Breaking News:
Wan’da sefaletin sefaleti -Ehmed Pelda - Thursday, 01 December 2011 22:57
27 Yıl Sonra Tekrar Van-4-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 29 November 2011 17:20
27 Yıl Sonra Tekrar Van-3-A.Haydar Gürbüz - Monday, 28 November 2011 16:32
27 Yıl Sonra Tekrar Van-2-A.Haydar Gürbüz - Saturday, 26 November 2011 21:07
27 Yıl Sonra Tekrar Van-1-A.Haydar Gürbüz - Friday, 25 November 2011 18:17
Techno-Ecology: Ekonomi ve politikanın gerçek sahnesi - Wednesday, 23 November 2011 23:12
Bir tutsaktan mektup var - Wednesday, 23 November 2011 22:38
Güç mücadelesinin yeni kutsal kitabı-Ehmed Pelda - Sunday, 13 November 2011 15:11
Birde Bana Kulak Veriniz-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 25 October 2011 07:45
zel dağının rüzgarı - Friday, 21 October 2011 16:29
Barış İçin Savaşmak - Tuesday, 11 October 2011 07:17
İkiyüzlülük abidesi - Sıtkı Güngör - Tuesday, 11 October 2011 07:14
Sancı-Ehmed Pelda - Tuesday, 11 October 2011 07:09

Belkî ....

“Na looo... Kê go? Bi rastî jî wusa pêk hatiye?” 

“Kuro tu çima min didî sondê. Wellehî...”

“Heyran nekeve kirê min, henekê xwe ji min re neke?”

“Ya xaliq!! Ya rebê alemê!! Tu çi merivekî qafsarî!! Çaxê henekan e lo?!”

“Ê wellehî, heke wekî gotina tebe, êdî tu tiştek ne wek berê ye.”

“Wek gotina min? Tew û tewo tu hê pey gotina min keti yî!! Hê şikê dihajoyî!!”

“Lê wusa be?! emê çi xweliyê li serê xwe bikin?!”

“Belêêê... şikur ji vê rojê re.. wê te têderxist ku tuyê çi xweliyê li serê xwe bikî.”

“Yaho ez hê jî bawer nakim.... A niha destê min her tiştî sar bû. Qidumê min şikest. Ricaf kete dilê min. Her derê min dilerize.”

“Kuro mêrinîya te ev e. hinekî serxwe be, culet be lo.”

“Ez nizanim niha ez çi bêjim.”

“Aram be. Dêla xwe neke nav nigê xwe. Bitirsî jî tirsa xwe nîşan nede.”

“Axx ax... Xwedêêêê xwedêê.”

“Kuro ev çi neçariye? Tu çi ha bêhal ketî yî?... dibe tu digirîyî.”

“Kekê min tu hesab nakî çi hatiye serê min. Ev felaket e. Zerzele ye. Hejarî ye. Neçarî ye. Tunetî ye.”

“Hey looo... îcar çima te dengê xwe hildaye dixî kure kur û digirî.”

“Vêya xerabtir tiştek heye?”

“Bi vê kirinê te li pêş hemu hebûn û tunebûnê xwe da şermê. Jixwe her tişt wêrtas bûye, te jî hê bêhtir bi vê tirs û bêtaqetîya xwe ve da navê û herimand. Wellehîn tu bizdîyayî û te êdî mirinê jî xerabtir kir... Were weha nek. Ne tu hê serpîyayî. Gereka tu bindestî nebî. Lê te destê xwe niha ve daye berxwe û belengazî, bêçaretî û rebenîya xwe ji cîhanê re eşkere kirîye.”

“Tu çi min hêvî dikî. Êdî per û baskê min şikestiye. Ezê çawa xwe ragirim?”

“Belê niha ve bibe serhevdeyê serê xwe û bendewarên xwe. Êdî bila hemu êl û alem te devê xwe de têxe cumek benîşt.”

“Aaxxx ax.....”

“Belê rast e. Ax û ax. Lê tiştek ji destan nayê.”

“wellehîn billehîn ezê xwe bikujim. Sê sondê bênav ezê xwe bikujim.”

“Tifuuu.... tifuu li ser çavên te. Ma ev çare ye? Hema ev hate bîra te. Gêjo, xwerenedîtî... tê xwe bikujî heeee.... efsene, bê hesab, bê hiş. Huş be. Mademkî tuyê xwe bikujî, diwêrî  û cesaretê te ji bo vê heye. Here bike, ya xwe bide kirinê, ya xwe ser ya wan xwe....  Xwekuştinê tuyê kê şah bikî? Tuyê jana kê bitemijînî? Tuyê ocaxê kê xelas bikî?”

“Dev ji min berde. Bela xwe ji min dur bigre. Tu dixwazî çi min bidî kirinê?” 

 

“Bietire, aram be. Sebir bike. Hinek av li ser çavên xwe werde.”

“Ehh... xwedê xera bike.. piştî vê kîjan çareye ku. Her em çi bikin, tu nabe dermanê bêkêrî û bêçaretiya me. Em çi bikin em xwe dixapînîn... Hela destmalekî bide.”

“Keremke... Rast e. Kê buye derman ku ez û tu ji bibin derman. Tiştekî ku êdî pêkhatî ye. Teqez e. Mutlaq e. Her xwedê bibe çare.”

