Breaking News:
Wan’da sefaletin sefaleti -Ehmed Pelda - Thursday, 01 December 2011 22:57
27 Yıl Sonra Tekrar Van-4-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 29 November 2011 17:20
27 Yıl Sonra Tekrar Van-3-A.Haydar Gürbüz - Monday, 28 November 2011 16:32
27 Yıl Sonra Tekrar Van-2-A.Haydar Gürbüz - Saturday, 26 November 2011 21:07
27 Yıl Sonra Tekrar Van-1-A.Haydar Gürbüz - Friday, 25 November 2011 18:17
Techno-Ecology: Ekonomi ve politikanın gerçek sahnesi - Wednesday, 23 November 2011 23:12
Bir tutsaktan mektup var - Wednesday, 23 November 2011 22:38
Güç mücadelesinin yeni kutsal kitabı-Ehmed Pelda - Sunday, 13 November 2011 15:11
Birde Bana Kulak Veriniz-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 25 October 2011 07:45
zel dağının rüzgarı - Friday, 21 October 2011 16:29
Barış İçin Savaşmak - Tuesday, 11 October 2011 07:17
İkiyüzlülük abidesi - Sıtkı Güngör - Tuesday, 11 October 2011 07:14
Sancı-Ehmed Pelda - Tuesday, 11 October 2011 07:09

Dayîka Helîme li benda destê alîkariyê ye

Wan: Li Wanê piştî erdhejên mezin û zêde pêk hatin, jinên pîr ku zarokên wan koçî bajarên rojava kirin, niha li benda destê alîkariyê ne. Jina bi navê Halîme Çinar, ku bi tena serê xwe dimîne, di nava şert û mercên dijwar ên zivistanê de têkoşîna jiyanê dide.

Li Wanê piştî erdheja mezin bi ser welatiyan de hat, niha jî şert û mercên zivistanê welatiyan dixe nava zor û zahmetiyek mezin de. Welatiyên ku ji ber xaniyê wan xezar dîtiye û nikarin di malên xwe de di bicih bibin, di nava çadirên naylonî yên sar û sermayê de dijîn. Bi taybetî malbatên ku nêviyê wan koçî bajarên rojava kirine û parek wan jî li şûna waran man, di nava zor û zehmetiyên gelekî dijwar de dijîn. Piştî erdhejê bi hezaran Wan terk kirin, lê jin û dayikan bajar terk nekir û notirvaniya bajar dikin. Yek ji van dayikan dayika Halîme Çinar a 65 saliye ku li taxa Xaçortê dijî. Dayika Çinar, li gel ku 6 zarokên wê koçî bajarên rojava kirine jî wê dîsa şûnwarê xwe berneda û niha li dijî zor û zehmetiyên erdhejê û dijwariya zivistanê bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê dide. Çinar, anî ziman ku niha li dijî zahmetiyan têkoşînek mezin dide û gelek zehmetiyê dikişîne. Çinar, anî ziman ku ev welatê wê ye û naxwaze mal, war û welatê xwe terk bike. Çinar, ji rayedar û berpirsiyaran xwest ku destê alîkariyê dirêjî wê bikin û piştgiriyê bidin wê.

'Her tişt bi êş û keder e'

Yek ji dayikan Halîme Çinar ku bûye mexdûra erdhejê destnîşan kir ku piştî erdhejê zarokên wê koçî bajarên rojava kir û ew tenê li Wanê ma. Çinar, da zanîn ku di jiyana xwe de herî zêde di erdheja Wanê de rastî zehmetiyên mezin hatiye. Çinar, da zanîn ku li aliyekî erdhejê li wan xist û li aliyê din hesreta zarokên xwe dikişîne. Çinar, bertek nîşanî rayedarên dewletê da û wiha got: "Min gelek caran serî li Walitîtiyê da. Lê Walîtiyê ji bo me tu tişt nekir. Çinar, anî ziman ku ger kes alîkariyê nede wê, dê rewşa wê xarab bibe û bi mirinê re rû bi rû bimîne.'

'Kesê alîkariyê bide min tune'

Çinar, bilêv kir ku piştî erdhejê zarokên wê koç kir û ew tenê ma. Çinar, daxuyand ku ji ber zarokên wê çûn, niha kesê li wê binere tune û rayedarên dewletê jî berê xwe nadin wê. Çinar, destnîşan kir ku ji ber temenê wê mezin bûye niha nikare tiştekî bike û xwest xêrxwaz alîkariye bidin wê.

 

 

Wêne: DÎHA

SmartNews.com