Breaking News:
Wan’da sefaletin sefaleti -Ehmed Pelda - Thursday, 01 December 2011 22:57
27 Yıl Sonra Tekrar Van-4-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 29 November 2011 17:20
27 Yıl Sonra Tekrar Van-3-A.Haydar Gürbüz - Monday, 28 November 2011 16:32
27 Yıl Sonra Tekrar Van-2-A.Haydar Gürbüz - Saturday, 26 November 2011 21:07
27 Yıl Sonra Tekrar Van-1-A.Haydar Gürbüz - Friday, 25 November 2011 18:17
Techno-Ecology: Ekonomi ve politikanın gerçek sahnesi - Wednesday, 23 November 2011 23:12
Bir tutsaktan mektup var - Wednesday, 23 November 2011 22:38
Güç mücadelesinin yeni kutsal kitabı-Ehmed Pelda - Sunday, 13 November 2011 15:11
Birde Bana Kulak Veriniz-A.Haydar Gürbüz - Tuesday, 25 October 2011 07:45
zel dağının rüzgarı - Friday, 21 October 2011 16:29
Barış İçin Savaşmak - Tuesday, 11 October 2011 07:17
İkiyüzlülük abidesi - Sıtkı Güngör - Tuesday, 11 October 2011 07:14
Sancı-Ehmed Pelda - Tuesday, 11 October 2011 07:09

“Gûftugoyên Li Ser Nasnameyê û Pêşniyareke Nu”

Destpêk

Mîrov kîjan taybetiyên xwe ve xwe didin naskirin? Kîjan li ku derê hewce ye? an ji bo xwe dayina naskirinê kîjan nasname ne pêwîst e? Gelo nasnameya cîvata û kesan wek hev e? An jî li ku û ji ber çi hev cuda dibin?

 

Mijara nasnameyê çi çaxî dibe hinceta guftugoyên polîtîk? Ast û merheleyên asimilasyon, integrasyon ü adaptasyonê çi ne? Û kîjan xwedi kîjan mebesta polîtîk e? Wekî tê binavkirin, nasnameyên paralel çi wateyê û armancê di nav xwe de dihewinin? Têkiliya vê pirçanditiyê (multîkultî) çiye û wê çawa bê nirxandin?

Belê ev pirsana pirsên pir bi îdia ne û giran in? Ne hêsaye insan destbihavêjê, ku gelek mijarên pejnbar û hessas in. feylesof, siyasetmedar, aborîzan, zana, sosyolog, antropolog û hwd hemu cureyên zanyaran biwênewê li gorî pêdiviya xwe dest dihavêjine vê mijarê.

Mebesta vê nîvîsê jî ewe ku vê mijarê têxe rojeva xwendekaran. Daku di rojeva me de cîhekî giring digire.

Di Pêkhatina Nasnameyê de Rola Nijad û Ziman

Diruvê nasnameyê ya destpêkê xwe bi nijadê û zimanê wê ve daye der. Lê ne wek rewşa îroyin. Şêniyê koma lêziman û girêdayiyên wan ve pêk hatiye, ku ev bi hinceta hevkariya kar û xebatên aborî wek; gavanî, şivanî, cotkarî, nêçirvaniyê, ji hev zewacê, pêdiviya piştevanî û xweparastina li hemberî êrişên derveyî herêma jingeha wan û kom û komegên derveyî wan, pêdiviya parastin sudwergirtina jî hevhinbûyin, jî hevnaskirin, cîvatbûyin û têkîldariyê û bi hewcedariya berevaniya hemberî buyerên xwezayî alikarîkirinê.

Şêniyê vê komê ne eşîr an jî malbatin. Lê li dora binemalekî hatine li ba hev û têkiliyan bi zimanekî pêk tinin. Ev ziman jî piranî zimanê binemala serdestan e. lê ev kom bi erdnîgariyekê re girêdayî nin e û nîştecîhê wê yê her dem jî nin e. Li gorî şert, merc, pêdivî û zordestiyan bi hêsanî koç dike. Di dema vê koçê de gengaze ku beşdarê komê biguherin jî. Hinek lê vediqetin, hinekê din beşdar dibin. Binemala vê kome hin caran serdestiya xwe winda dikin û hin caran jî nu ve an jî gorî şert û mercan destdixin (Child,1982)

Jî ber vê tevgerê nijad jî, ziman jî, çand jî, cureyê hilberina aborî û têkîldariyên li ser sazbûyî jî di nav vegûherinê de ne (Şenel,1982). Pêkhatina koledariyê, avakirina bajaran û li ser runiştandina pergala dewlet-bajarî û pişt re serdestiya împaratoriyan rê li ber van leza van guherinan girtiye (H. Fraknkfort, 1989). Êdi cîvat jî axê, çandiniyê û herêmê ve zêdetîr hatiye girêdan, zimanê bajar, împaratoriyê û li gorî wî meşandina siyasetê, sazkirina dem û destgehan, afirandina zanîstiyê û rêxistina perwerdeyê rengekî nu daye şaristaniyê(Douglas, 1990). Destpêka koka netewe û zimanên îroyin bi vî rengî zîl dide.

