Pablo Nerûda (1904 - 1973)
- Category: Çand û Wêje

Di 1945 an de bûye endamê Partîya Komunîst ya Şîlî. Di nava salên 1949 û 1952 an de li Sovyetê û Çîn maye. Ji Partîya Komunîst bûye sanator. Ji bo ku ji alî rejima Şîlî biryara girtina wî tê dan, direve Ewropa. Piştî vedigere Şîlî, di 1957 an de dibe serokê Yekîtîya Nivîskarên Şîlî. Di 1970 de, piştî ku Salvador Allende yê sosyalîst dibe Serokê Şîlî, wî wek serbalyozê Şîlî li Fransa wezîfedar dike. Di 1971 de Dîyarîya Nobelê ya Wêjeyê werdigire. Di dema ku cûnta leşkerî ji alî general Pînochet pêktê û Salvador Allende`yê sosyalîst dikujin, mala Nerûda jî tê talankirin. Piştî bi 13 rojan Nerûda, ji nexweşîya pençeşêrê, di nexweşxanê de jîyana xwe ji destdide.
Pablo Nerûda, hozanê mezin, “Cegerxwîn`ê Amerîka Latîn, dijberekî dijwar yê li hember dîktatorîyan, dostê xizan, hejar û rebenan, neyarê mêtinkaran, hevalê kedê, yê reşik, zerik, sorik û hemû rengên mirovahîyê yên belangaz û bindestan.
Helbestên wî ji kûrahîya mirovahîyê zîldane. Hêza wan ji hêza keda mirovan distîne. Her helbestek wî, stranek azadîyê û hestê evînek bi hêz ya bêdawîye...
Pablo Nerûda, wek lawê makînîstekî di 1904 an de li Şîlî bajarê Parral hatîye dunyayê. Navê wî yê ku dê û bavê wî dayiyê Neftali Ricardo Reyes Basalto ye, lê ji bo ku ji hozanê Çek yê bi navê Jan Nerûda gelek hezkirîye, navê wî wergirtîye û navê xwe kirîye Pablo Nerûda. Piştî dibistana navîn pedagojî xwendîye. Rojnamevanî kirîye. Di nava salên 1934-36 de bûye balyozê Şîlî yê Îspanya. Ji bo ku li wir hevalbendîya Komarparêzên Îspanî kirîye, ji alî rejima Franko hatîye derkirin. Piştre bûye balyozê Meksîka. Di 1945 an de bûye endamê Partîya Komunîst ya Şîlî. Di nava salên 1949 û 1952 an de li Sovyetê û Çîn maye. Ji Partîya Komunîst bûye sanator. Ji bo ku ji alî rejima Şîlî biryara girtina wî tê dan, direve Ewropa. Piştî vedigere Şîlî, di 1957 an de dibe serokê Yekîtîya Nivîskarên Şîlî. Di 1970 de, piştî ku Salvador Allende yê sosyalîst dibe Serokê Şîlî, wî wek serbalyozê Şîlî li Fransa wezîfedar dike. Di 1971 de Dîyarîya Nobelê ya Wêjeyê werdigire. Di dema ku cûnta leşkerî ji alî general Pînochet pêktê û Salvador Allende`yê sosyalîst dikujin, mala Nerûda jî tê talankirin. Piştî bi 13 rojan Nerûda, ji nexweşîya pençeşêrê, di nexweşxanê de jîyana xwe ji destdide.
Hin Tiştan Eşkere Dikim
Hûn`ê bipirsin: leylaq li kunin kanî?
Metafizîka bi pelên batînokan li ku ye?
Barana ji gotinên te re qulikên hûrik vedike
Û wan direşîne li ku ye?
Çivîk li ku ne kanî?
Ez`ê her tiştî bêjim.
Dervî bajêr dijîyam,
Dervî Madrîd`ê, bi naqosan re,
Bi katjimêran re, bi daran re.
Ji wê derê dihat dîtin
Rûyê Kastîlya yê zuhabûyî
Mîna okyanûsek ji çerm.
Ji mala min re digotin mala kulîlkan,
Çimkî di dîwarê wê re
Derzîlokan didan der
Malek delal bû
Bi sehên xwe, bi zarokên xwe.
