Odeya Bazirganî û Sanayî ya Rihayê û ji bo hê baştir nasandina bajarî, perestgehên 11500 salan berê, cihê ku Adem û Hewayê bo yekem carê tê de hevûdu dîtiye, dê belgefîlmekî (dokumenterekî) çê bike. Kişandina belgefîlmê Göbeklitepe dê ji hêla şîrketeka taybet di nava çend rojan de dest pê bike. Armanc ew e ku ev belgefîlm di kanalên televizyonê National Geographic û Discoveryiyê de bêne weşandin û bi vî awayî bala dinyayê bête kişandin bo ser Rihayê.Birêveberê Turîzm û Kulturê yê Rihayê Selam Yıldızî derbarê vê mijarê agahî dan AKnewsê û got: »Di sala 1995-ê de, di bin seroktiya Miduriyeta Muzeya Rihayê û Enstîtuya Arkeolojiya Alman »Harald Hauptman« lêkolînên ser erdê hatine kirin. Ji sala 1996-ê û vir ve ji hêla arkeologê Enstîtuya Arkeolojiya Alman Dr. Klaus Schmidt ve xebat têne meşandin.«
Yıldızî got ku fînansa kolînên Göbeklitepe ji hêla Enstîtuya Alman ve tê dan û wiha domand:“Di kitêba David Rohl yê îngilîz ya bi navê ‘Efsane Bestseller’ê de tê ragihandin ku Adem û Hewa dema ku ji cennetê tên avêtin ew yekem car hevûdu li Göbeklitepeyê dibînin û jiyana xwe li vê derê didomînin. Çandiniya yekem di vê derê de tê kirin. Kovara Der Spiegelê ya almanî jî yazde rûpelên xwe yên sala 1996-ê ji bo vê nûçeyê veqetandibûn. Gava nivîsa kovarê li Tirkiyeyê bû manşeta hinek rojnameyan, êdî Göbeklitepe bû cihekê meşhûr.”Göbeklitepe 15 kîlometran ji navenda Rihayê dûr e û navê xwe ji perestgehên li vê derê digire. Dîtinên destpêkê di herêmê de di sala 1963-ê de bi hevkariya zanîngehên Stenbul û Chicagoyê hatibûn dîtin.Têbînî: Wêne û nûçe ji AKnewsê, ku bi nav »ym«î hatine belav kirin, hatine wergirtin.
--------------------------------------------------------
Kulturname-Nûçe - This email address is being protected from spambots. You need JavaScript enabled to view it.

