Breaking News:
Wan’da sefaletin sefaleti -Ehmed Pelda - Thursday, 01 December 2011 22:57
27 Yıl Sonra Tekrar Van-4-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 29 November 2011 17:20
27 Yıl Sonra Tekrar Van-3-A.Haydar Gürbüz - Monday, 28 November 2011 16:32
27 Yıl Sonra Tekrar Van-2-A.Haydar Gürbüz - Saturday, 26 November 2011 21:07
27 Yıl Sonra Tekrar Van-1-A.Haydar Gürbüz - Friday, 25 November 2011 18:17
Techno-Ecology: Ekonomi ve politikanın gerçek sahnesi - Wednesday, 23 November 2011 23:12
Bir tutsaktan mektup var - Wednesday, 23 November 2011 22:38
Güç mücadelesinin yeni kutsal kitabı-Ehmed Pelda - Sunday, 13 November 2011 15:11
Birde Bana Kulak Veriniz-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 25 October 2011 07:45
zel dağının rüzgarı - Friday, 21 October 2011 16:29
Barış İçin Savaşmak - Tuesday, 11 October 2011 07:17
İkiyüzlülük abidesi - Sıtkı Güngör - Tuesday, 11 October 2011 07:14
Sancı-Ehmed Pelda - Tuesday, 11 October 2011 07:09

Komeleyên elewiyan çûn gundê Roboskê

Amed: Federasyonên Elewî Bektaşî çûn gundê Roboskî yê ku 34 welatî ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin. Di serdanê de rêveberên federasyonê axivîn û diyar kirin ku kurd û elewî rastî komkujiyan hatin e.

Rêverberên Ferderasyona Elewî Bektaşî û Komeleya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Pîr Sultan Abdal ên ji Stenbol, Amed û Ewropayê hatin gundê Roboskî ziyaret kirin. Serokê Giştî yê Ferderasyona Elewî Bektaşiyan Selahattîn Ozel, Serokê Giştî yê Ferderasyona Elewî Bektaşiyan ê Ewropa Turgut Eker, Serokê Weqfa Çandê yê Haci Bektaşî yê Andoluyê Ercan Geçmez, Rêvebera Komeleya Lêkolîn û Perwerdehiyê yê Pîr Sultan Abdal Emel Sunpur û endamên komele û ferderasyonê gelek kesên din tevlî bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Sondak jî tevlî heyetê bû. Endamên heyet malbatên kesên xizmên xwe windakirin ziyaret kirin. Piştre endamên heyetê derbasî konê sersaxiyê yê li gund bûn. Li vir Serokê Giştî yê Ferderasyonên Elewî Bektaşî Selahattîn Ozel axivî û diyar kir ku bi komkujiyê sûcê mirovahiyê hate kirin û ew wekî elewî êşa gelê Roboskiyê hîs dikin û parve dikin.

‘Dewletê ev komkujî kir

Serokê Giştî yê Ferderasyona Elewî Bektaşiyan yê Ewropayê Turgut Eker jî diyar kir ku dîroka kurd û elewiyan diroka komkujiyê ye. Eker, anî ziman ku elewî li Çorum, Sêwas, Gurgumê rastî komkujiyan hatin. Eker, anî ziman ku ew komkujiyê şermezar dikin û wiha got: "Ev komkujî ji aliyê dewletê ve hate kirin"

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Sondak jî axaftinek kir û diyar kir ku ew vê komkujiyê ji bîr nakin.

Piştî axaftinan heyet ji gund veqetiya. Heyet dê li Amedê bi daxuyaniyekê lêkolînên li gund kirine bi riya giştî re parve bikin.

SmartNews.com