Hat bîra te Raul?
Refael hat bîra te?
Hat bîra te Federîco?
Li binê erdê,
Hat bîra te, li şaneşînên wê malê
Tava Hezîranê devê wê tije kulîlk dikir
Birayê min, birayê min!
Her tişt,
Wan awazên stûr, xwêya dezgehan,
Firneya ku nanê hilatî derdixist
Û bi heykelê xwe bazara Arguelles
Te digot qey hibirdankek zuhabûyî bû di nav xapînokan de:
Rûn diherikî kevçîyan,
Terpîna lingan û destan ya kûr
Mezin dibû li kuçan,
Metre, lître, bingeha pîvana jîyanê,
Komê masîyan, kiremîtên bi roja xwe ya sar
Ku gulbak jî dida behitandin,
Tenikî û sipîtîya kartolan ya harbûyî,
Pêl bi pêl firingî digindirîn dengizê.
Sibeyekê vana tev vêketin
Ji bo daqurtîne hemû jîndaran sibeyekê
Ji erdê pijiqî
Agirê şahîyan,
Çek hebû êdî,
Êdî barûd hebû,
Xwîn hebû êdî.
Bi firokên xwe keleş hatin,
Bi gustîlên xwe, bi duşesên xwe keleş
Bi keşîşên xwe yên reş ku teqdîs belav dikirin
Keleş hatin ji perê ezman ji bo zarokan bikujin,
Xwîna zarokan herikî li kuçan
Ripîrast xwîna zarokan herikî.
Wawîkên ku wawîk jî ji wan dinefirin,
Kevirên ku devîyên hişk jî tif wan dikir,
Marên ku maran jî didan xelandin!
Gava rû bi rû hatim bi vana re
Min xwîna Îspanya dît,
Hildibû
Ji bo we bifetisîne di pêlek şeref û kêran de!
Generalên xayin:
Mala min ya mirî bibînin,
Binerin li Îspanya`ya tar û mar:
Madenê helîyayî diherike ji her malê
Di şûna kulîlka de,
Ji her korta Îspanya
Îspanya bilind dibe,
Ji her zarokekî mirî tivingek bel dibe,
Tivingek ku dibîne,
Gulle çêdibin ji her kuştinê,
Wan gulleyana rojek ji rojan
Wê ji duwanzdan de li dilê we keve
Hûnê bipirsin: helbesta wî çima
Xeyalan nabêje, pelan
Û çiyayên agirîn yên mezin yên bav û kalên wî
Werin bibînin xwîna li kuçan.
Werin bibînin
Xwîna li kuçan.
Werin bibînin xwînê
Li kuçan.
Wergêr û şîrove: Xidir Ûso
Kaynak: nasname
SERXWEBUN
Ulusulara Bağımsızlık Halklara Serbestiyet Bireylere Özgürlük İçinde bulunduğumuz uygarlığın özellikleri kriter alındığında, Siyaset biliminin geçmiş tecrübeleri ve günümüz öngörüleri esas alındığında Her ulusun temsiliyeti bağımsızlıkla özdeştir. Bundan dolayı yeryüzündeki her ulus gibi Kürtlerin hakkı bağımsız bir devlettir. Ama hiçbir ulus hiç bir zaman saf bir ırka, tek bir ırkın yaşadığı bir coğrafyaya sahip değildir. Farklı uluslara ait guruplar, bireyler ve etnik birimler görülebilmektedir. Ayrıca her ulusun mensubu bireyler ve guruplar farklı dinsel, dilsel, kültürel farklılıklara, ayrı yaşam anlayışlarına sahip olabilirler. Kürdistan'da da Araplar, Farslar, Türkler başta olmak üzere kadim halklar, Ermeniler, Süryaniler, Yahudiler, Rumlar, Kafkasik halklar ve başka guruplar, etnik temsiliyetler mevcut. Bu halkların Kürdistan Coğrafyasında bütün haklarına sahip olmaları şarttır. bunların kendilerini ifadeleri önünde engel olacak hiçbir uygulama ve yasa kabul...