Breaking News:
Wan’da sefaletin sefaleti -Ehmed Pelda - Thursday, 01 December 2011 22:57
27 Yıl Sonra Tekrar Van-4-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 29 November 2011 17:20
27 Yıl Sonra Tekrar Van-3-A.Haydar Gürbüz - Monday, 28 November 2011 16:32
27 Yıl Sonra Tekrar Van-2-A.Haydar Gürbüz - Saturday, 26 November 2011 21:07
27 Yıl Sonra Tekrar Van-1-A.Haydar Gürbüz - Friday, 25 November 2011 18:17
Techno-Ecology: Ekonomi ve politikanın gerçek sahnesi - Wednesday, 23 November 2011 23:12
Bir tutsaktan mektup var - Wednesday, 23 November 2011 22:38
Güç mücadelesinin yeni kutsal kitabı-Ehmed Pelda - Sunday, 13 November 2011 15:11
Birde Bana Kulak Veriniz-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 25 October 2011 07:45
zel dağının rüzgarı - Friday, 21 October 2011 16:29
Barış İçin Savaşmak - Tuesday, 11 October 2011 07:17
İkiyüzlülük abidesi - Sıtkı Güngör - Tuesday, 11 October 2011 07:14
Sancı-Ehmed Pelda - Tuesday, 11 October 2011 07:09

Teror û îşkence-Feleknaz Uca

Parlamena Ewropayê li dijî êșkenceye têdikoșe.
Di sedsalên qûrna navîn em ji pirtûkan dinasîn.
Ev rast e?
Na.
Di dema îroyîn de; di sedala 21’emîn de rewș demên qûrna navîn diberiqînin.
Ji bo girtiyan îro jî xerakirina razanê, serma û sarêkî girse, bandora dengê ku mirovan ber bi dîniyê dibe û her berdewam e rojev e.
26’ê Tîrmehê roja Netewên Yekbûyî ya piștgiriya kesên ku êșkence ditîn e.
Yekitîya Ewropayê, pisporên mafê mirovan dixwazin di vê riyê de, hêzên xwe ji bo bidawînanîna êșkenceyê bidin diyarkirin:
Divê îșkence bi dawî bibe;
Divê zext li ser mirovan rabe;
Û divê tu kes ji ber raman, ditîn, reng û ola xwe nakeve ber çerxa dewletan.
Di nav çarçova terorê de rexistinên dewletan jî metodên îșkenceyê yên ku bi sedan sal kevn in diceribînin.
Lê ev kirin li dijî civatên demokratîkin û rêza mirovatiyê binpê dikin.
Ji ber wê yêkê jî qedexekirina îșkenceyê yek ji hedefên polîtîka YE ye.
Yek ji belgenameyên girîng Konvansiyona Neteweyên Yekbûyî ya li dijî îșkencê ye.
Ev peyman ji 26’ê Tîrmeh a 1987’an peyve hatî bû pejirandin.
Peymana li dijî îșkenceyê ji aliyê 147 dewletan hatiye îmzekirin.
Haidi Hautala, Endama Parlamana Ewropayê ya Gruba Keskan bang dike:
„İșareta heri girîng a dewletêke, dixwaze li dijî êșkence bide diyarkirin ev e: Dive ev dewlet herî zutirîn Peymana NY bê qeyd û șert îmze bike û bipejêrîne.“
Servîsên veşartî di karê xwe yê li dijî terorê de weșartî dixebitin.
Lê mirov nizane ku ev rexistin her metodên dirûst bi kar tinîn an jî na.
Herî girîng kes nikare kontrol bike ka servîsên îstîxbarat îșkenceyê diceribînin an jî na.
Pir caran weșartina operasyonên servîsên veşartî, ji bo weșartina metodên ne qanûnî ne.
Metodên îfadegirtinê her diçin navên nû digrin û wisa jî dikevin bi șikê reya giștî; wek navê „teknîkên îfadegirtinê yên pêșvebirî.“
Çalakvana mafê mirovan Hina Jilani tesbît dike: „Lê disa jî ev êșkence ye!“
Mi gor pisporan û rexnegiran; divê hemû xebatê servîsên dizî werin kontrolkirin.
Û kesên ku di bin gumana ‘terorîstiye’ de ye, divê ji aliyê saziyên taqîbatê yên fermî ve werin teqîbkirinê.
Eric Sottas, Sekreterê Giștî ya Rexistiva Dinyayê li Dijî Êșkenceyê, Neteweyên Yekbûyî ya Emerîqayê ji ber dersînorkirina kesan ji bo welatên ku êșkence dike rexne dike:
„Em nikarin mirovan bișînin welatên ku pir caran bi tundî mafên mirovan binpê kirin e!“
Di çarçova polîtîka derwe û ewlekariyê de, YE’yê șertên nû ji bo bezirganiya çekan pejirandine.
Ji aliyê din ve jî YE‘yê helvest dide ku kontrolan ji bo îhracê hacetên paramîlîter bixe bîryar.
Wate: Têkoșîn li dijî terorê: Lê bê êșkence!

This email address is being protected from spambots. You need JavaScript enabled to view it.

Kaynak:Özgür Politika

SmartNews.com