Incax birdozî, nasname û hincetbûyina siyasetê ü politizasyonê ya netewe û ziman bi pêşketina industriyê ve reng û ruçikê xwe daye der. Nijad, ax, çand, ol, birdoz, ziman ji bo ontolojiya ramana netewperestiyê bûne hincet. Lê li gorî, hêz, bawerî û birdoziyê ev hincetana an zêde bûne an jî kêm bûne. An jî hincetek û didu derketine pêş ên din şun ve mane. (Denzau, A.T. and North, D.C, 1994) Wekî tê zanin Neonasyonalizma Almanyaya Hîtler, İtalyaya Mussolinî, Îspanyaya Franko, Kemalizma Tîrkiyê, Baasa Ereban xwe bi nasnameya nijadê ve girêdidin. Jenosîd û nijadkujiya li hemberî Yahudiyan, Ermeniyan û Kurdan encamê polîtîkaya vê nasnameyê ne (Zülch, 1991)

Kes, kom, cîvat û netewên li derveyî nijadkujiyê mane jî mecbûrî asîmîlasyonê bûne. Ziman, çand û hîşmendi bi riya perwerde, pergal û têkiliyan tê guhartin. Armanc hemu cudatî di nav nijadê de bê helandin û êdi herkes xwe bi nijada serdest bide nasandin. Diruşmeya yek dewlet, yek netew, yek al, yek ax bi vê armancê xwe radigire (Pelda, 2001)

Tê xuyanê ku pergala dewletên netewperestî li herderê vî tehrî pêk nehatiye. Çîn, Fransa, yekîtiya Brîtanyayê ku, împaratorî û serdestên berê jî pergaleke cuda avakirine û xwe yekser nespartine nasnameya yek nijad û yek zimanî. Lê wana jî raman û rêbazên cuda avakirine. Em bêjin Çînê 26 cureyên zimanê Çînî hene. yekî rojhilat û yekî rojavayê Çînî tu carî jî hev fahm nakin. Bi koka nijadi jî ne yek in. Lê serdestî û pergala ku hatiye sazkirin van rengan bi hincetê yekîtiya dirokî, çandi, zimanekî hevkarî gelemper û birdoziyeke yekta hîm girtiye. Berê împaratorî, piştre sozyalizm îro jî veguhertina pêvajoya kapîtalizmê hercar li ser van hebûnan tê avakirin.(Mc Neîll, Braudel)

Li Brîtanyayê îrlandî, îskoçî, keltî û îngîlîz dîjîn û heryek di demê de xwedî zimanekî cuda bûye. Incax bi saya serdestiya Îngîlîzan herêm û netewên din jî têkiliyên siyasî, aborî û cîvakî bi Ingîlîzî sazkirine. Lê herçiqasî Ingîlîzan desthilatdariya xwe meşandibin û zimanê wan hemu Brîtanyayê hatibe bikaranin jî Îrlandiyan, İskoçan, Keltan hebûna xwe ya netewî, siyasî jî dur neketine (Hechter, 1978)

Ev jî nîşan dide ku herçiqasî zimanê cîvat an jî netewan biguhere jî, nayê wê wateyê ku wê asîmîle bibin û hemû hîşmendi, vin û îradeya xwe radestî serdestan bikin. Van netewan jî li gorî hîşmendiya netewa xwe bi çand û zimanekî din be jî berjewendiyên xwe, herêmên xwe, hebûn û nîşaneyên dirok û warê xwe parastine û li ser vê jî pergala xwe sazkirine.

Fransayê jî ji bo meşandina serdestiya li afrîkayê pergaleke cuda avakirine. Li gorî îdiaya wan her endamê her nijad, her reng, her ol dikare bibe Fransî. Li gorî vê fransî bûn hewceyî nijadekê nin e. Fransîbûn nasnameyeke, hîşmendiyeke, şaristaniyeke, şêwazeke û asteke. Lê vê gotinê di rastiyê de cîhekî giring negirt û Fransayê jî hem herêmê afrîkaya navin û hem jî bakurê Afrîkayê bi taybetî li hemberî berxwedana Cezayîrê ya dur û dirêj serdestiya xwe winda kir.

Amerîka, Hindîstan, Brezîlya, dewletên Afrîkayê, Awustralyayê, ku ev berê mêtingehbûn, pergalên cudatîr avakirine. Kesên koçi van welatan kirine bune serdest; nasname, çand û zimanê xwe bikaranine. Herçiqasî êriş, zordestî, heya bigre wekî hemberî cermsoran nijadkujî, an jî bazîrganiya koledariyê û barkirin û birina afrîkiyan li amerîkayê kiribin jî, hêla hîquqî ve di rewşa îroyin de hebûna hemu nijadan, zimanan û çandan pejîrandine.

Lê di rastiyê de ziman û çanda serdestan berdewam bûye û ên din jî li gorî vê Integre bûne. Ji ber vê yekê Ingîlîz, Fransî, İspanyoli, Portekîzî tê axaftin. Çanda kapîtalizmê ku koka xwe jî çanda rojavayê Ewropayê ve girêdayiye, tê meşandin.

Ev pergalên wek minak, nijadperest, konservatîv (adetperezî) û liberal hê pirsgireka Nasnameyê ya ku têkili nijadê negîhandiye encamekê û di qeyranê de ye. Koçberiya li hin deverên cîhanê jî ber şerên oli, netewî û siyasî an jî mebesta aborî pêk tê bandoreke mezin li welatên rojavayî dike.

Ev welatan hewceyî hatina vê koçberiyê ne. Jî ber ku hejmara şêniyên wan hem kal dibe hem jî kêm dibe. Bi saya vê koçberiyê pergala xwe ye aborî li ser piyan digirin. Incax ev koçberî pirsgirekên çandi, cîvatî, siyasî an jî şaristanî derdixine.

