Vê sermayê di konê havînê de dijîn!
- Category: Nuçe û Agahî
Piştî erdheja Wanê ji xemsariya dewletê heta niha 82 kon şewitin, 5 zarokan jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn. Ligel şertên zehmet di bin vê derûniya xirab de jiyan qat bi qat zehmetir e
![]()
Guler CAN - WAN
Li Wanê li şûna pirsgirêkê mexdûrên erdhejê mayînde bên çareserkirin, bi paketên alîkariyê her tim tên taloqkirin. Mexdûrên di konên havînê de li dijî sermayê têdikoşin vê carê jî li dijî şewata konan têdikoşin. Heya niha 82 kon şewitin, 5 zarokan jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.
Welatiyên li Wanê piştî 2 erdhejên mezin û gelek erdhejên paşing êdî heviyên xwe yên li malan bimînin winda kirin. Li Wanê hemû welatî êdî di konan de dimînin. Welatiyên ji erdhejê direvin vê çarê ji li hemberî talukeya şewat û sermayê têdikoşin. Li şûna rayedarên dewletê pirsgirêkên mexduran çareser bike, bi paketên alîkariyê yên ji meqerne, komir û cilan taloq dikin. Ji mexduran re tenê rêya rêyek hatiye hiştin. Ew jî an koçberî, an jî mayina çadirên naylonî ye. Mexdûrên erdhejê ji ber kon negirtin li parkan bi derfetên xwe kon vedan. Kesên kon jî girtin ji ber ku konên Kizilayê yên havînê ne bi ser kon de birandayê radipêçin. Welatî bi vê yekê xwe ji sermayê diparêzin.
BI GIŞTÎ 82 KON ŞEWITÎN
Malbatên ji ber rewşa hewayê gelek sar zarokên xwe diparêzin niha jî bi tirsa şewatê dijîn. Wezîrên AKP'ê di daxuyaniyên xwe de got ‘heya dawiya kanunê dê hemû konteynir xelas bibin û li Wanê konteynir dibarin.’ Lê ligel van gotinan welatî hêj di konên havînê yên ku her roj dişewitin de dijîn. Li gorî daneyên Midûriyeta Îtfaiyeya Wanê; heya niha konên 82 malbatan şewitîn. Di van şewatan de 5 zarokan jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên fermî di şewatan de 11 kes jî birîndar bûn. Welatiyên ji ber tirsa şewatan rêbazên wekî nobet girtin û bêhn dana sobeyan pêk tînin. Ji ber mehên çile û sibatê dê rewşa hewayî hêj bêtir sar bibe welatî li hemberî talukeyeke mezin in. Hinek konteynirên li welatiyan hatin belavkirin jî ji ber binesaziya wan nehatiye çêkirin nayên bikaranîn.
Hate diyarkirin ku şewata konan bi piranî ji ber ceyran û sobeyên komirê derdikevin. Ji ber ku her tim di kon de sobeyên ceryanê hildibin û dema ku amurekî din ê ceryanê hate xebitandin ji ber zêde bar şewat derdikeve. Li aliyê din kablo û prîzên bêqelîte tên bikaranîn şewat hêj hêsan derdikevin. Prîzên nêz kon ji ber gelek germ dibin şewatê derdixin. Her wiha dema sobeyên komirê jî werdigeriyên şewat derdikeve. Konên bi îzocamê hatin dorpêçkirin bi hêsanî di nava 2 û 3 deqeyan de dişewitin. Dîsa sedema şewatan çûrîskên komir, boruyên sobeyan ên germ dibin in.
Midurê Îtfaiyeya Şaredariya Wanê Osman Acar, diyar kir ku ji bo şewat bi dawî bibin divê demildest konteynir têkevin meriyetê. Acar, anî ziman ku divê ji bo baceyên sobeyan madeyekî neyê şewitin bê bikaranîn. Acar, da zanîn ku dema şewata kon derdikeve ew nêzîk ji bin nagihîjinê. Acar, xwest ku ji ber vê yekê xwe baş biparêzin. Acar, bilêv kir ku dema razanê divê dereceya sobeyan daxin û wiha hişyarî da: “Berî raketinê divê teqez sobeyên komirê bên kontrolkirin. Divê çûrîskên agir navêjin derve. Divê madeyên wekî tîner, benzîn û mazot neyên bikaranîn. Divê sobeyên ceyranê bê bêhndanê bên pêxistin. Berî raketinê dereceyan wan kêm bikin. Dema tu kes li kon tune be divê teqez hemû amurên bi ceyranê tên xebitandin bên vemirandin.
Acar, da zanîn ku divê teqez zarok bi tenê di konan de neyên hiştin û wiha axivî: “Zarok zêde ji talûkeyan narevin. Ji ber ku kon ji nişkave dest bi şewatê dike xilas nabin. Ji ber kon gelek biçûk in dema tevdigerin sobe werdigerin.” DÎHA
SERXWEBUN
Ulusulara Bağımsızlık Halklara Serbestiyet Bireylere Özgürlük İçinde bulunduğumuz uygarlığın özellikleri kriter alındığında, Siyaset biliminin geçmiş tecrübeleri ve günümüz öngörüleri esas alındığında Her ulusun temsiliyeti bağımsızlıkla özdeştir. Bundan dolayı yeryüzündeki her ulus gibi Kürtlerin hakkı bağımsız bir devlettir. Ama hiçbir ulus hiç bir zaman saf bir ırka, tek bir ırkın yaşadığı bir coğrafyaya sahip değildir. Farklı uluslara ait guruplar, bireyler ve etnik birimler görülebilmektedir. Ayrıca her ulusun mensubu bireyler ve guruplar farklı dinsel, dilsel, kültürel farklılıklara, ayrı yaşam anlayışlarına sahip olabilirler. Kürdistan'da da Araplar, Farslar, Türkler başta olmak üzere kadim halklar, Ermeniler, Süryaniler, Yahudiler, Rumlar, Kafkasik halklar ve başka guruplar, etnik temsiliyetler mevcut. Bu halkların Kürdistan Coğrafyasında bütün haklarına sahip olmaları şarttır. bunların kendilerini ifadeleri önünde engel olacak hiçbir uygulama ve yasa kabul...