Breaking News:
Wan’da sefaletin sefaleti -Ehmed Pelda - Thursday, 01 December 2011 22:57
27 Yıl Sonra Tekrar Van-4-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 29 November 2011 17:20
27 Yıl Sonra Tekrar Van-3-A.Haydar Gürbüz - Monday, 28 November 2011 16:32
27 Yıl Sonra Tekrar Van-2-A.Haydar Gürbüz - Saturday, 26 November 2011 21:07
27 Yıl Sonra Tekrar Van-1-A.Haydar Gürbüz - Friday, 25 November 2011 18:17
Techno-Ecology: Ekonomi ve politikanın gerçek sahnesi - Wednesday, 23 November 2011 23:12
Bir tutsaktan mektup var - Wednesday, 23 November 2011 22:38
Güç mücadelesinin yeni kutsal kitabı-Ehmed Pelda - Sunday, 13 November 2011 15:11
Birde Bana Kulak Veriniz-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 25 October 2011 07:45
zel dağının rüzgarı - Friday, 21 October 2011 16:29
Barış İçin Savaşmak - Tuesday, 11 October 2011 07:17
İkiyüzlülük abidesi - Sıtkı Güngör - Tuesday, 11 October 2011 07:14
Sancı-Ehmed Pelda - Tuesday, 11 October 2011 07:09

Parlamentoya Tirkiyeyê komkujiya Dêrsimê lêkolîn dike

Parlamentoya Tirkiyeyê, bi komîsyona daxwaznameyan ve girêdayî bi armanca vekolîna komkujiya Dêrsimê û bersivandina daxwaznameyên di vî warî de komîsyoneke nû ava dike. Parlamenterê Dêrsimê Huseyin Aygun  ji Rûdawê re got, erkê vê komîsyonê pir teng e û divê guhdariya mexdûran jî bê kirin, komkujî bi her awayî derkeve holê û neheqî bê rastkirin.

Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) bi armanca bersivdana pirsên derbarî komkujiya Dêrsimê de bi girêdayî komîsyona daxwaznameyan komîsyoneke nû di dawiya hefteyê de saz dike. Bi vî awayî tê payîn ku komkujiya Dêrsimê ya beriya 74 salan hinek din ronî bibe. Hate ragihandin ku heta niha bi armanca bersiv girtinê 150 daxwazname ji Parlamentoya Tirkiyeyê re hatine şandin. Parlamenterê CHPê yê Dêrsimê Huseyin Aygun ku bi salan e parêzertiya mexdûrên komkujiya Dêrsimê dike ji Rûdawê re got: “Erkê vê komîsyonê pir teng e û divê mexdûr jî bên guhdarkirin.”

Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Dêrsimê Huseyin Aygun di berdewama axaftinên xwe de got: “Komîsyona Daxwaznameyan a Parlamentoyê serî li Serokomartî, Serokwezîrtî, Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Çandê û Serfermandariya Artêşê daye û xwestiye ku derbarê komkujiya Dêrsimê de çi belge di destê wan de hene jê re bên şandin û di vî warî de bersivên erênî girtine.”

Hê guhdarkirina mexdûran di rojevê de nîne

Aygun wiha pêde çû: "Di demên dawî de gelek daxwazname gihîştin Komîsyona Daxwaznameyan a Parlamentoyê. Ji bo bersivdanê biryar hate dayîn ku arşîvên derbarî Komkujiya Dêrsimê de bên lêkolînkirin. Yanî dê li ser arşîvan bixebite. Di vê demê de hê guhdarkirina mexdûran di rojevê de nîne."

Li aliyê din hate fêrbûn ku, salek piştî komkujiyê di sala 1939 de 200 daxwazname di heqê komkujî, kesên winda û mafan de gihîştine Parlamentoya Tirkiyeyê, lê di arşîvan de ev belge hatine tunekirin.

Komara Tirkiyeyê bi balefir û hêzen bejayî di salên 1937-38’an de êriş bir ser kurdên elewî yên bajarê Dêrsimê û li gorî daneyên resmî 15 hezar kes kuştin û yên mane jî sirgûn kirin. Çavkaniyên serbixwe hejmara kesên jiyana xwe di komkujiyê de ji dest dane wek 50 hezar kes nîşan didin. Berxwedêrê Dêrsimê Seyîd Riza tevî kurê xwe û 7 hevalên xwe li Elezîzê tê darvekirin. Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîb Erdogan du meh berê ji ber komkujiya Dêrsimê bi navê dewletê lêborîn xwestibû û destnîşan kiribû ku ew ê hemû belgeyan eşkere bikin.

Cavkani:Rüdaw

SmartNews.com