Hewlêr (Rûdaw) – Di wê rojê de xelk ji mal derdiketin bo geştûguzarê, sê keçên biçûk dixwestin çav li xelkê bikin û ew jî seyrana xwe bikin, lewma hinek moz û pirteqalan dibin û li pêşber mala xwe diçin nav peykerê generatoreke sîkrabê. Lê ji ber derketina agir hersê dişewitin û jiyana xwe ji destê didin.
Ew hersê keç zarokên yek malê bûn, bi navên Dewlet Remezan Îsmail (8), Millet Remezan Îsmail (3) û Şewîn Dilovan Remezan (5). Ew rûniştiyên gundê Brag yê li ser devera Behrke bûn. Êvara 05.03.2012an ji ber derketina agirekî ku bi xwe pêxistibûn şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.
Rêveberê polîsên Hewlêrê Ebdilxaliq Telet ji Rûdawê re ragihand, ew zarok nêzîkî generatorê bûbûn û agir dadabûn: “Di cih de agir gihabû generatorê û pir bi giranî birîndar bûbûn, lewma hersê jî miribûn, kes di vê bûyerê de ne tawanbar e û kesî jî doz venekiribû.”
Nêzîka 400 malan li wî gundî dijîn û 5 km ji bajarê Hewlêrê dûr e, Remezan karê xwedîkirina heywanan dike û kurê wî Dilovan jî pêşmerge ye, di roja yekê ya bûyerê de du keçan jiyana xwe ji dest dan, ya sêyem jî dotira rojê mir.
Kerîm Mihemed, ku xizmê nêzîk yê wê malê ye ji Rûdawê re axivî. Kerîm dibêje zarokan li mal gotibû diçin seyranê, wê rojê li hawirdorê berf bariyabû, xelk zêde bo lîstina bi berfê derdiketin derve, wek Kerîm dibêje: “Hinek moz û pirteqal bi xwe re biribûn, daxwaza pereyan jî li malê kiribûn, lê gotibûn bila dûr nekevin, pere nedabûn wan, wan jî seyrana xwe li ber mala xwe kiribûn.”
Mala Remezan û kurê wî Dilovan li hember hev in û generatorekî xirabe di navbera herdu aliyan de hebû, ku 50 metroyan ji wan dûr bû, generatoreke kevin a mala cîranan bû, Kerîm got: “Hersê zarokan ji ber sermayê xwe bi generatorê hewandibûn, pir bi dijwarî cihê sê zarokan di qapaxê wê de dibe, her mirov bawer nake çawa karîbûn xwe têxin hundirê wê.”
Kerîm got, deriyê wê generatora kevin li derve dihat vekirin li hindir nedihat vekirin, zarokan jî derî li xwe girtibûn: “Çûbûn hundir û agir kiribûn, ligel pêxistina agir, çirîsk vedane; zarokê xwediyê generatorê li ber derî bû û agir û dûman dîtibû, dibêje bavo çi şewitiye? Agir girtibû generatorê, xelk çûbûn û dîtibûn hersê keç di nava wê de şewitîne, bilez wan dibin nexweşxaneyê, Remezan bi xwe jî digihe ser şewata wan.”
Şewîn her li cem agir mir. Kerîm dibêje: “Wek ariyê lê hatibû, Millet jî ji sedî 100 şewitîbû, nêzîka 8 saetan jiya û dû re mir, Dewlet jî ji sedî 82ê laşê wê şewitîbû, nêzîka 30 saetan jiya.”
Luqman Ebdulla ku rûniştiye gundê Brag e, got: “Gava ku xelk gihiştin cihê bûyerê dengê nefes û nûze-nûza zarokan dihat, herdûyên biçûk zû ji ber dûmana bêhiş bûbûn, lê hesta ya mezin mabû, wek dengê kesekî birîndar dengê wê dihat.
Niha qapaxê wê generatorê bo cihekî dûr hatiye avêtin, ji ber dema bav û dêya zarokan didîtin, wek Luqman dibêje: “Têk diçûn û pê diêşiyan.”