Jî ber vê yekê pergala Integrasiyonê pêşxistin. Li gorî vê her dewlet zimanê xwe, zagon û pergala dewletê, pergala xebatê û jiyana şêniyê wî welatî hin dikin û dixwazin ku koçber jî li gorî wan bimeşin. Incax taybetiyên koçberan jî dipejîrinin û desturê didin kû ew vê bimeşinin. Ev nîşan cudatiya pergala integrasyon û asîmîlasyonê ye. Gava asîmîlasyon hemu taybetiyan diheline û tune dike, Integrasyon di nav pergalekê de lihevhaninê jî xwe re dike armanc. (Yazicioğlu)

Di Pêkhatina Nasnameyê de Rola Ol û Birdozî

Wekî tê zanin her ol, her tevgera ramanî jî demên tengasiyên pergalên hêla cîvakî, olî, aborî û ramanî ve xîtîmine re wek rêyeke xwe xelaskirinê pêkhatine û bi hinceta êş û çareyeke nu rudane. Heskî çavkaniya xwe bi gotin û rêliberxisîtina xwedê û melayketê wê girtibin, heskî ramana insanan girtibin, li gorî dem û destgehan bûne çare û li hemberî tengasî û qeyranên pêkhatî bihnek vedane. Daku di destpêkê de heryek xwedi armanc, daxwaz, hêvî û bendewariyên pêşveru û gerdunî bûne. Jî ber vê kêliyê gelek deverên cîhanê jî belav bûne, çand, cîvat, netew, pergalên heyî hildane bin bandora xwe û guherin pêk anine.

Tecrûbe û zaninên heya niha danine nîşandin ku ev guherinan herwext ji bo çand û şaristaniyan bune hilmekê û ji bo xwenuveavakin reng û ruçikên qalibên berê ên wek raman, kelepûr, çand û hewildanan hejandiye.

Lê her ramana insanî û rudana xwedayî di dema belavbûnê de li gorî dema pêkhatin û hinceta pêkhatina çavkaniyê gelekî diguhirê. Di vê pêvajoya guherinê de dem, belavkar, elçi û sudwerên vê ol û ramanê, pergal, armanc û kana wan di hêlekî de cîhekî giring digre. Disa taybetiya netew, cîvat, çand, aborî, erdnîgarî, pergala siyasî ya ku ol û raman lê belav dibe jî ji bo têgîhîştin, pejîrandin, bikaranin û kelijandinê xwedi roleke bingehin e.

Li gor vê her netew, çand, cîvat, pergal û war li gorî raya xwe her ol û ramanê şîrove dike û li jiyana xwe ve dikelijine. Di encamê de cure û celebên destpêkê şaxvedidin û ev jî dibe hîmê veçerxandina raman, ekol, ditin, şîrove, guftugo, hêvî û daxwazên nû. Mezhep, teriqet, cemat, kom ü komeg an ji ekol li ser van şaxan bilind dibin.

Jî bo rudanên vî awayî herêma me wekî xezinekê ye. Wek hemu deverên cîhanê, li herêma me û li welatê me jî gelek ol, raman û şopa bi taybetî û rengê xwe ve hene. Loma em vê hêlê ve xwedi tecrûbe û taqiyên dirokî ne. Disa ev olan hemu jî di nav xwe de xwedi şaxa ne û bi riya mezheban, terîqetan, cemaetan û kom û komegan jiyana xwe dimeşinin. (Bruinessen,2000 Steinbach und Robert, 1988) Elbet gelek hincetên van ê dirokî, çandi, bawermendi, kesanî û hwd. hene. Li ser van gelek guftugo û gengeşî jî di rojevê de herwext cîh digirin. Hincetên hevnekirinê hinek caran dibin sedema mijarên berberî, dijberî, berevanî, hevketin, hevxistin û şerkirinê jî (Hippler, 2007). Jı ber van yekan armanca destpêkirina olan diçerixe û dewsa hêvî û dilxwaziyên destpêkê wek aştî, biratî, pêşketin û ronîbunê; dilnexwazî, dijminahî û perçebûn serdest dibe.

Heya nîha tu kesî û hêzê rê û dirbek neditiye an jî nedaye li ber cîvatê ku ev cudahî bi hev re di nav jiyaneke aştiyane de bimeşin. Di vê navinê de her çiqasî şaristaniya rojavayî wek minak bê nîşandin û ramana pirçandi (multî-kultî) ve xwedi payeya pesindayinê be jî di rastiya xwe de ne wusa ye û îro jî bi hinceta buyera 11ê İlonê 2001ê û fundementalizma İslamî tê betalkirn (Ali, 2002). Li vê herêmê hêla zagonî û gotarî her çiqas pêşveçuyin hebin jî dirok dide xuyakirin ku di rastiya jiyanê de li gorî herêmên cîhanê wek Rojhilata Navin, Hindistan, Çîn, Afrîka an jî Amerîkaya Latinî tu pêş jî neketine. Şerên di navbera mezheban, olan û xwin rîjandina wan ne tu asteke kêm de ye. Vê gavê herçiqasî wekî hevkirî û hevpeyman têne xuyanê jî şerê wan ya hêzdestxistinê, têkoşina wan a jî bo serdestî û desthilatdariyê dimeşe, lê bi hincet û rêbazên cuda.

