Breaking News:
Wan’da sefaletin sefaleti -Ehmed Pelda - Thursday, 01 December 2011 22:57
27 Yıl Sonra Tekrar Van-4-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 29 November 2011 17:20
27 Yıl Sonra Tekrar Van-3-A.Haydar Gürbüz - Monday, 28 November 2011 16:32
27 Yıl Sonra Tekrar Van-2-A.Haydar Gürbüz - Saturday, 26 November 2011 21:07
27 Yıl Sonra Tekrar Van-1-A.Haydar Gürbüz - Friday, 25 November 2011 18:17
Techno-Ecology: Ekonomi ve politikanın gerçek sahnesi - Wednesday, 23 November 2011 23:12
Bir tutsaktan mektup var - Wednesday, 23 November 2011 22:38
Güç mücadelesinin yeni kutsal kitabı-Ehmed Pelda - Sunday, 13 November 2011 15:11
Birde Bana Kulak Veriniz-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 25 October 2011 07:45
zel dağının rüzgarı - Friday, 21 October 2011 16:29
Barış İçin Savaşmak - Tuesday, 11 October 2011 07:17
İkiyüzlülük abidesi - Sıtkı Güngör - Tuesday, 11 October 2011 07:14
Sancı-Ehmed Pelda - Tuesday, 11 October 2011 07:09

Rêjeya xwendin û nivîsandina zimanê zikmakî kêm dibe

Navenda Giştîya Egîtîm Senê têkildarî rewşa zimanên li Tirkiyeyê rapora "Di perwerdehiyê de bikaranîna ziman, Di duzimaniyê de helwest û nerînê gel û lêhatina Tirkiyeyê" amede kir. Egîtîm Senê, diyar kir ku rewşa Tirkiyeyê ji bo pirzimanîyê guncav e û asteniya li pêşiya dewlemendiya ziman tenê hikûmet û dewlet e. 

Navenda Giştîya Egîtîm Senê têkildarî rewşa zimanên li Tirkiyeyê rapora "Di perwerdehiyê de bikaranîna ziman, Di duzimaniyê de helwest û nerînê gel û lêhatina Tirkiyeyê" amede kir û li navenda giştî bi rayagiştî re parve kir. Di civîna çapemeniyê de Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Zubeyde Kiliç, Sekreterê Giştî Mehmet Bozgeyîk, rêveberên navendî Serpîl Açil Ozer û nivîskar Umît Ozmen amade bûn. Di civînê de Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Zubeyde Kiliç, axaftin kir û anî ziman ku bi armanca rewşa ziman a li Tirkiyê aşkere bikin û şert û mercên ziman ên perwerdehiyê bi rayagiştî re barve bikin ev rapor amade kirine. Kiliç, anî ziman ku wan hevdîtinên rû bi rû pêk anîne û bi 10 pirsên demografî pirsên 18 zimanan pirsî ne. Kiliç, anî ziman ku wan lêkolîn li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Bursa, Edene, Antalya, Dilok, Amed, Edîrne, Balikesîr, Mugla, Afyon, Duzce, Konya, Gurgum, Nîgde, Sêwas, Zonguldak, Sînop, Çorum, Gîresun, Erzîngan, Qers, Meletî, Wan û Mêrdînê pêk anîne. Kiliç, da zanîn ku wan di navbera 15'ê nîsanê û 15'ê gulanê de lêkolîn pêk anîye û wiha got: "Me lêkolîn li 26 bajaran pêk anî. Me bi kesên temenê wan 17-90 salî re rû bi rû hevditin pêk anî. Bi 391 zilam û 390 jinan re hevditin pêk anî." 

'LI TIRKIYEYÊ POLÎTÎKAYA YEK ZIMAN SERDEST E'

Kiliç, anî ziman ku li Tirkiyeyê polîtîkayên yekzimanî tê bikar anîn û piştî avakirina komarê polîtîkaya yek ziman, yek çand, û yek bawerî ket jiyanê. Kiliç, da zanîn ku ev polîtîka li dijî rastiya Tirkikeyê ye û krasê wê li wê teng dike. 

'MAKEZAGON 1982'AN TIRKIYE KIR YEKANE 

Kiliç, makezagon 1982'an jî rexne kir û da zanîn ku bi vê makeqanûnê rê li pêşiya dewlementiyên Tirkiyeyê hatin girtin û Tirkiye bû yekane. Kiliç, bibîrxist ku Tirkiye ji ber xalên makezagon 1982'an ên ku rê li pêşiya dewlemendiya ziman, çand û nasnameyê digire daxwazên perwerdehiya zimanê zikmakî tên cezakirin. Kiliç, anî destnîşan kir ku bivê yekê re Tirkiye jî tê cezakirin û pêşnakeve.

'JI SEDÎ 16,9'Ê ŞÊNIYÊ BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ DIAXIVIN'

Di lêkolînê de hate diyarkirin ku ji sedî 20'4'e dayik û bavan bi zimanê zikmakî diaxivin û bi tevahiya şênî jî ji sedrî 16,9 bi zimanê zikmakî diaixvin. Her wiha ji sedî 15,2 bi kurdî, ji sedî 2,1 bi erebî diaxivin. 