“Xwedê!! Tego xwedê?! Hee..  xwedê xwedê!!!.. wekî xwedê hebuya ev ne dihate serê me. Zilma xwedê tenê ji me re heye. Kanê rehma xwedê, kanê dilovanî ya wî. Hema ruyê me nanihêre.”

“Hişşş.... hişş be. Xwe gunehkar neke. Hêvî ji xwedê nebire. Tu nizanî mala xwedê sebrê avaye.”

“sebir sebir. Êdî xwedê jî nikare vêya sererast bike. Tiştekî pêkhatîye, buyî ye, teqez e. êdî xwedê dikare vê biguherîne. Ma heya niha tiştekî weha hatiye dîtin.”

“Ohhooo. Tu çi sarobaro xeberdidî loo. Her çiqasî devê xwe vedikî ewqasî tevîhevdikî û dilewitînî. Êdî bibire.”

“Belêêêê belêê... ne rastî tu kêrî kesî nayê. Li hemberî vê rastîyê tu bêçaretîya xwe vedişêrî. İca rabûyî min sucdar dikî.”

“Yahoo tu haya jêlvejorî xeberdidî û hertiştî serobin dikîîî, lê ne wusa ye. Lê hişê te jî ne xwedanê wê zênê, zenê, zanînê û fahmkirinê ye ku tu têbigihêjê yî.”

“De here boo tu çi ser min ve têyî. Mala min xera bûye, îca tu hatî û çi beredayî diaxivî. Ez nikarim vê gavê ji tera têkevim çeneyan.”

“Belê lê gava kêrî te neyê ji min re nakevî  çeneyan. Hemberî rastiyê, teqeziyê hewildidî xwebikujî. Bicehime ji min durkeve lo... tu jî meriv î?!”

“Meriv!? Merivtî ji bo çi? Çawa? Wekî tiştekî din destê min bê ezê di vê rewşê de çibikim? Wê çi biguhere?”

“Haa wisa were rê. Çîzê dernekeve. Hebûn û tunebûna xwedê re jî eleqedar nebe. Were û hevruyê rastîya xwe bibe.”

“Rastiya min. Belê rastiya min wê xwe çi ve nîşan bide. Kela dilê minê wê çawa bitemije.”

“Belê lawê min. Rast e. êdî ya buyî tu kes nikare biguhere. Lê gorî vê rastiyê jî divê em xwedî helwestekî bin.

“Helwest. Çawa wê pêk bê. Çi bikin ku helwesta me xwe bide der. Xwe kuştinek jî helwesteke. Çima vêya naxwazin.”

“belê lê ev mirin e. Tunebûn e. Xerakirin e. lê em bendî avakirinê ne.”

“Ji vê re cesaret divê, xwe ragirtin divê. Lê qidumê min şikestiye. Ezê çawa xwe ragirim. Êdî hinceteke min jî nemaye.”

“Hincet?! ... Rast e. lê ez ya te nakim. Hincet heye.”

“Tiştekî berbiçav nîne. Bi gote gotê jî gayê beş naçe cot”

“Raste lê hêvî. Hevîyên me hene. bendewarî. Bendewarê min, bendewarên te, bendewarên me ji me hêvî dikin. Hêvî dikin ku em helwestekî nişan bidin.”

“Wê çibike. tiştekî berbiçav nîne. Nayê destan, nayê dîtin. Nayê payîn”

“Lê zêna me, zena me, zanîna me, dîtîna me û ramane mê dikare vê biafirîne, derxîne rastiyê.”

“Ma emê çawa bizanibin ka kîjan rast e. meriv di carekê de dikare dehan ramana biafirîne.”

“Kîjan fikir rast e, ez jî nizanim. Lê ya ku ez zanim kîjan fikir bihêviyan xwe ragire û bi tevgerê, bi xebat û lebatê saz bibe, wê tiştekî bê berçavan, bê berdestan, bê ber rihan ava bike.”

“Gelo wê wextê emê bigihêjin rastiyê. Bi teqezî emê tiştekî berbiçav û mitleq bibînîn.”

“Bersîva vê tuyê bidî.”

“Çawa?”

“Wekî te niha digo. An tuyê xwe bikujî, an jî wekî ez dibêjim: hêvî bikî û hewil bidî. Êdî tu zanî. Xwedî biryara xwe jî tu yî.... Belêê ji min re rê hate xuyanê ez diçim.”

“Kuda diçî”

“Êdî di navbera me de cîh û hewcedarîya gotinê nemaye. Divê ez biçim. Divê tu jî biçî. Lê ku da ez nizanim.”

“Pey hêvîyên xwe diçî?”

“Bi gotegotê destxistina tiştekî mimkun e, ez nizanim. Ev tewr wê kêrbe an bêkêrbe, ez baş nizanim. Lê ez hêvî dikim. Û hêviyên xwe jî bawerdikim. Ji ber vê karê min heye divê ez biçim. Min hat agahî da te. Wekî din jî tu zanî. Xatirê te”

“Hela bise, neçe, belkî ez jî .....” 

This email address is being protected from spambots. You need JavaScript enabled to view it.

SmartNews.com