Êdi herçiqasî bir û boçunên cuda hebin jî îro şerên ku diqewimin xwe dispêrine sedemên Oli, Buyera 11e Îlonê, Fenomena El-qaîda, Taliban, dijberiya şîî û sunniyan vê gavê bi her avayî rê li ber siyaseta heyî dixe. Afganîstan, Pakîstan, Sudan, Somali, Îraq, Cezayîr bune warê şer. Ev şerê di nav cîhana gelê mîsîlman de dimeşe ru û ruçikê nasnameya Îslamî jî diguherine. Têkiliyên mezheb, terîqet û cematan bi hev re, bi sermayeya herêmê û navnetewî re, olên din re, pergala dewletên navxweyî an jî biyanî ketiye pêvajoyeke guherinê. Hin ciyan tuj dibe radikal dibe û hin ciyan jî nerm dibe liberale dibe. Xeynî van mijarên siyasî dikarîm bibêjîm ku İslam û Liberalizm, Îslam û Kom û İslam û Kes carek din ketine pêvajoya hevruyî bûnê ü nasnameya xwe digere (Bessam 1981)

Hinduîzm, Budizm û Xaçperestî jî îro di nav tengasiyê de ne. Jî Hindistanê li gel pergala kast, parvekirina dewlemendiyan, sudwergirtina xîzmetguzariyê û derftên dewletê, an jî jîbartin û tercîhkirina xebatkaran hê girêdayî erf û edetên berê û li gorî pîvana hinduîzmê pêk tê. Wekî din gelek cîh û war hê têkîldarî modernîzmê nebûne. Şerên di nav olan, mezheban û nijadan dem demî gur dibe. Ev rudanan dibin hinceta rexneyên hêz, kes, komên modern û liberal. Tê gotin ku herçiqasî makezagon demokrate; hemu olan, nijadan, kesan dihewine û diparêze jî di piratîkê de nasnameyekî hemu welêt û hemu kesên vî welatî hilgire ava nebûye.

Li herême ke din wekî têkiliya Çîn û Tîbetê di heman carê de girêdayî tengasiya Budizmê ye jî. Temsîlkariya Dalaî Lama nasnameya wî û têkiliyên wî ye navneteweyî dibe sedema gefên Çînê. Dalaî Lama hem ji bo parastina Tîbetê, hem jî ji bo ragirtina hêza xwe destdihavêje budistên Çînê û têkiliyin xwe bi awayekî dimeşine. Lê Rêveberiya Çînê tevger û daxwazên wî naecibine, nasnameya budizmê naxe êş û tengasî lê siyaseta bi wê ve girêdayî jî bi awayekî tund tune dike.

Xaçperestî jî bi taybetî saya rêveberiya Katolikan berva fudemantalizmê diçe. Pîvanên olî hêdi hêdi rê didin polîtîkaya Rojavayiyan. Amadekariya makezagona Yekîtiya Ewropayê, polîtîkayên hemberî biyaniyên li Ewropayê dijin dikeve bin bandora mijarên olî (McCormik, 1999)

Wekê tê zanin li gorî projeya pirçanditiyê (multîkultî) her cîvat, komên cuda an jî ên koçber û penaber li Welatên Rojavayê xwedi mafên hêja bûn. Perwerdeya ziman, rêxisîtinên çandi û kulturî, îbadetxane hem serbest bûn hem jî aliyê dewletê ve destekariya dravî hildidan. Komên bisîlman, komên afrîkiyan, komên kurdan, ereban, tirkan bi vî awayî jiyanek ava dikirin û wekî din jî li gorî hincetên polîtîkê beşdarî bernameyên zimanê fermî, pîşe, xwendin û têkiliyên aborî dibûn. Ev wek cîvatên paralel dihate binavkirin û xwedi gelek aligiran bû.

Lê îro ev tê terîkandin. Nasnameya van cîvatan ketiye bin xetereyê. Tenê întegrasyon tê meşandin ku ev jî xwe serê xwe ne çareseriye ji bo nasnameyê. Lê rexneyên vê valahiyê hêla hêzên radîkal ve tê tîjekirin. İslamî berê xwe didin fenomena Al-kaîdayê, nijadperestiyê. Xaçperest berê zêdetîr mêla xwe didine îbadet û olê. Disa nijadperestî jî pêş dikeve. Li hemberî van dewlet jî biryarên ewlehiyê xurt dike. Bi piranî jî dijî biyaniyan zagonên tund derdixinin.

Wekî me go pediviya Rojavayiyan li mîrovên cîvan heye. Koçber, penaber û pêdiviyên wan nasname, pergal û statuya heyî ya ewropiyan binîve dihejine. Êdi Adaptasyon ketiye rojeva Rojavayiyan. Wek moda bi awayekî medyatîk kirinên Hunermendên wek Madonna, Angelina Joli an jî ên din dixina rojevê. Li gorî vê tê teşwîqkirin ku kesekî rojavayî li welatekî biyanî zarokekî wek zaroka xwe bigire, an jî yekî/ê re bizewîce, bine welêt û zarok çebike. Bi vî awayî zarokan li gorî erf û edetên xwe, ol û pergala xwe dikarin perwerde bikin û bigîhinin. Êdi navê xwe, zimanê xwe, çanda xwe didinê. Wî kesî koka xwe ye fîzyolojîk diqetinin û hîşmendiyek û şêwazeke nu didinê. Bi vê re jî dibêjin adaptasyon û hêdi hêdi dewsa integrasyonê digire.

