'Mem û Zîn' li Tirkiyeyê eleqeyeke mezin dibîne
- Category: Nuçe û Agahî

Zincîra firotina pirtûkan a Wezareta Çandê ku di 254 deveran de xebatê dike pirtûkan digihîne girseyeke mezin. Di vî warî de destana evîndariyê Mem û Zîn ku wek berhemeke bêhempa ya kurdan tê zanîn û ligel tîpên erebî yên orjînal bi wergera tirkî jî hatibû çapkirin eleqeyeke mezin ji xwendevanan dibîne.
Hakan Yazici, birêveberê hunerên dest ên kevneşopiyê, derbarê mijarê de daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Anadolu (AA) û got: “Wezareta Çandê ji bo lêkolîna hunerên dest ên kevneşopiyê û pêşxistina wan, ji nû ve afirandin, nasandin û belavkirina wan xebatên xwe didomîne.” Yazici got, 228 berhemên wan hene û di sala 2012’ê de ew ê 12 weşanên nû bigihînin xwendevanan.
Yazici bilêv kir ku berhemên wan di dikanên pirtûkfiroşan de taybet tên pêşandan û li gorî babetên xwe hatine senifandin û wiha pêde çû: "Mem û Zîn û Hunera Nîgarvanî ya Osmaniyan di depoyan de qediyan û ji nû ve hatin çapkirin. Mem û Zîn li 30 deran de baş tê firotin. Li bajarên rojhilata Anatolyayê baş tê firotin, lê li Stenbolê jî pir hat firotin. Sala par pir baş hate firotin û qediya. Me ji nû ve 2 hezar heb çap kirin û piştî mehekê em ê belav bikin. Em dişopînin ku kîja pirtûk li ku derê hê zêde tê firotin û em dixwazin di asta Tirkiyeyê de belav bikin. Derdê me ne ew e ku bi weşanxaneyên dîtir re bikevin pêşbirkê. Pirtûkên wiha girîng in û divê pêşkêşî gel bên kirin."
Pirtûka Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, di asta Leyla û Mecnûnê de bandor li çanda rojhilata navîn kiriye. Hem bi kurdiya dema xwe û bi tîpên erebî û hem jî bi tirkî û kurdiya niha hatiye nivîsandin. Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê yekem car ji kurdî ev pirtûk wergerand tirkî.
Destana 'Memê Ala' ku di edebiyata devkî ya kurdan de bi hezaran salan niziliye û hatiye, di sala 1690’an ji hêla fîlozof û zanayê kurd Ehmedê Xanî ve bi navê 'Mem û Zîn' ji nû ve hate nivîsandin û ji 2659 beytan pêk tê. Bi evîn û dildariya Mem û Zînê çand û hunera gelê kurd, pêwendiyên civakî û sîstema îdarî ya wê demê, nirxên ehlaqî tên ronîkirin. Gelek şîrovekar destnîşan dikin ku di evîna Mem û Zînê de eşqa azadiya gelê kurd û gazincên yeknebûna kurdan tê vegotin.
Pirtûka Xanî di sala 1919ê de ji hêla Hemzeyê Muksê bi tîpên erebî li Stenbolê hate çapkirin. Pirtûka Mem û Zîn sala borî bi sponsoriya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê ji hêla Prof. Namik Açikgoz ve hate amadekirin û Ayhen Tek redaksiyona wê kir. Di rûpeleke pirtûkê de nivîsa kurdiya orîjînal, di rûpelê beramber de bi tîpên latînî kurdî û wergera tirkî hatiye nivîsandin.
SERXWEBUN
Ulusulara Bağımsızlık Halklara Serbestiyet Bireylere Özgürlük İçinde bulunduğumuz uygarlığın özellikleri kriter alındığında, Siyaset biliminin geçmiş tecrübeleri ve günümüz öngörüleri esas alındığında Her ulusun temsiliyeti bağımsızlıkla özdeştir. Bundan dolayı yeryüzündeki her ulus gibi Kürtlerin hakkı bağımsız bir devlettir. Ama hiçbir ulus hiç bir zaman saf bir ırka, tek bir ırkın yaşadığı bir coğrafyaya sahip değildir. Farklı uluslara ait guruplar, bireyler ve etnik birimler görülebilmektedir. Ayrıca her ulusun mensubu bireyler ve guruplar farklı dinsel, dilsel, kültürel farklılıklara, ayrı yaşam anlayışlarına sahip olabilirler. Kürdistan'da da Araplar, Farslar, Türkler başta olmak üzere kadim halklar, Ermeniler, Süryaniler, Yahudiler, Rumlar, Kafkasik halklar ve başka guruplar, etnik temsiliyetler mevcut. Bu halkların Kürdistan Coğrafyasında bütün haklarına sahip olmaları şarttır. bunların kendilerini ifadeleri önünde engel olacak hiçbir uygulama ve yasa kabul...