û pîgarekî digire.
1. Bira pêz a ku şivên girtiye ji ya colan zêdetir e.
2. Pergala coliyê, bi piranî, ji bo pezê doşani (sagmal) ye. Lê ji bo pezê hogeç (kesîmlîk) jî gengaz e. Di vê hêlê de gelek mînak hene. Bes xwediyê bira hogeç, bi piranî, bi serê xwe şivanan digirin. Pezê xwe bi awayekî taybet diçêrînin. Çimkî pezê hogeç ji bo bazirganîyê tê xwedî kirin.
3. Şivan bo destmiza (ûcret) xwe berxê mihên doşanî digire.
4. Ji xêncî bedela berxan, kinc, sol, xwarin, mehê carê destûra li mal mayînê jî distîne.
5. Pîvan a bedela mal dîsa mal e (aynî rant). Lê vê talîyê bedel bi diravan ve tê pîvan (para rant).
6. Eger şivan ji xwe re pîgar nebîne an jî nexwaze, di peymanê de bedela wî kêm dibe. Çimkî xwediyê pêz xencî şivan dûajo jî digire. Dûajo alîkarê şivan e. Ev kes, bi piranê, zarokin. Bedela xebata wî kinc, xwarin û çend berxin ku li derveyî mijara col e. Hemu mesrefa col li ser xwediyê şivan re peyman çêkirî re ye. Gelemperî duajo kurê xwediyê pezê peyman çêkiri ye.
7. Şivan û duajo mêr in.
8. Col mêr jî dibin jin jî dibin. Jinên ku bî ne, lê li ser mala xwe ne û xwediyê pêz in dikarin bibin col. Para bira pezê wan çiqas pez bikeve wê didin.
Zibaretî:
Cureyekî hevkariyê ye. Mîrov bi dorvegerî alîkariya hev dikin.
1. Di karê rojane de tê xuyanê
2. Jin, jin û mêr, mêr li gorî pêdîviya karê hêsan alîkariyê didin hev.
3. Karê zibaretiyê eynî ye.
4. Piranî karê navmalê ye.
5. Hilberîna midaxil (erzak-ûrûn): xwarin û pêxwarina malê dibe mijara zibaretî yê.
6. Piralî ye. Vebijartina kevrê zeviyan, şûştin û şehkirina hirî yê, ristin û boyaxkirina hiriyê, xalîçe çêkirin, kulav avêtin...
7. Bi dor e. Mirov hemû karê navmalan dixine dorê. Wê rojê dora kîjan malê be, ew mal paqijiyê dike, xwarinên xweşik çêdike. Ji zibareyan re xelatan peyda dike.
8. Zibaretî ji hêla çand û hunerê ve jî taybet e. Qîz û xort, bûk û zava têne ba hev, dilketî hev dibînîn xelatan diyarî hev dikin. Dîlanê digirin û dikevin destê hev. Evîndariya xwe dikemîlînin. Stran; destan û efsaneyan dibêjin. Evîndar kilaman diavêjin ser hev, henekan dikin, metelokan dibêjin.
Şikat:
Şikatî li herêma Amed û Serhedê tê bikaranîn. Li ser herêmên din agahiya min têr û tije tune ye. Hinekî dişibe coliyê. Lê cuda ye. Şikatî bi piranî di nav gund de tê xuyanê û hevkarî hê bi pêş de ye. Dîsa ên ku beşdarê şikatê dibin, ji hêla aborî ve, zêde ne dewlemend in. Colî, li gorî şikatê nêzikî pergala dewlemendîyê ye.
1. Maweya wê ji mehekê heya şeş mehan e.
2. Yek an jî li gorî giraniya bira heywanê çêrê çend kes diçine ber pêz (şivantî) an jî dêwêr (gavanî).
3. Li gorî rojên ku hatibin birîn (biryardayîn-qirarkirin), li serê çend pezan pezek (bi gelemperî ji 15 pezan pezek) tê dayîn (mînanî col). Bi gelemperî di navbera şeş mehan zêdetir be ji 10 pezan pezek, lê kêmtir be, ji 7 pezan pezek tê dayîn. Dîsa jî ev merc li gorî peymanê diguherin.
4. Radbehî: ji şivanê gund re tê gotin. Serekşivan e. Berpirsiyar e. Mehê çend rojan mafê destûra wî heye.
5. Lixwekirin, xwarin, pêxwarina wî li ser gundiyan. Nanê tisî gundî didin. Dema şivanî an jî gavanîyê serê malê godanek dexl didinê. Dîsa kulavê şivaniyê, yê ku bi şev tê lixwekirin, şiyarê avê (cewdik), kincên serûbinî, sol (pêlav) ji aliyê gundiyan ve tên dayîn.
6. Giraniya vê mezaxtinê (harcama) ên ku pez an jî dewarê wan pir bin dikin. Ji van re jî pirpez, pirdewar tê gotin.
Novane (Notirvane):
Pez pir be du an jî sê şivan diçine ber. Yek ratib e û bi timî diçe ber pêz. Destmizê (ûcret) digre. Ên din jî gundî ne û alîkariya şivan dikin. Ev gundî, bi dor, bi şivan re diçine ber pêz. Ji van kesan re novan jî novane tê gotin. Lê her kesê ku xwediyê pêz e naçe novê. Gundî hejmareke pêz di nav xwe de dîyar dikin. Ên di bin wê hejmarê re bin, heq didin û naçin ber pêz. Ji van re cîrig tê gotin. Ev naçin novê, lê cirm (bedel-tazmîn) didin. Cirm jî ji heqê ku li para wan dikeve re tê gotin. Ên ku di wê hejmarê derbas dibin, hem diçine novê û hem jî heq didin.
Mînak: 1000 pezê gund heye. Gund bîst mal in. Heqê şivan 300 milyon e. 15 mal novê dikin 5 mal cirîg in.
1. Hejmara novê 10 pez hatiye birîn. 15 mal dê têkevine novê (10x15=150 pez)
2. Bi gorî vê yekê pezê cirîgan gereka ji 10 pezan kêmtir be. (8+7+8+8+9=40)
3. Cirîgê heqê pêz dirav bidin. (40x3mn=120mn)
4. Perê ku li ber maye heqê pezê novane û yê cirîgan tê derxistin ((1000-(150+40)=810 pez)) yê mayî (300-120=180) di navbera novanan de tê parkirin 180mn/810=2.222mn). Her novan serê pêz 2.222 mn para xwe dide
5. Temenê mercê ew e ku para novan a dirav hewce ye ku di bin heqê cirîgan re be. ((2.222 mn < 3mn))
Hınek minaken dın ji gengaz ın.