Di pirsgireka Nasnameyê de rewşa Kes

Ez bawerîm agahiyên jorin niha ji bo raste rast rewşa qeyrana Nasnameya îroyin daneyan li ber çavan radixe. Daku ez hewce nabinîm zêdetîr bi van mijaran re kur bibim û mijara xwe bifetîlim. Lê ev gotinan jî diyardeyê pergal, çand û şaristaniyê ne. Û hemu jî li ser kes û mîrovên tekane bar in. Kesekî ku ji nû hatîbe cîhanê bi nasnameyên cuda bi cuda ve tê girêdan. Hemu celebên nasnameya warê ku lê hatiye cîhanê ji wî/wê tê sîpartin.

Ma ev rast e?

Ez nîzanîm. Ev mijara guftugoyan di navbera gotinên anarjîzmê de destpêdike, bi cureyên liberalizmê (serbestî), sosyalizmê (cîvakparezî), existansyîalizmê (bunewerî), konservatîvîzmê (adetperezeî) û heya fundemantalizmê (olperestî) dirêj dibe. Disa ateîst (xwedênenas), deîst (xwedênas), teolog (pîsporê oli) û agnostîg (nezanî ya hebûna xwedê) jî van gotinan her car devê xwe dialinin. Hemu xwendin û zanina min a heya nîha nîşanî min daye ku. Li gorî dem, daxwaz, hêz û asta şaristaniyê bersîv diguhere. Û ev beş xwe serê xwe mijara hezaran gotin û guftugoyên celebên zanîstyê ye.

Wekî min go ez naxwazîm di vir de bifetîsîm. Û dixwazîm bi guftugoyên aktuel ve girêdayî bim û li mijarê vegerîm.

Jî vê mebestê ez bendewarê kesekî me, tîpekî me, minakekî me ku her awayî rengê xwe bide xuyakirin. Ew nasnameyên ku wî/wê hatine sîpratin bikaribe pêşkêş bike. Daku wekî wan nasnameyên jî wî/wê hatine sipartin hêz, tevger, rêbaz û hebunek hatiye avakirin û wî/wê jî jiyanê re, cîhanê re, netewê re, cîvatê re tekiliyên xwe sazkirî ye. Mîxabin îro heryek van, bi hêlekî ve tê herişandin, pêpezkirin û pelçiqandin. Wekî me di serî de anî ziman hilmeke nû, daxwaziyek an jî ramane ke ku guherinê û pêşîxstinê jî êdi nayne. Bilakîs berevajî vê ye û bi hinceta statuparêziyê ev biserdeçuyin û zordestî pêk tên. Lewma hewceyî ray û ramanên nu nin.

Di rewşeke weha de reng û taybetiya nasnameyê roleke girîng dilîze. Her kesek xwediyê cure bi cure taybetiyan e. Minak peşî dikarin vê bipirsin kesek bawermende an na, heke bawermend be kîjan ol, kîjan herêm û netew, kîjan mezhep, kîjan terîqet, kîjan cemaat û hwd wê wek pirs rêz bibin. Heke Bawermend nin be wê wextê pirsa îdeolojiya wî/wê, şêwaza jiyana wî/wê sinc û sênca wî/wê, tekili û beşdariyên wî/wê dê bikevin rojevê. Heke jin an jî mêr be temen, perwerde, cîwanî bûn, pirbûyin, zewac, reşwa aborî, hebûna zarok, kar û pîşe de bên ber me.  Wekî vê gelek minakan dikarin rêz bikin. Lê ev hemî tîştekî nîşan didin. Yek “Nasnamayeke Sereke”, didu “Nasnameya Senîfin” li ber me heye. Wekî ez bibêjîm ez misliman im an jî kurd im ev dibe nasnameya Sereke. Lê ez bibêjîm ez jî vê mezhebê an jî ji vê cemaatê me, ev dibe şaxa Nasnameya Senîfin.

Hinceta şîrovakirina van gotinan ewe ku, ez nasnameya kesanî digerîm. Nîha dikarîm bibêjim ku kes xwe bi nasnameya senîfin dide naskirin ku, ev jî di heman katê de nasnameya Sereke jî dide xuyakirin. Lê li berevajî vê ne rast e.

Tîştekî din disa binîm ziman. Kesek xwe serê xwe ne xwedi nasnameyeke sereke û senîfin e jî. Xwedi pir nasnameyan e. Her mijareke jiyanî, aborî, çandi, cîvatî, erdnîgarî, zindiyanî û hemu cureyên zanîstî ku ev hezaran zêdetirin nasnameyekê pêşkêşî insanan dikin. Lê li gorî rojê, rojevê û pêdiviyan tenê çend cureyê nasnameyê di rojeva me de hene.

Em di jiyana xwe de li gorî daxwazî, hêvî, bendewarî, berjewendi û hwd. nasnameyên xwe diyar dikin. Ji ber vê jî cîvata ku em pê re têkîldarin ji bo hevkar û wekheviya xwe nîşan bidin nasnameyekê derdixin pêş û di nav jiyaneke hevkirî û hevhatî de ku di bin bandora lebat û tevgera hinbûyî de dimeşin. Di vê sayê de kom, komeg û komel, rêxistin û dewlet pêk tên. (Cosmides, L. And Tobby, J, 1994)