'CIWAN BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ FAM DIKIN, LÊ NAAXIVIN'

Di raporê de hate zanîn her diçe axaftina zimanê zikmakî kêm dibe û wiha hate gotin: "Ciwan bi zimanê zikmakî fam dikin nê nikarin biaxivin. Ziman bêtir ji aliyê kal û mêran ve tê axaftin. 

'KESÊN ZIMANÊ ZIKMAKÎ DIAXIVIN LI GUNDAN BI KURDÎ LI BAJARAN BI TIRKÎ DIAXIVIN'

Raporê cih da rewşa kurdî û wiha hate gotin: "Kesên bi zimanê kurdî diaixvin, li gundan bêtir bi kurdî, li bajaran jî bêtir bi tirkî diaxivin. Di pirsa "Zimanê we yê zikmakî çiye?" bersîva zimanê me yê zikmakî kurdî ye herî zêde li herêma Rojhilatê Bakur hate dayîn. Li gorî vê yekê li herêma Rojhilata Başur a Anatolê ji sedî 39,8, li herêma Rojhilata Anatolê ji sedî 27,7, li herêma Marmarayê ji sedî 9,6, li Egeyê ji sedî 15,7, li herêma Anatola Navîn ji sedî 2,4, li herêma Derya Spî ji sedî 4,8 li Derya Reş jî ji sedî 0 bersîva zimanê me yê zikmakî kurdî ye da. 

Di lêkolînê de hate diyarkirin ku her çiqas ziwcînên bi komên cuda re pêktên civakê li hevbîne bi awayekî lezîn jî rê li windabûna zimanê dayîkê vedike. Bikaranîn zimanê dayîkê her diçe ji sedî 27 kêm dibe.

Li gorî lêkolîn hem bi dayîk-bav, zarok û hevser re ji sedî 17 û 32 bi du zimanan tê axaftin. Di lokolînê de ji sedî 12,3 xwe kurd, ji sedî 3,2 dimilkî û ji sedî 77,5 jî xwe kurd didin nasîn.

'HINBÛNA Û HÎNDEKARIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ MAFEKÎ XWEZAYÎ YE'

Li gorî lêkolîn ji sedî 69 hînbûn û hîndekariya zimanê zimakî wekî mafekî xwezayî tê dîtin. Ji sedî 18 jî ji ber ku ewlehiya welat ev yek xwezayî nayê dîtin dibêjin. Her wiha kesên dibêjin zimanê zikamî mafêke xwezayî ye divê li dibistanan ev bê bikaranîn. Yên li hemberî derdikevin piranîna wan ji Derya ya Reş in. 

Li gorî lêkolînê piştî zimanê tirkî zimanê kurdî herî zêde tê bikaranîn. Di perwerdehiyê de piranîn nêrîna du zimanî perwerdehî bê dayîn derket holê. Her wiha ji sedî 43 zext û cudakarî li hemberî zimanê zikmakî tên kirin û kesên zimanê zikmakî bikartînin rastî cudakariyan tên.

Her wiha di mijara astengkirina perwerdehiya zimanê zikmakî sedem gel nîn e dewlet û hikûmet e hate nîşandan û wiha hate gotin: "Nêrîna gel ya li hemberî zimanê zikmakî ji nêrîna dewlet û hikûmetê baştir e. Kesên li dibistanan ji bilî tirkî perwerdehî bê dayîn derdikevin ji sedî 28'in ji sedî 72 jî piştgiriyê didin vê yekê. Li Tirkiyeyê ji bilî tirkî perwerdehî bê dayîn jî sedî 48 e. Ji sedî 27,7 li hemberî derdikev." Her wiha di raporê de ji bo perwerdehiya du zimanî Elmanya, Çîn, Efrîkaya Başûr, Bolîvya, Swîsre, Swêd, Îsraîl, Hollanda, DYE, Qeneda, Franse, Belçîka, Hîndîstan û Spanya minak hatin nîşandan.

Di raporê de ev pêşniyar ji bo çareseriyê hatin kirin;

* Li cihê makezagona 1982'iyan makezagona hemû azadiyan û mafên bingehîn biparêze bêçêkirin.

* Di makezagonêm de beşa perwerdehiyê li gorî NY'î bê sererastkirin û li gorî rêzgezên gerdonî bên nivîsandin.

* Ji bo ku di perwerdehiyê cih bidin perwerdehiya zimanê zikmakî peymanên navneteweyî bên îmzakirin û di hiqûqa navxweyî de jî sererastkirin pêkbên.

* Divê Zagona Bingehîn ya Perwerdehiyan Neteweyî, Zagona Hîndekariya Bilind a Zanîngehan û Zagona Televizyon û Radyoyan li goî pirzimanî û pirçandî bê çêkirin.

* Ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî meterayal bên amadekirin, li dibistanan sererastkirin pêkbên û têkildarî zimanên zikmakî de xwendekaran agahdar bikin.

* Li zanîngehan têkildarî zimanên zikmakî yên li welatê me tên bikaranîn beş bên vekirin.

* Di pirtûkên dersan de hemû peyvên cudakar û civakê û derdorên din biçûk din bên derxistin.

* Navên bajar, mirov, gund û erdnîgariyê serbest bênberdan û yên hatin guherîn careke din navên wan yên resen lê bên kirin.

* Divê dest ji YIBO û PIYO'yên bi armanca asîmîlasyonê hatin vaksirin bên rakirin.

ANF NEWS AGENCY

SmartNews.com