Li Wanê heta niha 400 hezar kesan barkırın
- Category: Nuçe û Agahî
Li gor ragihandinên serokê odeya pîşesazîya Wanê Mîrza Nadiroglu, piştî erdheja Wanê heta niha nêzîkî 400 hezar kesan bajar terikandine. Li hêla din, herçiqas hikûmeta tirk bi rêya çapemenîyê daye aşkere kirin ku ew ê bajêr ji nû ve ava bikin jî, niştecih di wê bawerîyê de ne ku, dê tenê ji bo wan kesên ku xanîyên wan di erdhejê de hilweşîyane xanîyên nû çêbikin û vê yekê weke propoganda dibînin.
Weke ku tê zanîn, di 23yê cotmehê de erdhejeke li gor pîvana richter 7.2 pile li bajarê Wanê qewimîbû; 605 kesan jîyana xwe ji dest dabûn, 3 hezar birîndar û gelek xanîyên rûxiyayî li dû xwe hiştibû. Piştî erdheja mezin û yên biçûk, tê gotin ku, 10 hezar kes bê cîh mane û di konan de dijîn.
Piştî erdhejan, baweriya pisporan ew e ku, li Wanê erdhej dê hîn berdewam bin û daxuyanîyên bi vî rengî jî metirsîyekê dêxe dilê bajarvanîyên Wanî.
Berî çend rojan cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay, wezîrê kar û karûbarên civakî Faruq Çelîk û wezîrê jîngehê yê Tirkiyê Erdogan Bayraktar serdana bajarê Wanê kirin. Bayraktar, li vê derê da zanîn ku, ew ê bi hevkariya şaredarîya Wanê, li derdora bajarê Wanê bajarekî nû çêdikin û weha axifîbû: “Heya weke niha me 4 milyon kîlometreyên çargoşe diyar kirine. Di demeke pir kurt de, em ê dîzayneke ciwan ji bo bajarê nû çêbikin.”
Rojnameyên tirk dinivisînin ku Wana nû dê li nêzîkî çiyayê Erek, li devera Kevenlî bê çêkirin, ji ber ku ev dever çiyayî ye û ji talûkeya erdhejê dûr e.
Rojnamevan Selîm Kemaloglu, ku rûniştevanekî bajarê Wanê ye, rexneyan li hikûmetê digire, ku çima herêm weke “herêma karesatê” îlan nekiriye “ û dibêje ku, di encama herdu erdhejan de gelek qurbanî hatine dayîn û piraniya xanî û avahîyên bajarê Wanê hilweşiyane.
Rayedarên dewleta tirk tînin ziman ku: “Wan bajareke ku li ser navçeyeke avî hatiye çêkirin û metirsiya erdhejê li ser heye. Bangewazîya wê yekê jî tê kirin ku, Wan bi guherînên xwezayî dikeve ser xeta fayê. Lewma ew cihê ku ji bo Wana nû hatiye diyarkirin baştirîn cih e.”
Şaredarê Wanê û serokê odeya pîşesaziya Wanê, vê yekê red dikin û bi baweriya wan medyaya tirk bi qestî nûçeyên bi vî rengî derdixînin pêş.
Serokê odeya pîşesaziya Wanê Mîrza Nadiroglu, ji rojnameya Rûdawê re weha axifîye: “Ev mesele bi çewtî nîşanî raya giştî hatiye dayin. Bajar li cihê xwe dimîne. Tenê kesên ku mal û xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane, li navçeya Kevenlî xanî ji wan re tên çêkirin.”
Di derbarê hejmara kesên ku bajarê Wanê terikandine de jî Nadiroglu dibêje: “400 hezar kesan Wan terikandin û ber bi bajarên wek Ruha, Entab, Edene û Mêrsînê ve çûne. Yên ku mane hejmara wan 600 hezar kes in û ew jî ji neçarî mane.‘‘
Şaredarê bajarê Wanê Bekir Kaya jî dibêje ku, guhastina bajarê Wanê propagandaya medyaya tirk e, tu biryar û hewldanek ji bo çêkirina bajarekî nû li holê tune: Kaya bi berdewamî dibêje: “Tiştê ku wezîrê jîngeh û bajarvanîyê got, ne biryara hikûmetê ye, lê tenê nerîna wî bi xwe ye. Pirs ji me kir, di derbarê, gelo kuder baş e ji bo çêkirina bajarekî nû de. Bi baweriya me jî derdora çiyayê Erek cihekî baş e, ji ber ku xaka wê çiyayî û tund e, lê belê ev tenê axaftin bû.”
R.Online
SERXWEBUN
Ulusulara Bağımsızlık Halklara Serbestiyet Bireylere Özgürlük İçinde bulunduğumuz uygarlığın özellikleri kriter alındığında, Siyaset biliminin geçmiş tecrübeleri ve günümüz öngörüleri esas alındığında Her ulusun temsiliyeti bağımsızlıkla özdeştir. Bundan dolayı yeryüzündeki her ulus gibi Kürtlerin hakkı bağımsız bir devlettir. Ama hiçbir ulus hiç bir zaman saf bir ırka, tek bir ırkın yaşadığı bir coğrafyaya sahip değildir. Farklı uluslara ait guruplar, bireyler ve etnik birimler görülebilmektedir. Ayrıca her ulusun mensubu bireyler ve guruplar farklı dinsel, dilsel, kültürel farklılıklara, ayrı yaşam anlayışlarına sahip olabilirler. Kürdistan'da da Araplar, Farslar, Türkler başta olmak üzere kadim halklar, Ermeniler, Süryaniler, Yahudiler, Rumlar, Kafkasik halklar ve başka guruplar, etnik temsiliyetler mevcut. Bu halkların Kürdistan Coğrafyasında bütün haklarına sahip olmaları şarttır. bunların kendilerini ifadeleri önünde engel olacak hiçbir uygulama ve yasa kabul...