Lê ez di wê baweriyê de me ku ev rêbaz heke xwe serê xwe bê bikaranin, bi temamî xelet e û çavkaniya dijberiyê tîje dike. Koka hemu çewtiyan û êş û jana hemu şaristaniyê jî vî rengê nasnameyê jehrê hildigire û boçunên nerindiyê li ber me radixe. Wekî minak, gava du kesên biyanî hev nasdikin nav û navnîşanên xwe rengê nasnameya xwe diyardikin. Ol, çîn, çand, welat, netew, ziman, bir û bawerî, hêvî û hwd. tên pirsin. Û heya ku bigîhêjin nasnameyeke hevkar ev lêpirsin dirêj dibe. Heke wekheviyek an jî hevkariyek hebe nêzîkdayin û tevgera ligel hev gur dibe û pêşve diçe. Lê heke weha ninbe, hê ku têkili destpêneke ditemîre û diçilmîse. Di vîr de ya balkeş serdestiya beralikirin û rêliberxistina xebat û lebatên raborî ne an jî wek jorê hat ziman, nasnameyên sîpartî ne. Çand, huner, pîşe û kesaniya ku dema borî em afirandine rê li ber pêşeroja me jî dixe. Di ruyê teşeyê buneweriya me di rastiyê de me teng dike.

Lê heke em berevajî vê bifîkirin. Wekî ev taybetî nin bin.  Vêca ev kesên ku me minak nîşandan wê çibikin? Li gorî pîvanên psîkolojiyê wê pêşî rî û rîçalen hev binîhêrin û raçevkin ku tîştek an jî rengekî wan nêzîkî hevbike heye an na. Rengê deruniya nêzîktêdayinê û beşeriya bedena hev raçevkirin gava yekemin e. Taybetiyên bejnê wek çav, lêv, temen, deng, reng û hwd di vîr de xwedi roleke mezinin. Kesê jî xwe vê pirsê bikin: “Gelo bi wî/wê kesî re dilxweziyeke min hebe, bikaribim tîştekî bikîm an na?, gelo dostaniyek, hevaltiyek, hevkariyek, avakirineke nu bi vî kesî re gengaze an na?, gelo ramanên me, bendewariyên me, hêvî û daxwaziyên me wê hevbigirin an na?” û herwekî vê gelek fîkar, meraq, pirsên bên hîşême.

Dixwazîm balê bikşinîm li ser rewşa tîp, taybetî û dema van pirsan, ku yek; hemu girêdayî wê gava ku tê jiyandin û pêşerojêne, didu; rast e rast kîfşkirina kesê pêşber bi taybetiyên xwe ve dixe rojevê. Dixwaze gencine, kesanî, pîşe û hunera kesê pêşber bibine. Bi vî awayî insan bi inasanan re hevru dibe. Bi min ev jî bo insanan tîştekî îdeale û her çiqasî nêzîkî vê rê û rêbazê bên ew qasî insanên wê hevruyî; hevnasin, hevkirin û hevkariyeke bi kêrhatî bên.

Belê wekî min go ev tîştekî îdeal e.  Jî bo vê divê insan di jiyana xwe de tu carî pêşdarazî (onyargîli) nin be. Lê li gorî şert û mercên rastiya jiyanê ne mîmkune ku insan pêşderazî ninbibe. Lê insan dikare gîhîştî û bervîhêr (kamîl) be. Dikare pêşdaraziya xwe hilde kontrola xwe û rê bide li ber hîşê xwe. Jî bo vê jî divê pêşin nasnameyên xwe ên rabirdu jî xwe re wek hacetekî bikar neyne. Jî bo hêsanî destxistina têkiliyan bikar neyne.

Gotina ku ez bisîlman îm, elewî me kurd îm, welatparêz îm, sosyalist îm û hwd. di heman katê de xetekê dikşine nav têkiliyan.

Dewsa vana heke em bipirsin. “Tu kî yî?” “An jî ez kî me?”

Heke wekî bersîv bibêjin “ez felankes îm,” “felan karî dikîm,” “xwediyê vî pîşeyî me,” “zimanên han bikartinîm” “jî vî/vê re kêfa min tê,” “li felan ciyî rudinê mê” û hwd.,  wê wextê mîrovê bi mîrovan re rû bi rû biminin. Taybetmendiyên kes wê derkevin pêş, kesekî xwe çawa afirandibe, kesekî jiyana xwe çawa nîgar kirîbe wê li gorî wî têkîldarî hebûnê bibe. Belê ev li ser navê kesekî, insanekî azadi ye, serbestî ye, xwexwetî ye. Li gorî min asteke pêşketî ye. Û em dikarin vê wekî nasnameya kesanî bikarbinin.

Lê em vegerin têkiliyan di navbera nasnameya kesanî û nasmayên sereke ku, bêyî keda me, li me hatiye sîpartin û vê pêşniyara xwe bigîhinin encamekê. Heke em tecrûbe û zaninên dirokî bidin berçavan. Dide xuyakirin ku hê mîrovahî nîkare tenê xwe bi yekî van bide nasandin. Kom û cîvatên xwedan berjewendiyekê ne nasnameya sereke û şaxê wê bikartinin. Rengê buneweriya kes taybetiya wî/wê û nasnameya wî/wê heya tê pişt ve dimine. Herçiqasî nakokiyen oli, netewî, birdozî di rojevê de cîhekî giran bigire ewqasî ve nasnameya girêdayî vê derdikeve pêş, kes, kom û cîvat xwe jî vê dialinin û lê ev mîxabin kesaniyê jî dikuje. Pêşketin, destxistina pêdivî û berjewendiyan girêdayî huner û kêrhatinê nin e, girêdayî daxwzaî û ketina gura hiyerarşiyê ye. Mîxabin heyanî pirsgirekên insanî ên wek têkiliyên oli, netewî, Çînî çareser nebin ev mijarê jî berdewam be. Jî ber ku vê saya serê van nasnameyan, ne têr û tîje be jî, kes dikarin xwe îfade bikin, hêz û tevgera xwe rêbixin û berî hertîştî buneweriya xwe darî çavan bixin.

Kingê asta şaristaniyê bigîhêje çareseriya van tengasiyan, wê çaxê êdi mîrovê rumetê bidin kes û kiryarên wî. Elbet ev kesê xwedê nasnameyên serekî jî wê hebe, lê ev wekî îro nabe hinceta hîşkkirina hiyerarşiyê, hevkuştin û şeran an jî cudaxwaziyê.

Jî bo çareseriyê pêşniyarek

Weki di vê nîvisê de hate nişankirin ku heyani nasnameya sereke û şaxên wê neyên çareserkirin, tu cari kes jî kesi re nîkare ru bi ru be. Pêşniyarên han jî xwe serê xwe mijara nîvisên nu ne. Lê heke em çarçoveyekê li ber çavan raxin wê baştîr be.

Li gori vê pêşniyarê, divê ji netewan re serxwebûnî, ji gelan re serbestî, jî kesan re azadî hebe û pergal li gorî vê bê sazkirin.

  1. Ji netewan re Serxwebûni: Her netew bi ziman, ax, çand û dirokekê ve sazbûye. Jî bo berdewamiya vê divê pergalek runîşti bi dem û destgehên xwe hebe. Ev wexteki wekî bajarên bi dewlet bû, piştre İmparatori û iro ji netewdewlet heye. Belkê roj bê wê bigîhîje modeleke dinê. Lê çawa dibe bila bibe divê bibe bersiva hewcedariyên netewi û xwedi sazi û destgehan. Dewletên niha hene heya radeyekê ev valahî tije kirine lê hê xwe serê xwe ne bes e û ne bersive.
  1. Ji Gelan re serbesti: ji ber hincetên diroki, çandi, oli, abori hin perçeyên netewan an ji civatan li herêma xwe, welatê xwe durketine. Koçi cih û warên dereke kirine. Lê van koman hin caran tahde ditine, ketine bin zordestiya netew, dewlet an ji hêzan. Mafe ziman, ol, çand an ji nijadi nîkarin bijin. Li hember kuştin, sirgûn, asimilasyon, integrasyon, adaptasyon û hwd xwe nîkarin biparêzin.
  2. Divê ev civatan, gelan bên parastin. Li gel netewekê û di nav pergala wan de hewceye ku ew ji li gori rewş, derfet û daxwaziyên xwe xwedî sazî û destgeh bin. Serbestiya domandina jiyana xwe bin. Kurd û Tîrkên Almanyayê, Erebên Fransayê, Hindi û Pakistaniyên Ingilistanê, Kurdên Rojavayê Tîrkiyeyê, Xaçperestên Tîrkiye, Filistin û İsrailê weki minak in.
  3. Lê mîxabin iro di navbera welat û netewan de bune hinceta dijberiyê. Divê her dewlet, her netew an ji her pergal rumeteke giring bidin van. Ji ber ku ev hem cihê ku lê dijin nasdikin, hem ji netew û welatê xwe re têkîldarin. Loma di navbera van welatan û civatan de dikarin jî danustendinên çandini, abori, zanîsti û hwd re bibin navbeynkar. Dilgerîmiyê, hevgirêdanê xurt bikin. Jî bo vê divê hemu rê û dirb serbest bin.
  1. Jî kesan re azadi: Kes li ser hertiştî re ye. Hewceye ku hemu nasname, pergal, dem û destgeh di bin xizmeta wi de bin. Ku iro ev kesan dihincîrinin, tune dikin. Ji ber vê yekê divê gava ku insanek bê rûyê erdê ji hêla abori, çandinî, olî, netewî û nasnameyên din ve neyê girêdan. Ev li hemberî, hunera wî, pêşeroja wî, armanca wî nebin asteng. Divê hêvî, armanca, xwestina xwe bikarîbe li ser kana xwe, feraset û zerengiya xwe, hiş û ramana xwe bigihîne encamekê.
  2. Heke asteng rabin û pergalek li ser vê bingehê bên sazkirin, hêvidarim ku rengê kes, gel û netewê û bi saya vê meşa şaristaniyê wê awayeki din be.

Çavkani

  • Ahmed, Kemal Mazhar; Kurd u Kurdistan, Apec, Stockholm,
  • Albrecht, Hans-Jörg; Simon, Jan-Michael, und Rezaei, Hassan: Conflicts an Conflict Resolution in Middle Eastern Societies – Between Tradition an Modernty, Duncker und Humbold, 2006
  • Ali, Tariq: Fundamentalismus im Kampf um die Welt Ordnung; Die Krisenherde unserer Zeit und ihre historische Wurzeln, Diederichs, 2002
  • Beinin, J: Political Islam and the New Global Economy: The Political Economy of an Egyptian Social Movement, The New Centennial Review 5.1, 2005
  • Braudel, Fernand: Uygarlıkların Grameri, İmge Kitabevi Yayınları.
  • Chiari, Bernhard; Kollmer, Dieter H.: Naher Osten, Schöning, 2007
  • Cosmides, L. And Tobby, J.: Beter Than Rational: Evolutionary Psychology and The Invisible Hand. American Economic Review, Papers Proceedings 84(2): 327-32, 1994.
  • David, P.A.: Why Are Institutions The “Carriers of History”? Path Dependence and The Evolution of Conventions, Organizations and Institutions. Structural Change And Economic Dynamics 5: 205-20, 1994.
  • Denzau, A.T. and North, D.C.: Shared Mental Models: Idelogies and Institutions. Kyklos 47:3-31, 1994.
  • Dietz; Handbuch der Dritten Welt, 6 Bde., Bd.6, Nordafrika und Naher Osten, Berlin, 1993
  • Ehlers, Eckart: Der Islamische Orient, Islamische Wissenschaftliche Akademie, 1990
  • Flottau, Heiko: Vom Nil bis an den Hindukusch; Der Nahe Osten und die neue Weltordnung, Droemer, 2004
  • George, Stephen; 1999: Politics And Policiy In The European Union, Oxford University Press, Oxford
  • Gerger, Haluk: Savaş Rüzgarları, Belge Yayınları, 1999, İstanbul
  • Gordon Childe, What Happened in History, s.19. (Tarihte Neler Oldu, Alan Y., Ekim 1982)
  • H. Fraknkfort, Uygarlığın Doğuşu (Çev. Alaatin Şenel), Ankara 1989.
  • Hechter, Michael; İnternal Colonialism, 1978, Routledge and Kegan Paul, London and Henley
  • Hippler, Jochen: Von Marokko bis Afghanistan. Krieg und Frieden im Nahen und Mittleren Osten, Konkret Literatur Verlag, 2007
  • Kermani, Navid: Stratege der Eskalation. Der Nahe Osten, der Islam und die Politik des Westens, Wallstein, 2003
  • Massey, D; In What Sense a Regional Problem?, Regional Studies, vol. 13, 1979
  • McCormick, John; Understanding The European Union, Macmillan Press Ltd, 1999, London
  • McNeill William H: Dünya Tarihi, İmge Kitabevi Yayınları
  • North, D.C.: Instutitions, İnstitutional Change, and Economic Performance, Cambridge: Cambridge University Pres, 1990.
  • Pelda, Ahmet: Üç Damar, Statüsüz Ülkenin Ekonomi Güncesi, Çıma Yayınları, 2000
  • Pelda, Ahmet: Vatandan Vatansızlığa Göç, Bilim ve Siyaset, 2001
  • Persson, Sune: Civil Society Democracy and the Muslim World, Tarih Vakfı, 1997
  • Şenel, Alaeddın, İlkel Topluluktan Uygar Topluma, Birey ve Toplum, Ankara, 1985
  • Steinbach, Otto und Robert, Rüdiger: Der Nahe und Mittlere Osten; Band I -Grundlagen, Strukturen und Problemfelder, Leske+Budrich, 1988
  • Tibi Bessam: Die Krise des Modernen Islams, C.H. Beck, 1981
  • Tuncer, Hamdi: Sivil Toplum, Demokrasi ve Islam Dünyası, Tarih Vakfı, 1999
  • Türkay, Mehmet; Türkiye’de Egemen İdeoloji-Resmi İdeoloji İlişkisine Bir Yaklaşım, 2000, İstanbul
  • van Bruinessen, Martin: Agha, Scheich und Staat. Politik und Gesellschaft Kurdistans. Berlin: Parabolis, 2003.
  • van Bruinessen, Martin: Innerkurdische Herrschaftsverhältnisse: Stämme und religiöse Brüderschaften, epd-Dokumentation (Evangelischer Pressedienst, ISSN 0935-5111), 7/2003
  • Van Bruinessen, Martin: Mullas, Sufis and heretics: the role of religion in Kurdish society. Collected articles. Istanbul: The Isis Press, 2000.
  • Weithmann Michael W.: Atatürks Erben auf dem Weg nach Westen; Die Türkei im Spannungsfeld zwischen Nahost und Europa, Wilhelm Heyne V., 1997
  • Yazcioglu, Ümit: Migrations- und Integrationspolitik in Berlin und in Europa
  • Yazicioglu, Ümit: Der politische Islam im Kontext der Globalisierung
  • Zülch, Tilman: Völkermord an den Kurden, eine Dokumentation der Gesellschaft für bedrohte Völker, Sammlung Luchterland, 1991

Ehmed Pelda

  • Niha li Almanyayê ji Zaningeha Hohenheimê Beşa Aborî li ser mijara “Globalîzm ü Pêşketin: Di bin bandora Globalizme de trasformasyon ü integrasyona abori, civat ü çanda Rojhilata Navin” têza doktorayê dinivise
  • Pirtuka bi navê “Üç Damar: Statüsüz ülkenin ekonomi güncesi” li ser aboriya Kurdistanê ji sala 2000 hate çapkirin
  • Pirtuka “Mekansal Yapida Eşitsiz gelişim: 20.yüzyil Kürdistan’inda Türkiye’nin Ekonomi Polîtîkalari, Teori ve Analiz” wek têza masterê hate nivisandin
  • Sala 2003ya hate girtinê ü saleki şunve koçi Almanyayê kir.
  • Di lêkolin ü nivisên xwe de Kurdi, Tirki, Almani ü Ingilizi bikartine
  • Rojnamegeri ü lêkolineri, dersdari kir
  • Li ser guherin ü pêşketina abori, civat, polîtîkayê gelek makale ü nivisên wi hatin weşandin

 

SmartNews.com